Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Pêşniyara bê exlaq ‘erdhej çêbû birevin’

Sultan Yilmaz li navenda Bazarcixê di bi kavilan de ma û ji aliyê lawê xwe ve hat rizgarkirin. Sultanê got:"Ekîbên tespîtkirina xisarê gotin hûn dikarin di malê de bimînin, dema erdhej çêbû birevin derve."

Ji bo Sultan Yilmaz a li navenda Bazarcixê di bin kavilan de ma û lawê wê ew derxist pêşniyara, “Hûn dikarin di malê de bimînin, dema erdhej çêbû birevin derve” hat kirin.

Di 6’ê sibatê de erdheja navenda wê Mereş pêk hat û xemsariya li hemberî vê yekê ya kesên nikare qeyrana li welêt bi rê ve bibin dewam dike. Sultan Yilmaz a li bajaroka Narli dijî li Bazarcixê li mala bavê xwe di dema erdhej pêk hat de di bin kavilan de ma.

Lawê wê ew rizgar kir

Sultanê ji aliyê lawê xwe Efkan Yilmaz ve ji bin kavilan hat derxistin. Sultanê da zanîn tevî sê hefteyan jî tu alîkarî negihaşt ber destên wan. Sultanê xwe gihand Koordînasyona li Narliyê ya ji aliyê KESK’ê û rêxistinên mafên mirovan û alîkarî girt. Sultanê bal kişand ser tiştên di erdhejê de jiyaye û got:”Dema erdhej pêk hat heta ez rabûm dîwar bi ser min de hilweşiya. Ji bo lawê min, min rizgar bike min bang kir. Bavê min jî di bin kavilan de mabû. Her derê min diêşiya. Gotin nexweşxane tije cenaze ne loma ez tirsiyam ku biçim. Ji dev û pozê min xwîn dihat.”

‘Ev dewleteke çawa ye!’

Sultanê da zanîn ew di bin berf û baranê de bê pêlav û bi eşofman sê rojan mane û AFAD û rayedarên dewletê nehatine alîkariya wan. Sultanê bi lêv kir ku ew piştre hatine Narliyê û li vir xizmên wan kon dane wan û got alîkarî bi awayekî bi edalet nehat belavkirin. Min bi keya re pevçinî û min got:”We avek jî neda me. Ev dewleteke çawa ye!”

Pêşniyara ekîbên tespîta xisarê: Birevin!

Sultanê diyar kir ku ji aliyê Wezareta Avhewa û Bajarvanî û Derûdorê ekîbên tespîtkirina xisarê hatine û gotine:”Hûn dikarin li malê bimînin lê dema erdhej pêk hat birevin bikevin kon. Rapora dikare li malê bê mayin dan. Derz jî li malê ketibû.”

‘Em li ambûlansê geriyan lê nehat’

Efkan Yilmaz ê diya xwe ji bin kavilan derxist wiha got:”Ez jî nizanim min diya xwe çawa derxist. Tirseke mezin hebû. Dema min dayika xwe derxist xwîn ji poza dihat. Ekîbên AFAD’ê nehatin.  Em li ambûlansê geriyan lê nehat. Min ji wan re rewşa diya xwe rave kir lê gotin em nikarin em bi erdhejzedeyên din eleqedar dibin. Ma ev jî ne canek e? Em sê rojan di bin berf û baranê de man. Ji tî û birçîna ji ber sermayê me dikira cemed bigirtina.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar