Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pêşxistina jinan tolhildana ji koletiyê ye

Di zilam û jinên kurd de ketibûna têkîliyên zayendî di asteke herî pêş de ye. Di felsefeya gundî de têkîliya zayendî ya kor bi şev û roj heye. Di dîtinê de gelekî binamûs e, nimêja xwe dike, bi xwedayê xwe re ye. Lê belê li gor min jiyana wan hemû têkîliya zayendî ya kor e. Ev têkîliya zayendî ji asta malbata pêvajoya hovîtiyê jî şûndetir e. Tiştê tê jiyîn ev e. Çi qasî bi êş e ku ji bo vê hovîtiyê qilifê binamûsiyê lê dikin. Dema ku mirov tîne asta malbatê di wir de rastiya kurd ji hemû aliyan ve têkîliya zayendî hatiye fetisandin. Di rastiyê de bi hemû aliyan ve nasnameya neteweyî û welat çûye, her tişt di vir de hatiye windakirin. Vê gavê tengasiya herî mezin hîn jî ev e. Ne zilam û ne jî jin dikarin bêhn bistînin. Ev tenê bi nirxandinên wêjeyî yên dirêj û siyasî ve tê vegotin.

Ji gundîtiyê, ji bo çi zilamekî baş dernakeve? Rexmî hemû hewldanan ji bo çi berpirsyarekî siyasî û leşkerî yê xwedî hêz dernakeve? Ji bo çi pêşmergeyan ji ber malbata xwe çil caran xwe firotin? Zilamê kurd, ji bo çi ev qasî xwe firot Ewropayê? Ji bo malbata xwe û ji bo kar rojê çil caran parsekiyê ji dagirkeriyê re dike. Ji bo qaşo malbata ku xwedî namûs e, heta tenê ji bo jiyana xwe ya ji rêzê rizgar bike, li hemberî mûçeyekê (maaş) tiştekî ku nefiroşin nîne. Ma rûmet û namûs maye? Exlaq li ku dera vî tiştî ye? Lê belê tenê vê xilas bike li hemberî îşkenceya dinyayê li ber xwe dide dikare ji çolên Erebistanê biçe wî milî dinyayê Swêdê. Ev di heman demê de dramek e.

Şoreşger ji bo pirsgirêkan bi qaliban nêzîk nabin. Ew dizanin bi şêweyên afirandêr û bikaribe ber bi rizgariyê ve bibe, nêzîk bibin. Wê demê hûn dê çawa nêzîkî van pirsgirêkan bibin? Ji ber ku hem min weke takekes jiyaye, hem jî hêza min a çavdêriyê ya giştî heye dibêjim, li gor min beriya her tiştî pêwîst e azadiya zayendan pêk were. Pêwîst e têkîliya zayendî ji xapandinê, ji xistinê, ji bûyîna amûrê avakirina mal û milk û malbatê derbikeve. Heta pêwîst e mirov têkîliya zayendî ji amûrbûna ketinê derbixe. Ji ber ku têkîliya zayendî her dem weke bûyereke gelekî şerm tê nirxandin. Têkîliya di navbera zayendan de, têkîliya zayendî weke tiştekî gelekî şerm tê bidestgirtin. Gelo ma ev nêzîkbûn rast in? Ger em li gor zanistî, li gor zanista azadiyê lê temaşe bikin girêdaniya têkîliya zayendî bi paşverûtiyeke mezin ve, bi girtîbûnê ve, bi pêşketina civaka çînî û bi pergala mal û milk ve heye û heta ev yek weke nîşaneke vê ya herî ji rêzê û hêsan e. Di vir de tawana herî mezin ku li hemberî mirovahiyê hatiye pêkanîn, bingehê bêexlaqiyê di bin navê exlaq de derdikeve holê ye. Bi namûsbûna di vir de navê rûyê wê yê din bênamûsî ye û rûyê din ê girêdaniya zêde bi mêrê xwe ve jî fahişetî ye. Her du jî bi hev ve gelekî girêdayî ne. Van hemûyan di Kurdistanê de civaka me fetisandine û dinya me ya hizirandinê tune kiriye. Ango derfet nedaye ji bo pêşketinên ku jê re tê gotin, taybetmendiyên neteweyî û rastiyên siyasî. Hûn dikarin vê hizirandinê bêhtir bi pêş bixîn. A herî girîng jî hûn dikarin li ser pêk bînin.

Ez weke zayendekî xwe hindekî azad hîs dikim û şerekî min ê herî girîng jî ez xwe di asta azad de dihêlim. Gelo ma min bi vê yekê çi bi dest xist? Gel bi azadî, jin jî hindekî din bi wêrekî nêzikî min dibin. Ma gelo min ji bo gel got, bibêjin “Bijî Apo?” di carekê de her kesî li her cihî ev tişt got. Ma gelo ez jinan dikişînim gel xwe? Ger hûn balê lê bikişînin, di rêhevalên jin de pêwendiyeke kûr bi pêş dikeve û ji ber vê pêwendiyê di dîroka Rojhilata Navîn de cara yekem ev qas jin bêtirs li serê çiyayan çekê hildigirin. Me rê ji vê yekê re vekir. Gelo ma ez nebûma dikarîbûn gavan biavêjin? Çepê tirkan jî heye, bila gavan bidin avêtin. Misoger e ku girêdana vê bi sererastkirina jiyana min ve heye. Ji ber ku min dev ji asta xwe ya azadiyê berneda, civak û jin ber bi azadiyê ve diçin. Hûn ê hindekî bizanibin ku vê lêkolîn bikin. Rewşa azadiyê çi ye? Jin ji bo çi ber bi wê ve diçin? Ger mirov balê lê bikişîne, bûyera hezkirinê bi pêş dikeve, hûn ê hindekî dakevin çavkaniya vê yekê. Ev hezkirin çawa bi pêş dikeve? Pêwendiyên min hene, pêwîst e ez ji bo gel berfireh bihizirim. Misoger bi sebreke mezin û rik li ser xebatan bim. Ji bo we jinan jî her dem ji bo cihekî diyar şer bikim, ji bo asta azad û têkîliyên azad şerekî bidim. Gelekî li pêş çavan e ku min bi hêzeke mezin jinan kişandiye ber bi azadiyê ve. Gihiştina hindek encaman çêbû. Hindek pêşketin derketin holê. Bibînin ku rewşa min, rewşeke ku hindekî kar dike ye. Ez nabêjim, tiştê ku ez dibêjim misoger rast in û yekcar van qebûl bikin. Lê belê hindekî lêkolînkirinê bizanibin. Herî kêm ger hûn girêdanê baş çêbikin, hûn ê bikaribin mifteya avsûnî ku digihêje asta azadiyê bi dest bixin. Ev li gor min mifteyeke herî xwedî binirx e. Ev yek ji nîqaşan re jî vekiriye.

Ez di vê mijarê de dixwazim gelekî wêrek tevbigerim, her kesekî gotiye jin û bi ser de çûye. Nazim Hîkmet jî gotiye; “ jinên me ye, di sifraya me de piştî gayê zer xwedî cih e” û bi ser de çûye. Ji hizirandina zarokeke xemilandî heta bi gelek taswîran diçe. Ango ku gelekî wêjeya wê hatiye kirin. Di encamê de weke topeke di bin lingan de diçe û tê, heta dawiyê rewşeke xirab derketiye holê. Jin di rûmet û şerefê de, di beşa duyem de cihê xwe girtine. Gotina wê zêde nayê guhdarkirin, zêde cidî nayê girtin. Di pêvajoyên biryarên civakî û siyasî de cihê wê tune ye. Ew qasî kêm e. Di mijarên leşkerî de jixwe cihê wê tuneye. Di malbatê de jî cihê wê weke hatiye diyarkirin ‘piştî gayê zer’ tê. Eziyet û mineta dinyayê tê kişandin. Lê belê vê rewşê bi vî rengî qebûlkirin û ji vê re jî gotina rûmet li gor min heqareta herî mezin e ku li mirovan were kirin. Li dijderketina min her cureyê têkîlî û zewacan ku dibe encamên bi vî rengî heta çanda wê ji ber vê yekê ye.

Ger hûn lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê xwedî rêgez im. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi tebat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, ‘navê te birêz rêgez e?’, min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin; “em cara yekemîn, rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike.” Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girê bidim. Lê belê doza civaka mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka kurd a bêziman, kesayeta kurd a ku hezar caran tune bûye, ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîst e ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne. Hûn dijmin bin jî vê yekê rast binirxînin. Bi wî rengî ye ku serokê artêşa tirkan jî min rast dinirxîne. Ji kesayetên ku nedikarîn nefesa xwe bistînin û ji siya xwe ditirsiyan, afirandina vê rewşê gelekî girîng e. Heta ev yek tê wateya her tiştî jiyan bi xwe ye. Pêwîst e mirov rêgeza wê jiyanê bizanibe.

Di rastiyê de min bala xwe da rizgariya we, pergala têkîliya her zilamekî bigirin dest. Zilam xwe nade karên bi vî rengî, heta van tiştan bêwate dibînin. Hevalên me demeke dirêj e dibêjin, ew dixwaze bi van jinan ve çawa Partiyê bimeşîne û me vedibînin (yadirgamak). Ev feraset demeke dirêj e li ser pişta min weke barekî bû. Ew têkîliya taybet a ku min pêş xistiye, hemû têkîliyên ku piştre her kesekî ji bo weke ezmûnekî xwekuştinê dihizirî û weke ku min karekî herî xeter kiriye dinirxandin.

Ji ber jin tiştê zilam û hûn rêhevalên me yên jin qebûl dikin, bûyîna mal û milkê yê nêzîkbûna hestyarî ya ku destpêkê nîşan daye ye. Zilam dibêje ji sedî sed jin malê min e, hûn jin jî dibêjin ‘ez wisa bûm’ ma hêsan qebûlnekirina min xerabiyek e. Bêyî ku jin û zilam werin dahurandin hindek rastî çi hatin, hindek li gor rêpîvanên malbatê, hindek li gor rêpîvanên mal û milk, hindek li gor erk û hêzên xwe dikevine nava nêzîkbûnan. Tiştê ku piştî vê bi pêş dikeve jî girêdana jinan a bi malê û zarokan ve ye. Pêwîst e mirov bi rengê ev çi qasî exlaqî ye, yan jî çi qasî xizmeta azadiyê dike binirxîne. Rexneyên di vê mijarê de gelekî berfireh in û dahurandin jî gelekî pêş çûne. Gelo em bi kirina vî tiştî ve, gelekî we tengav dikin an jî gelo em pergala we serûbino dikin? Dibe ku ev hemû jî çêbibin, ez li rewşên ku derdikevine holê temaşe dikim, ez tê digihêjim ku dinya we ya hestan hilweşiyaye û ev ji bo bertekan rê vedike. Min hin dîtin nirxandin, li gor wan ez zilamekî bixof im. Nirxanên weke ma balkêş e mirov nikare bihizire yan jî ev gel Rêbertiya xwe nas dike, ma gelo dizanin Rêber bi vî rengî ye? Heye. Ez van hevokan hem bi tirs dibînim, hem jî bi xwe îftîhar dikim. Ji ber ku ez wiha me, ez ji bo xwe dibêjim bravo. Min ji dîrokê û rastiya koletiyê toleke baş wergirt. Ez xwe bi hêsanî naecibînim. Lê belê di hindek xalan de min hindek encamên bingehîn girt. Di mijarên kê û kîjan hest em hilweşandin de hûn ê hindekî hişmend û ji dil bin. Hindekî baweriyê bi xwe bînin û xwe nas bikin.

Ew nêzîkbûnên ku we jiyan e çi bûn? Hûn jin û civaka kurd gelo dizanin? Zarokên deh diwanzdeh salî girtine dane zilamê temen mezin, gelo wan tu caran hezkirin û rêz dîtine. Serê wan ew qasî dixebite? Gelo ma tu tercîhên wan û raweyên wan ên hezkirinê çêbûne? Gelo ma ew layiqê tu hurmetê bûne? Hûn baş dizanin ku pêwîst e, ji bo vê bersiva nexêr were dayîn. Destên wan û dilên wan vala ye. Zimanê wan hatiye girtin, çavên wan hatiye korkirin. Bi rengekî girêdayî li cihekî hatine rûniştandin. Şerê min li hemberî vê yekê ye. Dibe ku dibêjin ‘mafê her kesî ji bo dinya hestên erzan û têkîliyeke erzan a bi destxistinê heye.’ Heta hûn baş dizanin ku tê pirskirin ‘tu çawa PKK di vê rewşê de dihêlî? Ev qas jin û zilam bêyî ku bizewicin çawa tên girtin?’ Hevalekî digot; ‘jin û zilam weke agir û barûtê ne, tu çawa di nava hev de digirî?’, wê provakatorê jî digot; ‘em ê di nava 48 demjimêran de pirsgirêkê çareser bikin. Kê dê bi kê re bizewice biryar bigirin, pirsgirêkê ji binî ve çareser bikin.’ Di vê mijarê de provakatoran soz dabûn hev û digotin ‘ger em partiyê bigirin bin destên xwe, em ê wê di malên ku hûn dixwazin, têkîliyên ku hûn dixwazin de bigirin.’ Bi sedan heta bi hezaran xebatkar bi vê rêyê bêbandor hatin hiştin.

Ger mirov baş lê temaşe bike, çîrok heman çîrok e. Ha zilamê li gund têkîlî bi vî rengî bi dest girtiye, malbat avakiriye, ji xwe re pîrek aniye, bûye mêr, ha di nava refên me de hatiye kirin, ji hev ne cihê ne. Gelo me jin û zilam serbest bihişta dê çawa çêbûya? Weke wan bi xwe digotin, yek kes nediçû Botanê, dê biçûna li Ewropayê bijiyana. Gelo ma hûn dikarin mirovê li Ewropayê dijî bikujîn jî, serê wî jî jê bikin, bibêjin ‘were tu bûyî dewlet, te serxwebûn bi dest xistiye’ û bînin welatê wî? Gelo ma hûn dikarin kesekî bikîşinin şerekî wiha bi zehmet? Ger em li ser bihizirin, em ê bibînin ku ev yek ne gengaz e. Wê rûberûyê her şêweyê heqaretê, her biçe ber bi komkujiyan ve biçe lê dîsa ew ji xwe re weke çarenûs diyar kirine. Kê çi ferzî kê dike? Ferzkirinên min çibûn? Di serî de rastiya xwe binasin, ji bo vê yekê PKK’ê û ji wê wêdetir sosyalîzma di nava PKK’ê de nas bikin. Herî dawî jî xwe weke zayend nas bikin. Pêwîst e em vê platformê vekirî bihêlin. Nûbûna herî girîng a ku em nîşanî we bidin, ew e. Hûn platformeke vekirî bihêlin ku bikaribin xwe azad binirxînin. Destpêkê em derfeta hizirandineke ku xwe ji kaprîsan û ji azweriyan xelas kiriye, pêşkeş dikin. Hûn bi vê re bi rê bikevin, bi hev re nîqaşê pêşbixin, ji bo hev tiştên rast ferz bikin, çarenûsa xwe nîqaş bikin. Ji ber wê yekê jî pêwîst e kes ji bo tu kesekî nebe asteng. Bi taybetî ferzkirinên hemberî hev bila sînoran zêde tengav nekin. Tengavkirina sînoran nayê wateya ‘tu bûyî yê min û ez bûme yê te’ hev kor nekin. Bi hezkirin û rêzdariyê ve dagirtî bin, lê belê kesek xwe nêzikî rewşên ku em dikarin jê re bibêjin, tengavkirinên fîzîkî ango tacîzê nebe. Ev yek hîn zêdetir ji bo we pêwîst bû. Ji ber ku pêwîstiya we bi hindekî hizirandinê û xwe komîserhevkirinê hebû. Ev yek ne ji bo komekê dihat kirin, ji bo dîrokê dihat kirin. Ji bo pêvajoyeke dîrokê gaveke azadiyê bidin avêtin, dihat kirin.

Azweriyên we û şêweyê we yê hatina têkoşînê, hiştiye ku hûn heta qirika xwe bikevine nava hêrsê, min li hember vê yekê li ber xwe da. Ji bo vê jî min hindek nêzîkbûn bi pêş xistin. Min pirs kir ev çi azwerî ye? Min ev azwerî guherand welatparêziyê, têgihiştina gel, naskirinê û girêdaniyê. Me ev mijar hem berfireh nîqaş kir û hem jî me xwest wê ferz bikin. Ev ferzkirineke rast e. Ji ber ku ez ji bo berjewendiyên we bi qasî nêvenga nîqaşê ya wekhev û azad bidim ew qasî jî maf û berpirsyariya tercîhkirinê didim we. Lê belê gelo ma tiştê girîng ev bû? Gelo ma ya girîng xwe tunekirin bû? Tişta girîng fêmkirina vê rastiya dîrokî ye. Gihîştina rêgeza rizgariya giştî ye û bi vê re jî rizgariya kes pêşxistine. Hat xwestin ku bi we re têkîlî di vê çerçoveyê de were sererastkirin.

Piştî van diyarkirinên giştî di pratîkê de ji bo çi hîn jî hindek pirsgirêk tên jiyîn. An jî rewşên ku mirov dikare jê re bibêje sîxuriya objektîf derdikeve holê. Sedema jiyîna vê tênegihiştina rêgeza azadiyê ye. Sînor neanîna ajoyan e. Yan jî hêza avakirina girêdana siyasî nîşan nedan e. Siyaset xetek e, ev xet her ku diçe dibe rêxistin û çalakî. Ji ber ku bi wê re girêdanî nayê avakirin tê xwestin azweriyên bêrêgez were bilêvkirin. Di vê mijarê de em hindekî astengiyan çêdikin. Tişta rast ferz dikin, ev jî bi helwestên tund ve tê pêşiwazîkirin. Di encam de ev entrîka û paşbêjiyan (dedikodu) derdixê holê. Ev jî dihêle ku pêşiya pêşketinên ku çêbibin were girtin.

Di vir de em Yalçin Kuçuk bi bîr tînin, di nivîseke xwe de dibêje “Ocalan bi bûldozeran mêjiyan –ez dikarim li ser vê dilan jî zêde bikim- cot dike û gulan diçîne, mêjiyan vediguherîne baxçeyên gulan.” Di rastiyê de ew me lêkolîn dike û digihêje hindek encaman. Bi rastî jî zewiya kurd encax bi bûldozerê were cotkirin û ger hindek tov werin reşandin dibe ku gul an jî gihayên cuda şîn bibin. Di bexçeyê kurd a niha heyî de ne gul ne jî giha heye. Baxçe hatiye şewitandin, xirabe ye. Lîtav e (batak). Mirov nikare ji bêhnê û ji nefretê jê derbas bibe. Ew kesên ku hindekî hêzên wan ên nêzîkbûnê hene dikarin vê yekê bibînin.

Dibe ku hindek ji we hez bikin, di vê mijarê de ez hindekî jinan û keçikan şermezar dikim. Ez zêde tolhildêr nîn im. Lê belê rewşên ku nayên efûkirin tên jiyîn. Dîsa jî em wan efû bikin. Hindekî digihîne astekî ku devê wan dikare axaftinê bike, hindekî digihêjinn hêza hizirandinê lê belê ji ber ku nikarin xwe ji hemû aliyan ve bi pêş bixin dikevin nava rewşên gelekî xeter. Ma gelo wan çi kirin ku çi dixwazin? Kîjan şer meşandin û dixwazin çi bistînin? Gelo hewldanên me heta ku derê fêm kirin? Ez bawer nakim derdê van ê kurd fêmkirinê û di Kurdistanê de jiyînê zêde hebe. Tê xwestin ku xaleke girîng were derbaskirin. Lê belê di hemû provakatoran û oportunîstan de hewldanên ku di pêvajoyên bi vî rengî de ji cihê herî jiyanî derbeyê lê bidin heye. Tenê di vê mijarê de na, di gelek mijarên cihêreng de min bi sedan mînakên vê yekê dîtin. Mînak, şer di dema krîtîk de ye û ger rast nêzîkbûn çêbibe, dê gavê gelekî mezin werin avêtin, lê belê mirovek derdikeve holê û oportunîzmeke wisa ferz dike ku derfetên xwedî nirxekî zêrîn tê windakirin. Bingehê van ê çînî heye. Wisa ye ku mirov dikarin bi min re gelekî balkêş bimeşin.

Hûn baş dizanin ku ez bi astengiyan re şer dikim û dixwazim xwe nexapînim. Astê civakî û pîvana edaletê ya ku ez dibêjim xwe nexapînin gelekî girîng e. Em sosyalîzmê temsîl dikin. Ji bo têkîliyan ên diperçiqînin û tenê perçiqandin bi qasî ku raberkirina hêza teorî ji bo pratîkê jî gelekî girîng e. Tu kesek vê jî nahesibîne, naxwaze hîn bibe. Ji ber ku bêdil in. Tiştê ku min kiriye, neqebûlkirina vê bû. Li hemberî girtîbûneke mezin me bi serê xwe şer kir. Hûn jî dikarin bibêjin, em ji bo azadiyê şer dikin û dijîn. Lê belê gelo ev yek bi hewldanê me ve çi qasî digihêjin hev, hûn çi qasî girêdayî me ne. Tengasiyeke we ya hundirîn çêdibe. Hûn vê dizîvirînin bertekê û nerihetiyê. Bi vî rengî di dilê we de ji bo me cih namîne. Heta hîn wêrekbûna min, hîn zêdetir hatina min a hezkirinê xerab tê dîtin.

Hemû jin, gelekî binirx dîtin şopa hêza kesekî bihêz e. Ev yek me ji bo we vekirî diyar kir. Ez ne li pey avakirina ast û haremê bûm û hîn jî di asta xizmetkarekî de me. Ez ji bo we xizmetê dikim. Gelo ma we dikarî ji mêrê xwe, ji evîndarê xwe pêwendiyeke wiha bidîta? Gelo evîndarekî we hebe ku bi vî rengî were derdê we guhdar bike, ev qasî xitabî dinya we ya hundirîn bike û pêwendî nîşanî pirsgirêkên we bike hebû?. Hembêz dikir, bi we şadibû û du rojên din ruhê we derdixist. Ev gelekî vekirî ye. Ez zilaman herî kêm bi qasî we nas dikim, azweriyên we avahiya we ji bo vê yekê gelekî vekiriye. Hûn di nava lewaziyan de ne. Wê ew bi kar bianiya heta dawiya temenê xwe dê jiyaneke aloz bidomanda. Gelo ma ev yek tiştekî gelekî xweşik e? Gelo wê windakirinên we yên mezin çênebûya? Berî her tiştî ma gelo mêrxasiya we, kesayeta we bêyî ku pêş bikeve ji dest nediçû. Gelo tiştên ku hatine windakirin, qet nebûn? Van tiştan nîqaş bikin. Dibe ku zilam baş jî nêzî we bibe, we baş biparêze, gelekî hez jî bike, we kêfxweş jî bike lê belê gelo ma bi rastî jî kêfxweşî ev e? Wêneyê malbatên kêfxweş ên bi vî rengî têne çêkirin, gelo ma bi rastî jî wiha ye? Hûn dema li civakê temaşe dikin wiha nebûna wê bi çavtirsandî pêşwazî dikin û dibînin. Gelo ma di têkîliyeke bi vî rengî de aramiya keçeke ciwan çi qasî tê parastin? Rêzdayîn û nirxdayîna wê çi qasî çêdibe? Li derûdora xwe ya herî nêzîk temaşe bikin, gelo çi qasî rûmeta we heye? Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cur çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî tê digihên. Ev nêzîkbûneke gelekî erzan e û wan îflah nake. Dîsa jî hilbijartina we ye.

Tiştê ku ez dixwazim bikim, bikaribim derfetên hilbijartinê jêhatiya ecibandin û hilbijartinê biafirînim. Ji ber ku xwe pêşkeşkirina min a ji bo we, ne encamê ketîbûnekê de ye. Di rastiyê de dixwazim vê yekê bi we bidim hîskirin. Ew mirovê hûn ji xwe re weke Rêber dizanin jî, di mijara jinan de pêwîst e bi we re weke evîndarekî mijûl bibe ew qasî xizmet bike. Ji bo azadiyê jî wêneyeke ew qasî vekirî çêbike ku hûn xwe nexelitînin. Pêwîst e hûn bibêjin ger Rêberek jî wiha dike, mirovên li hemberî me gelo dê çawa bike? Hûn ê bibêjin ku Rêberek ev qasî serdest e û bihêz e, wiha nêzikî me dibe, tu yî ji bo çi nêzîkbûneke wiha nîşanî me nedî? Pêwîst e mirov vê di we de bîne rewşeke xwestekê. Ev jî her ku biçe bigihêje asta têkoşînê. Ev şerê we yê azadiyê ye. Hûn dizanin ku ev nêzîkbûneke gelekî bihosteyî ye. Ez nabêjim artîstiyê dikim, lê belê gelo yê ku min di vê de dihelê kî ye? Gelo em wiha nekin, ma em dikarin bi qasî milîmekî gavan bidin avêtin? Gelo ma di vî karî de kesên xwedî nêzîkbûnên azad in, weke we derbikevin? Ger hûn bibêjin ‘di rastiyê de heta vê derê ye, pêwîstiya me bi hilbijartina azad nîne, ya ku em biecibînin me ecibandiye.’ Wê demê ez ê ji we bipirsim, we ji bo çi şoreşgeriya xwe bihêz nekir, ji bo çi hûn hatin vê derê? Ji bo çi hûn binketî ne? Ji bo çi hûn nikarin hêz bidin karekî rast? Li jiyana xwe temaşe bikin, hûn dê bibînin ku ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî hûn kêm in, di nava xeletiyan de ne. Misoger pêwîstiya we bi veguherînê heye.

Hûn dizanin ku nêzîkbûneke bi vî rengî çi qasî pêwîst e, diyar e ku hûn ê ji nêzîkbûneke wiha encamên herî girîng derbixin. Ev tişt aşkera derdikeve holê. We ji bo çi xwe xist vê rewşê? Min ji bo çi xwe xist bin xizmeta we, ma ev yek pêwîst bû? Ez van pirsan ji we dipirsim. Ji ber ez şoreşger im. Di destepêkê de min tu caran nekir pirsgirêk û li ser pirsgirêkan ez bi caran rawestiyam. Di hizirandinê de û di helwestan de jî gelekî şaşitî hebûn, bêyî bipirsim bi ser we de hatim. Hindekan ev yek weke ferzkirin fêm kirin, bi we re ez dem bi dem axivîm, li gor min dibe ku keçeke me, jineke me îro bibe perçeyekî welat. Di rastiyê de ev yek hindekî rast e jî. Di rastiya jinan de, rastiya me ya civakî û neteweyî hîn jî dijî. Zilam jî ji ber nokeriyê, xerîbûnê, ji ber ku xwe rojê çil caran li ber dijmin tewandiye tune bûye. Ji ber vê sedemê ew nikare nirxên neteweyî zêde temsîl bike. Jin çi qasî paşde be jî –jin ji bo Botanê kurdê bêriya çar hezar salan temsîl dike- zêde ber bi bişaftinê ve neçûye. Her jinek di rastiyê de weke nirxeke neteweyî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hûn bipirsin ‘em kesên bêhnpêketî û tunebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî mezin in?’ welatparêzek jî pêwîst e wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşiwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çi qasî hûn layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di ku dera vê de ye?

Di rastiyê de rûmeta jinên kurd piştî gayê zer tê. Te çawa bi dest girtibe dê wiha be. Ma aliyê vê yê mirovî heye gelo? Jin ev qasî ji dîroka welat û ji çandê qut bigirin dest piştre jî bibêjin, canê min û malê min, bi ser de biçin. Bêrêzî û ferzkirina herî mezin di vir de ye. Têkîlî û azadiya zayendî ku xwe dispêre vê, gelo çend qirûş qîmeta wê heye? Azweriya te şiyar bûye û te hembêz kiriye. Ev tişt dibe rêgeza koletiyê, rêgeza lawiriyê heta dibe xerîbiyê û dagirkeriyê. Di vir de rêxistinbûyîn û çalakî nîne. Vaye feraseta gundîtiyê ya rastiya têkîliya zayendî, ya kor ku bi şev û rojê li rastê ye. Ma ev azadî ye yan namus e?

Ez ji karkirinê eciz nabim, çawa ku ez di zaroktiya xwe de bi coşa hevaltiyê tevdigeriyam, hîn jî wiha me. Di hizir û jiyana min de kesayet xistina pîrek, an jî zilamkirina sexte nîne. Ez di jiyana xwe de cih nadim van tiştan. Ev yek bi min gelekî kirêt tê. Hevjînî tiştekî xirab nîne, lê belê gelo hevjînî çawa pêş dikeve? Ev yek ji bo min hîn jî pirsgirêkeke şer e. Şer û mijûlbûna mezin dema ku ber bi vê yekê ve diçe girîng e. Ji bo hindekan rêya ku diçe hezkirinê weke av vexwarinê ye. Lê belê ev gelekî zehmet e. Li gel me rêya ku diçe hezkirinê vekirî hiştin bi şerekî dijwar ve gengaz e. Ez dahûrandinan kurt dikim, lêkolînekirina vê guneh e. Devê wan hindekî axaftin dike, wê jî gelekî xirab bi kar tînin. Ez ditirsim, gelek dê bikevin rewşeke wisa ku ew hewldanên ku hatine kirin, dê înkar bikin û hewldan vala biçin. Dê vê fêm nekin û biçin. Encamê vê baş nabe, yê ku dîroka xwe û hewldanên ku hatine pêşxistin înkar bike, ne dibe sosyalîst ne jî di rêya rizgariyê de dibe xwedî ezmûneke qayîm. Dê rewşa wan weke li welatên reel sosyalîst bibe.

