Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Pêvajoya jinûve avakirinê em ê bi ser bixînin’

Parlamenterê HDP’ê yê berê Kemal Bulbul diyar kir ku di çarçoveya rexneyên ji gelê me hatin em ê pêvajoya ji nû ve avakirinê ya Partiya Çepên Kesk bidin destpêkirin û got: “Em ê bi kedê pêvajoya ji nû ve avakirinê bi ser bixînin.”

Di çarçoveya ji nû ve avakirinê de li gelek bajrên Kurdistan û Tirkiyeyê civînên gel ên Partiya Çepên Kesk bi tevlîbûnên zêde dewam dikin. Hatay, Mereş, Semsûr, Dîlok û Meletî bajarên ku herî zêde di du erdehejên mezin ên 6’ê Sibatê de bandor bûne ne. Parlementerê berê yê HDP’ê Kemal Bulbul, li van pênc bajarên ku nifûsa elewî lê zêde ye, civînên gel çawa derbas bûn, nêzîkatiya gel a ji nû ve avakirinê re û hêviyên civaka elewî ji bo pêvajoya nû nirxand.

Kemal Bulbul diyar kir ku ew beriya civînên gel bi rêveberên parêzgeh û navçeyan re hevdîtinan dikin û bi amadekarina plansaziyeke dest bi civînên gel dikin.

Bulbul wiha berdewam kir: “Partiya Kedê ya Gel (HEP) di sala 1990’ê de hat avakirin. Kevneşopiyek ku ji wê demê ve tê berdewamkirin heye. Gelê me dikare nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe bi awayekî vekirî û rehet bi me re parve bike. Di aliyê têkiliyên giştî yên partiyê de em ji gelê xwe dixwazin ku têkiliyên rêveberên me yên navçeyê heta rêveberên parêzgehan, ji komîsyonan heta navendan bi gel re çawa ye, binirxînin. Em nirxandinên bi bandor û çêker werdigirin. Gelê me li ser hemû pêvajoyên partiya me serwer e, bi çavderiyeke pir berfireh bûyeran dişopîne. Rexneyên li ser têkiliyên rêveberiyên herêmî yên partiyê bi gel re, pir hebûn. Ji ber ku berê nûnertiyên me yên herêmî xurt bûn. Di tax û gundan de nûnertiyên me hebûn. Di pêvajoya dawî de kêmanî di vî milê de çêbûn.”

Bulbul da zanîn ku di tabloya ku piştî hilbijartinê derketiye holê de gelek faktor bibandor in. Bulbul, anî ziman ku rexneyên ku gel ji derveyî pêvajoya biryargirtinê dimînin, hene.

Bulbul wiha domand: “Helbet weke zextên dewletê dînamîkên ji derve jî hene, lê ya ji bo me girîng dînamîkên navxweyî ne. Rexneyên gel nîşan da ku neavakirina têkiliyeke rast û xurt ev encam bi xwe re anî. Rexneyên têkildarî kêmasiyên di pêvajoya diyarkirina namzetan de hatin. Li ser tiştên ku di pêvajoya hilbijartina serokkomariyê de qewimîn de jî rexne hatin kirin. Rexneyên hatin kirin, rexneyên bi hêz û di cih de ne.”

Kemal Bulbul bal kişand ser bendewariya ku di parlementoya nû de daxwaza elewiyan a hemwelatiya wekhev bi xurtî were rojevê. Bulbul destnîşan kir ku nûnertiya elewiyan ne tenê şandina parlementeran a meclîsê ye û diyar kir ku yek jî daxwazên girîng ên gel di civînan de nûnertiya elewiyan a biwesf û hundirîn e.”

Kemal Bulbul, da zanîn ku di civînên gel de ne tenê rexne li pêvajo û partiyê hatine kirin û got ku gel ji bo pêvajoya ji nû ve avakirinê bi hêvî û heyacan e û got: “Em ê bi ked û fedekarî pêvajoya ji nû ve avakirinê bi ser bixînin, rêyeke din nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar