Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyên dêrîn piştgirî dan mertalên zindî

Pêşmergeyên dêrîn ên Silêmanî û Kerkûkê bi armanca piştgiriyê bidin gerîla û çalakiya mertalên zindî, serdana çalakiya mertalên zindî ya li Binarê Qendîlê kirin

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê Komela Ciwanên Welatparêz ev 13 roj in li Binarê Qendîlê dest bi çalakiya mertalên zindî kirine. Rojane ji bo piştgiriyê bidin ji gelek bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê welatî serdana ciwanan dikin.

Di saetên nîvro de komek Pêşmergeyên Dêrîn ên ji Kerkûk, Silêmanî, Qerehencîr, Bazyan, Şarbajêr û Ranyayê serdana Binarê Qendîlê kirin û piştgiriya xwe bi çalakiya mertalên zindî re ragihandin.

Piştî ku şande gihişt Binarê Qendîlê ji aliyê endamê Konseya Serokatiya Giştî a KCK’ê Diyar Xerîb ve hatin pêşwazîkirin.

Diyar Xerîb xêrhatina pêşmergeyên dêrîn kir, ji bo serdan û piştgiriyê spasiya şandeyê kir û wiha got: “Em hêvîdar in gelê kurdên welatparêz xwedî helwestek cidî be, ji ber ku hewldanek cidî ya dagirkirina başûrê Kurdistanê tê dayîn.”

Piştre pêşmergeyên dêrîn derbazî qada çalakiya mertalên zindî bûn.

Li vê derê li ser navê pêşmergeyên dêrîn daxuyaniyek ji aliyê Hawrê Derya ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vê demê de dewleta tirk xaka başûrê Kurdistanê dagir dike û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bêdeng e û daxwaz ji hikûmeta herêmê hat kirin ku li dijî êrîşan dengê xwe derxe û wiha hat gotin: “Em pêşmergeyên dêrîn wekî çawa bi berdewam me li dijî dagirkerî û bê edaletiyê şer kiriye, îro jî em ê li dijî van dagirkeriyan bêdeng nemînin. Em radigihînin ku em li gel xwişk û birayên xwe yên gerîla ne.” BINARÊ QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar