Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriya tirk xwe gihandin Qendîlê

Komek ji pêşmergeyên dêrîn ên başûrê Kurdistanê xwe gihandin Qendîlê û diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk e

Nerazîbûna gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li Xakurkê zêde dibe. Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriyê ketin nava liv û tevgerê. Komek ji pêşmergeyên dêrîn ji bo nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê û bêdengiya hikumeta Başûr nîşan bidin, bi kincên pêşmerge xwe gihandin Qendîlê û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Pêşmergeyan diyar kirin ku li dijî dagirkeriyê ew bi gerîla re ne û xwestin, hikumet tavilê dawî li bêdengiya xwe bîne û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bide.

‘Em bi gerîla re ne’

Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Hewkar Kawa daxuyanî da û wiha got: “Dewlta tirk xaka başûrê Kurdistanê dagir dike. Hikumeta herêmê jî li pêşberî dagirkeriyê bêdeng e. Em bang li hikumetê dikin ku li dijî vê hewldana dagirkeriyê û tunekirinê derkeve. Pêşmergeyên Dêrîn wê li ber vê dagirkeriyê bêdeng nemînin û em radigihînin ku em bi xwişk û birayên xwe yên gerîla re ne.”

Pêşmergeyên Dêrîn serdana ciwanên mertalên zindî kirin û wiha gotin: “Em çalakiya we pîroz dibînin û piştgiriya we dikin.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar