Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Pêvajoya çareseriyê yan pêvajoya mijûlkirinê

Li cîhanê guherîneke bingehîn a kurewî xwe ferz dike û hêzên serdest ên cîhanê jî hewl didin vê guherînê bi şerê 3’yemîn ê cîhanî arasteyî xwe bikin. Ev guherîn carina bi rêya şer, êrîş, komkujî û hwd. bi rêyên tundî , carna jî bi rêya siyaset û dîplomasiyê pêş dikeve.

22-24’ê cotmehê li paytexta Tataristan Kazanê lûtkeya lîderên BRICS’ê pêk hat. Piştî merasîma kişandina fotografan, Serokê Rûsyayê Putîn axaftina vekirinê kir. Yek bi yek lîderên din jî axivîn. Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di axaftina xwe de kurt û kurtasî xwest ku divê pergaleke nû yê cîhanê ku ne tenê yek cemserî bê rêvebirin were  avakirin. Ango bi navê serdestên BRCS’ê li hember Amerîka û hêzên rojavayî daxwaz û armancên  BRICS’ê bi lêv kir. Elbet Serokomarê Îranê ku her roj kurd an bi darvedike behsa edalet û wekhaviyê li cîhanê  kir.

Belê hêdî hêdî serdestên cîhanê amajên xwe yên şerê sêyemîn ê cîhanî diyar dikin û aşkere dikin. Li aliyê din NATO heye û bi salane bingeha şerê sêyemîn hazir dike. Salek berê bi êrîşa Hamasê re lez dane vê plana bingehîn û dest bi guherîna erdnigariya Rojhilata Navîn kirin. Îsraîlê gotin cih de be baskên Îranê yê Rojhilata Navîn wekî HAMAS-HIZBÛLLAH-HÛSÎ kir hedef, Sûriye û Iraq jî di hedefê ne, di gelek aliyan de jî gihîşt aemanca xwe. Lê Îran hê jî li cihê xwe ye û Îsraîlê çav berdaye Îranê ku hedefa esasî jixwe ew e. Pêşî baskên wê hatin tasfiyekirin, ji bo Îranê jî wê hincetek avabikin elbet.

Ev rewşa heyî kurt û kurtasî rengê siyaseta dewleta Tirk jî veguherand û bandor li siyaseta desthilata AKP-MHP’ê jî kir. Kurd careke din ber dilê wan şêrîn bûn û xwe avêtin hawara kurdan. Lê ev guherîna siyasetê wisa dixuye xapînoke, elbet kurd jî naxapin.

Ji ber derewên Erdogan nermabûn vê carê ket para Bahçelî. Ew çi gotin bûn, çi xwebawerî bû matmayî ma herkes,lê her tişt siyasete û zû tê jibîrkirin. Civaka Tirkiyeyê bi şerê taybet a psîkolojîk tê birêvebirin û heta niha dewlet girseyên xwe baş bi rê ve dibe.

Lê nikarin kurdan bixapînin. Ji ber ku pratîkên berê diyar in. Zehmete mirov bawer bike ku hikûmeta AKP-MHP’ê  bi perspektîfa demokratîkbûyîn û refaha civakî li însiyatîfeke nû binêre. Sedem tiştek din e û li jor kurt û kurtasi me behs kir. Pergala cîhanê  ber bi guherînê diçe, rewşa heyî vê ferz dike, Erdogan xwest bi şer pêşî li vê bigire lê nekarî û nikare jî. Ji ber vê yekê jî li gor xwendina min ev saleke haziriyek heye, xwestin pêşî derbên giran ên siyasî û leşkerî li Tevgera Azadiyê bidin û dema hatin ser maseyê destê xwe xurt bikin. Raste êrîş kirin, komkujî kirin her wiha di astekî başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê  dagirkirin.

Lê bi ser neketin. Li hember dagirkeriyê têkoşîna kurdan her xurttir bû, pêş ket û berxwedan mezin bû. Siyaseta Demokratîk bi têkoşîna xwe hewl da astengî û terora desthilatê yê li Bakur bişkîne, bi astekê jî şikand. Dîsa li Rojava ji xwe ji roja Şoreşê ve li ser piyaye û ji bo siberojeke ewle û aram li ber xwe dide. Di serî de Ewropa li tevahiya cîhanê jî kurd û dostên xwe li ser piya bûn û bi Pêngava Cîhanî bûn hêza gerdûnî yê kurdan. Di dawiya dawî bi Rêber Apo re hevdîtina malbatê  pêk hat û peyama wî gihîşt bi milyonan. Di vê çarçoveyê de deriyên Îmraliyê bi têkoşîna gelê lurd û dostên xwe vebû û bi xurtkirina têkoşînê re wê azadiya wî jî mîsoger be.

Lê sedema nîqaş, pêvajo an jî rewşa dawiya siyaseta Tirkiyeyê ne tenê ji ber têkoşîna kurdane. Bi ya min tirsa ji kurdan e, tirsa bi rêxistinbûn û hêza kurdan e. Lewma sedema vê geşedanên ji derveyî welêt in. Niha desthilata AKP-MHP’ê xitimiye, heke di şer de dewam bike wê di rewşeke awarte yê Rojhilata Navîn de nikare pêşî li şoreşa Kurdistanê bigire. Ji ber wê gavên nû diavêje.

Elbet pêşî dixwaze siyaseta xwe biguhere, zimanê nerimbûnê lewma pêş dixe û banga asayîkirina siyasetê, xurtkirina eniya navxweyî dike. Hin gavên ecêp jî avêtin. Heke siyaseta heyî ji aliyê dewleta tirk ve hatibe xwestin wê berdewam jî bike. Ji ber ku dixwazin xwe wek aliyê çareseriyê nîşan bidin û siyaseta navxweyî ji nû ve dizayn bikin. Li aliyê din endamtiya Tirkiyeyê ya BRICS’ê nehate qebûlkirin. Jixwe ne mumkune ku dewletek hem endamê NATO, hem jî endamê BRICS’ê be.

Niha halî hazir li ser kursiyên meclîsê peyaman didin, dema balafirgehan daxuyaniyan didin. Banga asayîbûnê dikin, çek berdanê dikin. Lê gelo halî hazir aşkere yan jî veşartî agirbestek heye. Tişta ku em zanin tine. Ji ber ku her roj li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê bombardiman dewam dikin. Balafirên şer rojane êrîşan dike. li Bakur mîtînga çareseriyê asteng kirin. Zext dewam dike, înkara ziman û nasname dewam dike, li zindanan hatina cenazeyên girtiyên nexweş dewam dike.

Ji ber wê jî mafê kesê nîne bêje gerîla çima çalakî dike?

Heke wêrek bin bila ji desthilata AKP-MHP’ê re bêjin:

Masayek muzakereyê ku serobinokirî heye, divê bê rakirin, metnekî mutabakatê ku tê înkarkirin heye,

Li Îmraliyê “Tecrîd dewam dike.”

Gav bavêjin, Tecrîdê rakin û cihên dagirkirine vekişin û bila agirbestek pêk bê.

Nûçeyên Têkildar