Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Pêşnûmeya îstîsmarê encama polîtîkaya AKP’ê ye’

Pêşnûme qanûna ku ‘di îstîsmarên zarokan de bi rêya zewacê efûyê’ tîne û di pakêta daraza duyemîn de cih digire, di 16’ê çileyê de ji meclisê re hat şandin. Hikûmetê cara ewil di mijdara 2016’an de pêşnûme anîn meclisê û ji ber bertekên rayagiştî şûnde hatibû vekişandin. Lê îro dîsa ev qanûn ji aliyê AKP’ê ve hat rojevê. Di pêşnûmeyê de tê pêşniyarkirin ku divê cudahiya temen di navbera zarok û gumanbar de ne di ser 10 salî de be û di rewşa zewacê de jî wê ceza bê taloqkirin.

Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî vê pênûmeyê dan û diyar kirin ku pêşnûme encama polîtîkayên AKP’ê ye.

Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan da zanîn ku wek Meclisa Jinan a HDP’ê li dijî vê pêşnûmeyê xebatên wan hene û bi têkoşîna hevpar dikare pêşî li vê bê girtin û wiha got: “Ev pêşnûme ne tenê ji alî jinan ve ji aliyê hemû kesî ve nayê qebûlkirin. Di konferansa jinan de yek ji rojeva me ya sereke têkoşîna li dijî tundî û îstîsmarê bû. Ev yek ji sedem û hinceta têkoşîna me ye.”

‘Her kes êdî dizane ku efûya ji bo îstîsmara zayendî çi ye’

Ji jinên Anarşîst Zeynep Tan jî anî ziman ku her çiqas bê gotin ku ‘sûcên îstîsmarê di çarçoveya efûyê de nayê nirxandin jî’, dibe ku di pakêtê de xala ku van sûcan rewa dike derkeve û wiha domand: “Di vê mijarê de ev ne pêngava ewil a dewletê ye. Em dewletê nas dikin û divê em li dijî vê amade bin. Ji bo ev pêşnûme qanûn pêk neyê ji sala borî ve em gelek çalakiyan pêk tînin. Bi saya vê êdî her kes dizane ku ‘efûya ji bo îstîsmara zayendî’ çi ye. Ji ber vê bar dikeve ser milê hemû jin, rêxistinên jinan û komeleyên jinan. Me ji bo gelek biryarên li ser bedena me li ser navê me hatin dayîn gotin ‘em destûr nadin’ û me pêşî lê girt. Vê carê jî divê em bi biryar bin û destûrê nedin vê qanûnê.”

‘Ev encama polîtîkaya AKP’ê ye’

Hevseroka HDP’a Kadikoyê Gul Demîr destnîşan kir ku ev pêşnûme encama polîtîkayên AKP’ê ye û ev tişt anî ziman: “Taktîkek wisa ya AKP’ê heye; Ji bo bertekên civakê bipîvin dikevin hewldaneke wisa ecêb. Dema ji civakê bertekê dibînin, weke ku şûnde gavê diavêjin nîşan didin lê piştî demekê ji nû ve tînin pêşberî me. Berê der barê vê pêşnûmeyê de xebat kiribûn. Lê bi bertekên jinan şûnde vekişyabû. Em ê dîsa destûrê nedin ku ev pêşnûme bibe qanûn.”

‘Hewl didin sûcdaran mexdûr nîşan bidin’

Ji Pîrebokên Kampusê Selîna Çelîk jî got ku jin li gelek bajaran bi dirûşma ‘di îstîsmarkirina zarokan de efû nabe’ daketine kolanan û ev nirxandin kir: “Li welatê me bûyerên îstîsmarê di 10 salên dawî de ji sedî 700 zêde bûye û gihiştiye 300 hezarî. Ev pêşnûme gumanbarên îstîsmarê bê ceza dihêle û her wiha teşwîqê sûc tê kirin, gumanbaran jî wek mexdûr nîşan dide. Zarok bêdeng namînin, em ê jî bêdeng nemînin. Parastina mafê wan di destê me de ye. Heta ku gumanbar neyên cezakirin û edalet pêk neyê.”

‘Ev qanûn wê bixwe re êrîşên berfireh jî bîne’

Aktîvîsta Jinên Yenî Demokrat (YDK) Sevda Erkilinç jî diyar kir ku demek berê li Tirkiyeyê li 50 bajarî zêdetir bi şîara ‘di îstîsmara zarokan de efû nabe’ çalakiyên hevdem pêk anîne û wiha got: “Ev pêşnûme parçeyekî cidî ya êrîşa li hember jin û zarokan e. Nîqaşên der barê rakirina peymana Stenbolê de, nepêkanîna qanûna hejmara 6284, xespkirina mafê nefeqeyê û efûya ji bo gumanbarên îstîsmarê wê gelek êrîşan jî bixwe re bîne. Divê em jin li dijî van êrîşan bibin yek.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar