Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Pêşmergeyên PDK’ê tevli qirkirina kurd û Kurdistanê dibin!

Pêşmergeyên Zêrevanî yên PDK’ê tevî wesayîtên zirxî û çekên giran sewqî bajaroka Şêladizê ya Duhokê hatin kirin. PDK’a ku nirx ji pêşmergetiyê re nehiştiye xistiye xizmeta dagirkeriya tirk ji bo tunekirin, qirkina kurd û Kurdistanê

Desthilata PDK’ê rojane li gorî tifaqa qirêj a li dijî gelê kurd ku bi dewleta dagirker a Tirkiyeyê re kiriye tev digere. PDK a ku li başûrê Kurdistanê nûnertiya desthilatiya AKP/MHP’ê dike di çarçoveya polîtîkayên faşîzan ên li dijî gelê kurd ên qirkirinê çi ji destên wê tê dike. PDK ji bo tevahiya xaka Kurdistanê ya çar parçeyan radestî Tirkiyeyê bike bi hemû hêz û nokerên mîna xwe re tev digerin. Çi li Rojava, Çi li Bakur û Başûrê Kurdistanê di dijberiya gelê kurd û nirxên gelê kurd de sînoran nas nake.

Ew pêşmergeyên ku ji bo civaka kurd xwedî nirx û pîroziyekê bû jî PDK’ê tu nirx û pîrozî ji pêşmergetiyê re nehişt, rûmeta pêşmergetiyê avêt bênê potînên leşkerên tirk ên dagirker. Pêşmergeyên ku bi salan azadî û serxwebûna Kurdistanê diparastin niha bi fermana PDK’ê laşkerên ku Kurdistanê dagir dikin û kurdan di qirkirinê re derbas dikin diparêzin. Herî dawî ji 27’ê gulanê ve ye bi pêşketina tifaqa qirêj a di navbera Barzanî û dewleta tirk de ew rûpoşa li ser çavên Barzanî û PDK’ê jî hat xwerê.

Di çarçoveya peymana faşîzan a qirkiriran Kurd û Kurdistanê de PDK tiştê ku jê tê xwestin bi girîngî û hûrgulî dike. Li gorî nûçeya ku Rojnewsê weşandiye Pêşmergeyên Zêrevanî yên PDK’ê tevî wesayîtên zirxî û çekên giran sewqî bajaroka Şêladizê ya Duhokê hatine kirin. Hate ragihandin ku pêşmergeyên Zêrevanî nêzî baregehên artêşa tirk hatine bicihkirin. Çend roj berê jî gelek pêşmerge, wesayîtên leşkerî û çekên giran sewqî bajaroka Derkarê ya Zaxoyê hatibû kirin. Têgotin li gelek herêmên din yên dibin kontrola gerîla jî sewqiyeta hêzên pêşmerge çêbûye.

Sedema vê yekê jî ew e ku di demên borî de jî mînakên wê hene; Pêşmergeyên PDK’ê li aliyekî parastina leşkerên ku dagirkeriyê dikin bike, li aliyê din jî mil bi mil tevli operasyonên qirkirina kurd û Kurdistanê bibin. Ev yek ne ji dûrî aqilane ku yên ji nêzve bişopîne bi hêsanî dibîne. Ji bo vê yekê jî pêwistî bi zanist û zanyariyan nake.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar