Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Pêşmergeyên Dêrîn însiyatîfek li dijî gendelî û dagirkeriyê ragihandin

Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Silêmanî ku duh li Qendîlê serdana ciwanên bedena xwe li dijî dagirkeriya tirk kirine mertalên zindî kirin. Pêşmergeyên Dêrîn li dijî her cûre êrîş, dagirkerî û gendeliyê komîteyeke hevbeş ya ji pêşmergeyên dêrîn, bawermend û kesayetên serbixwe yên başûrê Kurdistanê îlan kirin û diyar kirin ku dê ev komîte çalakiyên cûrbecûr lidar bixin

Duh gelek pêşmergeyên Dêrîn ku jin jî di navê de hebûn bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê û piştgirî dayîna berxwedana mertalên zindî û berxwedana gerîla ya li hember dagirkeriyê serdana Qendîlê kirin. Di daxuyaniyê de ragihandin ku wan weke pêşmergeyên dêrîn komîteyeke hevbeş a ji hemû kesayetên serbixwe û welatperwer pêktên avakirine û wê ev komîte li seranserê başûrê Kurdistanê çalakiyên cûrbecûr li dijî her cûre êrîş, dagirkerî û gendeliyê pêk bînin.

Pêşmergeyên Dêrîn komîteya hevbeş weke, “Komîteya Parastina xaka Kurdistanê” bi nav kirin û daxuyaniyek dan. Li ser navê komîteya parastina xaka Kurdistanê pêşmergeyê dêrîn Derya Omer axivî.  Derya Omer dazanîn ku armanca wan a ji avakirina komîteyê ji bo parastina xak û gelê Kurdistanêye û wiha got: “Îro em li Binarê Qendîl ji bo piştgiriya gerîla û li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Kurdistanê komîteya hevbeş ya ku ji pêşmergeyên dêrîn, jin, bawermend û xelkê nîştîmanperwer pêkhatîne radigihînin. Armanca vê komîteyê parastina xak û destkeftiyên gelê kurd e. Em ne girêdayî tû partî û aliyên siyasîne, em tenê girêdayî xak û niştîmana Kurdistanê ne. Em ji vir dibêjin ji bo dagirkeriyê êdî bes e. Pêwîste xelkê azadixwaz yê kurd dengê xwe yê şoreşger bilind bike û êdî dagirkeriya li ser xwe qebûl nekin.”

Derya Omer bi berdewamî wiha axivî: “Bila êdî em li ser xak û mala xwe penaber nebin. Herdem gelê kurd qûrbanî daye ji bo azadiyê û ser nizmî qebûl ne kirye. Herdem ji bo mafê xwe yê rewa berxwedan kiriye. Em ê mirinê qebûl bikin lê em ê jiyan kole qebûl nekin. Ez daxwaz ji pêşmergeyên dêrîn yê ku berê bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê rawestiyane dikin, bila niha jî bên beşdarî vê berxwedanê bibin û bi serbilindî bêne çeperên berxwedanê têbikoşin. Pêşmerge, şervan û gerîla bînahiya çavê me ne û parastina me dikin.”

Derya Omer dazanîn ku li herêma Kurdistanê ne tenê dagirkerî gendelî heye, şewitandina bax û baxçeyên Kurdistanê heye û gelek pirsgirêkên din jî hene û wê bi van pirgirêkan re jî têbikoşin. Komîteya parastina xaka Kurdistanê bang li tevahî gelê kurd û welatparêzan kirin ku ji dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk rawestin. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar