Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyên Dêrîn: Em amade ne bi gerîla re dijî dagirkeriyê şer bikin

Pêşmergeyên Dêrîn piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana dîrokî ya gerîla nişan dan û ragihand ku ew amade ne çek rakin û bi gerîla re dijî dagirkeriyê şer bikin

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, dewam dikin. Berxwedana dîrokî ya gerîla ya li hemberî dagirkirina Kurdistanê, bi biryardarî dewam dike û derbên giran li dagirkeran dixin.

Nerazîbûna li hemberî dagirkeriya tirk roj bi roj zêde dibe, li rexa wê piştevaniya xelkê Başûr a ji bo gerîla jî zêde dibe. Pêşmergeyên Dêrîn yên ser bi Hizba Komunîst a Kurdistanê yên li Herêma Germiyanê, li ser dagirkeriya dewleta tirk ji ajansa Rojnews re axivîn.

Bang li hemû kurdan kir

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Mehmud Ehmed destpêkê dagirkeriya deleta tirk bi tundî şermezar kir û dijî dagirkeriya dewleta tirk, bang li hemû kurdan kir rabin ser xwe.

Mehmud da zanîn ku ew weke pêşmergeyek dêrîn, amade ye mil bide milê gerîla û li hemberî dagirkeriya tirk şer bike.

Ehmed li ser daxuyaniyên ku PKK’ê weke hinceta êrîşên dewleta tirk jî dibîne wiha got: “Ev şer ne şerê gerîla tenê ye, şerê hemû kurdan e. Rast e tenê PKK li meydanê ye û şer dike, ji bo vê jî PKK’ê weke hincet nişan didin. Lê di aliyê helwest de, gerîla ne bi tenê ye, em jî dijî dagirkeriyê piştevanê gerîlayan in.”

Divê helwest hebe

Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Pêşrew Reşîd jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Reşîd got ku ew bi hemû awayekî dijî dagirkeriyê amade ne û ev tişt anî ziman: “Em êrîş û dagirkeriya tirk, tenê di çarçoveya şerê PKK’ê de nabînîn. Ev şerê dagirkeriyê ye, erkê hikûmeta herêmê jî ew e ku bi awayek cidî xwedî helwest e. Ev yek çi bi hemahengiya hikûmeta Iraqê be, yan jî amadekirina pêşmergeyan a dij dagirkeriyê be, divê helwest hebe.”

Pêşmerge Reşîd di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmet û hêzên siyasî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemahengiyê bi hêzên gerîla re bikin û di vê demê de hemû hêzên kurdî bi hevre li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar