Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz in. Çiqas kedê bidin û têbikoşin; ew nirx, ew qas pêlên hêza xwe li ser civakê belav dike.
Mirov çiqas qîmet bide nirxekî, ew qas wî-ê hembêz dike û li wê xwedî derdikeve. Çiqas lê xwedî derkeve ew qas jî wê-î nirxî diparêze. Çawa ku madde dibe enerjî û enerjî jî liv û tevgerê pêş dixe, hin nirxên manevî jî wekî mijara ku maddeya dibe enerjî û ev enerjî hêza girêdana jiyanê û têkoşînê pêş dixe.
Mîna pergala ATOM’ê ye. Girêdana Atomê hêzek pir pir mezin e. Liv û pergala atom tevgerek civakî ye. Hemû proton û elektron bi ahengî û dîsîplinek mezin li dora sîsikê dizîvirin. Dema protonek û elektronek dîsîplînê xera dike ango ji xetê derdikeve hevsengiya jiyana wê atomê xera dibe. Parçe dibe. Çiqas nêzî sîsikê bin, ew qas xwedî dîsîplîn û girêdanek xurt in. Dema ew atom parçe dibe bi xwe re derdora xwe jî xera dike û parçe dike.
Îro em vê rastiyê li ser gelê kurd bi awayekî şênber dibînin. Her ku polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser gelê kurd û Kurdistanî didome, şer jî li Kurdistanê didome. Heta ku şer hebe, dê girtin, binçavkirin, îşkence û kuştin jî hebe. Ev rastiyek jiyanê ye. Wê demê eger ev polîtikaya înkar û îmhayê li ser me tê meşandin, em ê jî, ji bo jiyanek bi rûmet, li dijî van polîtikayan her li ber xwe bidin û şerê hebûnê pêş bixin.
Eger li ser vê axê girtin û kuştin hebe, wê demê parçekirina civakê jî heye. Pergala serdest, bi girtinê endameke-î civakê ku di heman demê de pêşengiyê dike, dixwaze civakê parçe bike. Bi rêbaza girtinê, wî-wê (kes) ji civakê jê dike û hewl didin di nava çar dîwaran de bêtesîr bikin. Ew kes di nava çivakê de çiqa bi hêz û biryar e, ew qas salên demdirêj cezayên girtîgehê lê dibirin. Ji bo wê-wî kesî bihilînin û asîmîle bikin ewil ji civakê qut dikin, piştre di nava çar dîwaran de hewl didin li gorî armanca xwe terbiye bikin. Ji bo vê yekê jî 10 sal ceza didin. Têr nake 20 sal ceza didin. Dîsa nikarin li gorî xwe terbiye bikin û asîmîle bikin vê carê 30 sal ceza didin. Dîsa nikarin vîna wê wî tune bikin vê carê poşmandiyê li wan ferz dikin. Kesên ku 30 salan li ber xwe dabin û bi girtinê bedelên giran dabin, vê carê ji bo poşman nabin (xwe înkar nakin û cewherê xwe diparêzin) vê varê 3 meh ceza, nebû 6 meh ceza, dîsa nebû salekê cezayê dîsîplînê didin wê-wî. Dema serbest berdidin jî an şev nivê şevê berdidin an jî nahêlin malbat û xizmên wê-wî bi girseyî pêşwazî bikin. Çima. Ji bo ku moralê civakê bilind nebe. Ji bo baweriya girtî û xeyalên girtî bişkînin. Ji bo hevî û bendewariyên girtî bişkînin.
An jî girtiyan tecrîd dikin û naxwazin bi teyisîna fikrên xwe, bi bişirîna kenê xwe, bi silavdayîna xizmê xwe coş û moral bide derve û civakê.
An jî şervanekî li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê berê xwe dabe çiyê û têkoşîna hebûnê dide, vê carê bi balafiran, bi tang û topan, bi çekên kîmyewî, bi bombeyên fosforê, bi gazên kîmyewî êrîşî dikin û dixwazin tune bikin. Bi hevkarî û xiyaneta tirsonek li dijî pîvanên şerê gerdûnî bi êrîşên hewayî parçe ji bedena kurdan jêdikin. Ew parçe hin caran dibe rojnamevan, hin caran dibe şervan, hin caran dibe kolber, hin caran dibe şivanek mîna Ceylan Onkol, hin caran dibe mîna Ugur Kaymaz, hin caran dibe mîna Kemal Korkut, hin caran li Efrînê dibe darên zeytûnê ango li Cûdî dibe darên berûyê.
Eger em girtiyên xwe, cenazeyên xwe ku parçeyekî me ye, em bi girseyî, bi dirûşm, bi pankartan û bi coş pêşwazî bikin, wê demê em ê, nikaribin birîna xwe zû derman bikin. Civak çiqas li wî-wê parçeyê bedena xwe xwedî derkeve, dê zûtir birînên xwe bikewîne.
Ji bo wê yekê, divê ew parçeyê (kes) ku bi zorê ji me hatiye qutkirin û xwestine bi tecrîdê, ango eciqandina di nava çar dîwaran de bêtesîr bikin; divê em jî bi pêşwazîkirinek pir xirt wê-wî parçeyê xwe hembêz bikin û pêşwazî bikin. Em çiqas li parçeyê xwe xwedî derkevin, em ê karibin bêtir bi hêz û xurt bibin.
An jî ew parçeyê ku bi çekên kîmyewî û bombebarana balafirên şer ji laşê me hatibe qutkirin, em çiqas bi girseyî pêşwazî bikin, em ê wî ruhî di bedena xwe de nemir bikin. Ew ruh dê hêz bide bedena me. Bedena me dê bibe warjînê ruh, ruh jî dê bibe çira bedena me.
Eger em çiqas bi girseyî girtiyan û cenazeyan pêşwazî bikin, em ê hem bêtir hêz û moral bidin hev û hem jî bêtir hêz û moral bidin girtiyan û bedenan nemir bikin. Em çiqas hêz û moral bidin girtî, girtî piştî derket derve, dê bêtir bi coş û çalak tev li civakê bibe. Dê bêtir pêşengtiyek xurt bike. Em çiqas bi hêz û girseyî girtiyên xwe pêşwazî bikin, em ê polîtîkaya girtina 10 salan, 20 salan û 30 salan pûç bikin. Her ku girtina wan dirêj bikin û cezayê nû yên dîsîplîna keyfî li girtiyan bibin, divê em bêtir wan bi girseyî pêşwazî bikin û hemû polîtîkayên Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehan pûç bikin.
Em çiqas cenazeyên şehîdan bi girseyî pêşwazî bikin, em ê ronahiya ruhê wan di bedena xwe de bêtir geş bikin û ew ê bêtir hêz û têkoşîna me xurt bike. Wê demê dê polîtîkayên dijberî me yê parçekirin û tunekirinê jî pûç bibin.