Hûn di têkîliyan de gelekî zehmetiyê dikişînin. Baweriya we ya bi xwe gelekî lewaz e. Pêwîst e mirov wêrek be. Di vî alî de ger hûn bixwazin, ez dikarim xebatên jinan bi sînor bikim. Lê belê ez ditirsim hûn xwe winda bikin, ji ber ku ez bawer nakim zêde piştgiriya we hebe. Ez bawer dikim ku min hindekî têkoşîna jinan di teoriyê de û di pratîkê de wateya wê ya rêxistinî çi ye, fêm kiriye û ez vê yekê dikarim bimeşînim. Lê belê rewşa sabotekirina vê xebatê heye, di vê mijarê de hûn bi xwe dikevin nava kêmasiyan. Ev jî min dide hizirandin û dihelê ku ez tedbîran bigirim. Ger baş were temaşekirin, ev nêzîkbûn hetanî dawiyê zanistî ne û ji bo azadiyê bangewazî ye. Pêwîst e mirov bi jinan ewle be, pêwîst e mirov hem ji wan bawer bike ku bi wan re jiyan dê hîn baştir were pêşxistin, hem jî pêwîst e mirov di nava hewldanên wê yên taybet de be. Pêwîst nake ku keçik xwe bikin nava zehmetiyan, em zêde tiştan ji wan naxwazin. Pêwîst nake ku hûn bikevine nava hewldanên weke ‘em bibezin şer, çekê hilgirin, bibezin çiyê û yan jî pêwîst e ez xwe bipeyitînim’ jî. Pêwîst nake hûn xwe bi qasî hin azweriyan girêdayî hîs bikin. Pêwîst nake ku hûn xwe bi zincîrên koletiyê ve jî girêdayî hîs bikin. Ez jî di nav de li hemberî we tu sazî û kes ne li hemberî zayenda we, ne jî zayendîbûna we, dikarin bibin xwedî bandorekî ferzkirinê. Hûn dikarin heta dawiyê azad nêz bibin. Pêwîst e ku jêhatiyeke we ya hilbijartinê hebe. Pêwîst e ku hûn bikaribin xweşikbûnê bibînin. Heta hûn wê bikin malê xwe.

Dema ku jin bûn mijara gotinan em nikarin wan ji jiyanê qut bigirin dest. Di kurdan de ‘jîn’ hem tê wateya jiyanê û hem jî tê ya jinê. Ev penaseyeke gelekî rast e, lê belê gelo ma ev ketiye çi rewşê? Li gel me jiyan jehr e, stirî ye, di nava birînan de ye, belayeke ku bi navê wê dikevine nava her cureyê bênamûsiyan. Jin jî di vê jiyanê de zayenda herî zêde hatiye katalîzorkirin û wiha jî tê bikaranîn. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinan jî serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de kûr bûn. Ez hizirîm ku dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng pêk hatin. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir, di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî.

Di hemû rabûnên gel de xebatên me bandorên diyarker pêk tînin. Ew jinên ku berxwedaniyên mezin kirin û çûn şehadetên mezin, me ew afirandin. Ew berhemên van xebatan in. Hindek xayîn derketin, lê belê beşeke mezin ketin rewşa qehremanan. Pêwîst e ez Bêrîvana ku li Cizîrê cara yekem şehîd bû bi bîr bînim. Dibistana seretayî qedandibû û ji bo li zarokên malbatê binêre çûbû Ewropayê. Di nava me de jî bû parçeyeke azadiyê û derket. Ev di nava pêvajoya ku bi min re ket têkîliyan derkete holê. Berê koleyeke reben bû, axaftin û ken nedizanî, piştre dît ku çi qasî qîmet tê dayîn, bi vî rengî bi sedan jinên azadîxwaz hene. Ma gelo rûmetdayîna me anîna asteke şervantiyê xirab bû? Dibe ku azweriyên xwe nejiyan, lê belê di dîroka gelê me de cihê xwe yê pîroz girtin. Tê xwestin ku ev tişt hemû şaş werin nirxandin. Di rastiyê de ev pêşketinên ku hebûna neteweyekî ne û rûmeta jinan e.

Hûn li ser vê bingehê bi pêş dikevin, pêwîst e em xwe bi vê yekê têr nebînin, hîn zêdetir pêşveçûn hebin. Xizmeta min tenê têr nake, ji bo hewldanên we hem pêwîstî heye, hem jî hûn hêza bingehîn a vî karî ne. Di bûyera kurd de misoger girtina we ya vî cihî gelekî girîng e. Lê belê hîn jî hûn newêrek nêzîk dibin, hûn zêde ji xwe ne bawer in. Girêdaniya rêgezê tê derbaskirin, zêde biedeb nînin. Hûn tengav dibin û carna digihêjinn asta teqandinê. Ew jî diyar dike ku hûn di gihiştinê de lewaz in. Israra di mayîna jineke lawaz de û ji bo yekî kul û kolebûnê ne ji bo başiya we ye. Berfirehkirina jêhatiyên xwe yên hilbijartinê û nirxandinê yên ku têkîliyan baş e. Lê belê bi rêgezbûnê, bi terbiyebûnê û bûyîna berendamê azadbûnê hûn ê bizanibin. Nirxana me ya ku em we weke rêhevalên dilsoz dibînin bila xirab neyê dîtin. Ev rewş pêwîst e we ber bi xwe mezindîtinê û delalîbûnê ve nebe. Di heman demê de neyê gotin ku gelo niyet xirab in. Ne hûn ew qasî pêşketî ne, ne jî nêzîkbûn bi niyetên xirab in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar