Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyên PDK’ê ji bo MÎT’ê di nobetê de ne

Şêniyên gundê Kiryadêr ê Rêkan a Duhokê dan zanîn ku mizgefta gundê wan ji hêla MÎT û leşkerên tirk ve weke baregeh tê bikaranîn û pêşmergeyên PDK’ê jî hem li ser banê mizgeftê û hem jî li her çar aliyên wê nobetê digirin. Şêniyan bang kir û got; “Me ji vê zordestiyê xelas bikin.”

Li hemberî êrîş û dagirkeriya hêzên artêşa tirk a li dijî herêmên ser sînor ên başûrê Kurdistanê, bi hezaran welatiyên Şêladizê û jiyangehên derdorê çalakiyên bi bandor li dar xistibûn. Di çalakiyan de welatiyan bi ser baregeha leşkerî ya artêşa tirk a Siriyê de girt û baregeh şewitand. Di dema çalakiyê de jî leşker û pêşmergeyan êrîşî gel kir û 2 ciwan hatibûn kûştin û 14 kes jî birîndar bibûn.

Asayîşa PDK’ê jî piştre 80 kes binçav kiribûn û der barê çalekiyê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn hîn didome û tê gotin ku rêveberên PDK’ê ji bo ku kesên binçav kirin li dijî PKK’ê biaxivin, zextê li ser wan û malbatên wan dikin. Hat zanîn ku rayedarên PDK’ê zextê li malbatên kesên di êrîşên hewayî yên artêşa tirk de hatine qetilkirin dike ku li dijî PKK’ê daxuyaniyeke dijber bidin.

PDK nobedê ji bo artêşa tirk digire

Li gorî nûçeya nûçegihanê MA’yê Erdogan Altan, endamên MÎT’ê û leşkerên artêşa tirk mizgefta gundê Kiryadêr a herêma Rêkan a girêdayî Şêladizê ya Dihokê dagir kirine û weke baregeh bikartînin. Çavkaniyan got ku li ser banê mizgeftê û li her çar aliyên wê jî pêşmergeyên PDK’ê nobeta leşkerên artêşa tirk digirin. Şêniyên ku ji vê rewşê aciz, banga çareserkirina vê pirgirêkê li cihên berpirsyar dikin.

Şêniyên gund bi bertek in

Ji şêniyên gund S.K.R ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide anî ziman ku bi alîkariya xêrxwazan bi zor û zehmetî mizgefta gund çê kiribûn lê piştî berxwedana Şêladizê, Siriyê û Dêralokê, mizgefta wan ji hêla MÎT’ê ve hatiye dagirkirin. Şêniyê gund got ku mizgeft weke baregeh tê bikaranîn û ew jî vê qebûl nakin. Ji şêniyên gund F.X. nerazîbûn nîşanî rewşa heyî da û got ku mizgefta ku weke baregeh tê bikaranîn, ji hêla pêşmergeyên PDK’ê ve tê parastin. Şêniyan bang li rayedaran kir û gotin bila wan ji vê zordestiyê xelas bikin.

Artêşa tirk hêza xwe zêdetir kir

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî berxwedana Şêladizê û Dêralokê, dewleta tirk bi alîkariya PDK’ê hebûna xwe ya li herêma Bêhdînan hîn zêdetir kir. Her wiha êrîşên xwe yên li dijî gelê herêmê jî zêdetir kirin. Ji 80 kesên hatin binçavkirin lêpirsîna 18’an li Duhokê didome. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar