Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî dan banga Duran Kalkan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan 13’yê tîrmehê bi rêya bernameya ‘Ulkeden’ a televîzyona Medya Haber, li dijî dagirkeriya tirk a li ser başûrê Kurdistanê bangeke girîng li Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Em weke PKK 40 sal e, li dijî êrîşkariyeke wisa şer dikin û li ber xwe didin. Gerîla li Xakûrkê jî li ber xwe da, niha li Heftanînê jî bi qehremanî li ber xwe dide. Weke tevger em li ber xwe didin û wê gerîla li ber xwe bide. Helbet li vir em dixwazin pêşmergeyan jî li kêleka xwe bibînin. Ji bo têkbirina plana qirkirina kurd a AKP-MHP’ê me berî niha jî banga têkoşîn û berxwedaneke hevpar li partî û rêxistinên din kir û niha jî bang li wan dikin.”

Pêşmergeyên Dêrîn ên başûrê Kurdistanê piştgirî dan peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan. Yek ji Pêşmergeyên Dêrîn Derya Umer Kake Reş têkildarî mijarê axivî.

Derya Umer der barê armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker de ev tişt anî ziman: “Armanca wan dagirkirina Kurdistanê ye. Di roja me de dewleta tirk bi rola Sedam Hisên ê dîktatorê berê rabûye. Pêwîst e li hemberî hewldanên zindîkirina serdema osmanî em weke Pêşmergeyên Dêrîn karibin ligel gerîlayan li hember vê dagirkeriyê têbikoşin. Ger Wezareta Pêşmerge û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê demê de helwesteke egîdî nîşan nede wê dîrok li ser wan binivîse.”

Umer têkildarî peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan jî wiha got: “Peyameke pîroz û şoreşgerî ye. Niha ji bo gelê kurd bijardeya herî baş Kongreya Neteweyî ye. Çawa berê li hemberî rejîma Baas eniya kurdistanî ya di pêşengiya gelê kurd de hebû, pêwîst e niha jî hizb berjewendiyên xwe deynin aliyekî. Eniyeke hevbeş a ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, ava bikin û li dijî dagirkeriya tirk rabin.”

Her wiha Derya Umer diyar kir ku tevî her roj ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker welatiyên sivîl, zarok tên şehîdkirin, bax û baxçeyên welêt dişewitin jî beşek ji medya û aliyên siyasî yên kurd bêdeng in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev şermeke mezin e. Hiş û aqilê me vê qebûl nake. Pêwîst e bi ser xwe de werin. Em kêfxweş in ku gerîla li dijî dagirkeriyê têkoşîn dikin. Em bi wan serbilind in. Ew hêzên raqteqîn ên Kurdistanê ne.” Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar