Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pêvajo û peywirên lezgîn

Bêguman ji bo gelê kurd her dem pêvajo girîng û dijwar e. Ji ber ku gelê kurd azadî û statûya xwe bi dest nexistiye. Di nava înkar û bişaftineke bê hempa de ye. Heman demê welatê Kurdistanê û gelên Kurdistanê di navenda şerê Cîhanê yê sêyemîn dene. 

Gelek hêzên hegemonîk, yên herêmî û yên li ser xaka Kurdistanê dagirker bi awayeke di nava vî şerî dene. Ev şerê heyî dê guhertin û encamên çawan bi xwe re bîne ji naha ve ne diyar e. Tişta diyar, her hêz û aliyek dixwaze berjewendiyên xwe biparêze an jî gorî armanc û projeyên xwe destkeftiyên xwe mezin bike.

Gelê kurd jî nêzî sed salan e ji bo azadiya xwe li ber xwe dide. Gelek berxwedanan de têk çû. Belê bêhîvî nebû. Dest ji têkoşînê berneda. Di nava van pêncî salan de bê navber li ber xwe dide. Li başûr, rojava wekî tê xwestin nebe jî destkeftiyên girîng bidest xistiye.

Gelê kurd di Rojhilata Navîn de bûye xwedî hêz. Lê belê ne destkeftiyên kurdan misogerkirîne ne jî stratejiyek hevbeş û yekîtiyeke yekrêzîbuyî avakiriye. Rewşa heyî de gelê kurd bi gelek talukeyên mezin re rûbirû ye.

Ji niha ve xuya ye ev sala em têde dê saleke dijwar be. Şerî dewleta Rusya û Ukrayna ne tenê di nava her du dewletan de ye. Heman demê bi awayekî cuda be jî Amerîka û hevalbendên wî jî di nava vî şeri de cîh digirine. Ber hindê gelek derûdor dê ji vî şerî bandorê bibînin. Kî dê qaşo bê alî bimîne, kî dê xwedî helwesteke çawan be dê di nava demê de heta radeyekê zelal bibe.

Ya herî girîng kurdan û dostên wan eleqeder dike bê guman dê hewldanên Dewletên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê be. Heman deme helwesta Amerîka û Rûsyayê jî girîng e. Tirkiye qaşo dixwaze navbera Amerîka, Ukrayna, NATO û Rûsyayê de bê alî bimîne. Ji hemû aliyan ve jî sûdê wergire û berjewendiyên xwe biparêze û mezin bike.

Tê zanîn ku Tirkiye ji hemû aliyan ve di nava qeyranên mezin de ye. Gorî zagonên heyî hilbijartinên giştî û serok komarî dê demen pêş de bêne kirin. Heya niha lêkolînên hatine diyarkirin eger hilbijartineke ji rêzê jî bête darxistin, AKP û hevalbendên wî dê winda bikin.

Ji niha ve ji hêla gelek aliyan ve gelek seneryo têne nîqaşkirin û pêve girêdayî pirs têne kirin.

Tê gotin ku gelo AKP ji bo ku neçe hilbijartinê dê bi hinek dewletên cîranan re şereke derxe an na?

An jî ji nakokiyên navbera Rûsya, Amerîka û hevalbendên wan de dê sûdê bigre û êrişê Rojava an jî Başûr bike?

Gelo dê rewşeke awarte an jî normal de biçe hilbijartinê an na? Gelek pirsen bi vî rengî têne pirsin û nîqaşkirin.

Rastiyek heye ku AKP û hevalbendên wî bi tu awayî naxwazin dest ji desthilatdariyê berdin. Çi dek û dolap ji destê wan bê dê bigerînin. Ev rastiyek berbiçav e. Ji bona gelên Tirkiye cardin bixapînin û desthilatdariya xwe bidomînin hewcehiya wan bi serkeftinekê heye.

Gorî polîtikayên wan yên berbiçav xuya dike ku eniya ji bo xwe herî rehet dibînin û bawer dikin ku dê hinek destkeftiyan demkî be jî bi dest bixînin Rojava û Başûr e. Ji ber hindê ji niha ve ketine nava amedekarî û hewldanan.

Serî de dixwazin vê pêvajoya nazik de hinik hêzên kurdan bêxine xizmeta xwe û êrişê hinik hêzên din bikin. Kurdan bi kurdan bidine lewazkirin û tunekirin. Deskeftiyên Başûr, Şengal û Rojava jî ji halê rakin. Talukeya herî girîng û mezin ji bo gelê kurd û dostên wan ev e.

Pêwîst e hemû, partî, hêz, sazî, kesayet, ronakbîr, hunermend û gelê kurd û dostên wan yên dixwazin xeta welatparêziyê, demokrasiyê û azadiyê de bimeşin bi lezgînî yekitiya xwe avabikin. Stratejiyeke hevbeş ser berjewendiyên giştî diyar bikin û gorî wê dîplomasî û têkoşînê pêş bixin. Li hemberî hemû êriş û talukeyan hişyarî û baldariyek mezin di nava civakê de biraçînin. Bandoreke mezin li ser hêzên bikevin nava şaşiyan û xizmeta dagirkerin bikin.

 Divê bi lezgînî yekîti bi aliyên amade re bête avakirin. Ji bo hêzên neyêne yekitiyê û xeta neteweyî êdî hewldanên yekitiyê neyêne paşdedayîn.

Wekî din divê ji bo hilbijartinê HDP û dostên wê rêya sêyemîn kûr û berfirehtir bike. Ji niha ve ji bona ewlehiya hilbijartinê amadekariyên girîng bi partiyên himber re jî nîqaş bikin. Heman demê de serî de gelê kurd û raya giştî li himber hemû êrişkarî, dek û dolaban jî hişyar bikin.

Pêwîste gelê me û hêzên demokrasiyê vê pêvajoya girîng û têr taluke her roj bi giyan û coşa Newrozê pêşwazî bike û peywirên xwe yên dîrokî pêkbîne.

Ji hemû deman zêdetir derfetên serkeftinê hene. Tişta pêwîst xwe bi rêxistinkirin, bi yekîtî kirin, bi xwe bawerbûn û berxwedan e…  

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar