Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Pêşmergeyên dêrînê: PKK ji bo şoreşa kurdan pêwîstiyeke jêveneger e

Beşek ji pêşmergeyên dêrînê yên Hewlêrê bi biboneya 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê, behsa girîngî û pêwîstiya damezrandina PKK’ê kirin û ev tişt anîn ziman: “ PKK di dîroka têkoşîn û şoreşa rizgariya gelê kurd de pêwîstiyek jêneveger e. Ev hêza kurdistanî bûye parêzvanê mafên gelê kurd. PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê di bidestxistina azadî û mafên gelê kurd de rol lîstiye.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê bi rêbertiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate damezrandin. Piştre têkoşîna çekdarî li dijî zilm, êrîş û dagirkeriyê dewleta tirk a qirker hate destpêkirin. Ji wê demê ve heta niha bi rihê Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Egîd, Zîlan û bi sedan kadroyên pêşeng li her çar parçeyên ji bo azadiya gelê kurd, gelên bindest û Kurdistanê têdikoşe. Têkoşîna PKK’ê di roja me ya îro de sînorên Kurdistanê derbas kiriye û li qada cîhanî û navnetewî bûye. PKK bûye hêviya azadiyê ya gelê kurd û hemû gelên bindest. Bi pêşxistina modernîteya demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve weke alternatîfa sîstema modernîteya kapîtalîst a xetimî derketiye pêş.

‘PKK ji bo mafên gelê kurd çek hilgirtiye’

Hinek ji pêşmergeyên dêrînê yên bajarê Hewlêrê li ser rol û bandora PKK’ê ya li ser têkoşîn, xebat û berxwedana gelê kurd de nerînên xwe anîn ziman. Pêşmergeyê dêrîn Ferhad Qadir damezrandina PKK’ê pîroz kir û wiha got: “PKK dema ku gelê kurd bi îmha û qirkirinê re rûbirû mabû, hat avakirin. Ji ber vê yekê PKK’ê weke hêzeke fedakar ji bo mafên gelê kurd têkoşîn û şoreş daye meşandin. Gelê kurd ên li bakurê Kurdistanê ji mafên xwe bêpar mane. Lewma PKK’ê ji bo mafên gelê kurd çek hilgirtiye. PKK jî di hemû qonaxan de di çareseriyê de roleke bibandor lîstiye û dilîze.  Ji ber ku PKK daxwaza azadî û mafên gelê xwe kiriye her tim bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû maye.”

Pêşmergeyekî din ê dêrînê Kemal Husên 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di dîroka têkoşîn û şoreşa rizgariya gelê kurd de pêwîstiyek jêneveger bû. Ev hêza kurdistanî bûye parêzvanê mafên gelê kurd. PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê di bidestxistina azadî û mafên gelê kurd de rol lîstiye. Ji ber vê yekê PKK bi dilxwazî ​​alîkariya her parçeyekî Kurdistanê kir.”

Di dawiyê de jî pêşmergeyê dêrînê hêviya serkeftinê û berdewamiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo bidestxistina mafên gelê kurd kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar