Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh çêbûye û rojevê bi vê mijarê mijûl dikin. Xuyaye ku derdekî wan heye û ji bo vê yekê ev mijar xistine rojevê. Di rojevê de ev mijar heye, lê tiştekî din xuya nake. Yanî tenê vê meselê didin axaftin û derdekî wan ê çareseriyê xuya nake.
Ji roja ku ev nîqaş ketine rojevê û heta niha jî êrişên li ser kurdan nesekinîne. Erdogan û Bahçelî li ser gotinê dibêjin em û Kurd xwişk û birayê hev in, lê çiqasî ji wan tê jî li Kurdan dixin. Bahçelî ji meclisa tirk bang li Rêber Apo kir û got were meclisê, lê yekser jî cezayên disiplînê li Rêber Apo hatin birrîn. Jixwe hevdîtin bi Rêber Apo re tineye. Lê ji bo ku van hevdîtin tinene jî di fermiyetê de rewa nîşan bidin cezayan didin Rêber Apo. Hem li malbatê, hem jî li parêzeran çûyîna Îmraliyê qedexe ye. Yanî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo parêzer û malbata xwe bibîne. Girtiyên din ên li Îmraliyê jî di heman rewşê de ne.
Di rewşeke wiha de jî mirov dikare bêje ku pêvajoyeke çareseriyê heye? Li devereke ku şaredariyên kurdan tên dagirkirin, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedarên kurdan tên girtin pêvajoyeke çawa ya çareseriyê heye ? Li devereke ku tecrîd û pergaleke êşkenceyê hebe, li wê derê çareseriyek çawa heye ?
Ji van kiryaran em fêm dikin ku derdekî dewletê yê çareseriyê tineye. Derdê dewletê teslîmbûna Kurdan e. Ji bo wan çareserî teslîmiyet e. Jixwe Bahçelî jî di axaftina xwe ya meclisê de banga teslîmbûnê li kurdan dike. Yanî dibêjin eger hûn teslîm nebin em ê şaredariyên we dagir bikin û siyasetmedarên we bavêjin zindanan. Jixwe ev ne tiştekî nû ye ku dikin. Zêdetirî sed sal in ev polîtîka di meriyetê de ye. Ji bo vê yekê em jî dibêjin li meydanê tiştekî bi navê çareseriyê xuya nake.
Eger ev dewlet neketibûya zorê xwe nediavêt kurdan. Xuyaye ku ketiye tengasiyeke mezin û lewma jî li deriyê kurdan dixe. Tiştekî ku kurd wenda bikin tineye. Eger derdekî vê dewletê yê çareseriyê hebe, Kurd jî amade ne. Lê di heman demê de Kurd ji berxwedan û têkoşînê re jî amade ne û niha vê yekê dikin. Ev sedsala derbasbûyî bi qirkirinê derbas bû û ji bo kurdan salên giran bû. Vê dewletê tiştek nema ku bi serê kurdan neanî. Lê sed salên li pêşiya me jî wê ya kurdan be. Vê carê jî wê serkeftin a kurdan be. Di vê sedsalê de wê kurd aktorê sereke bin û beyî kurdan kes nikare hesaban bike. Lê ev yek jî bi têkoşîna çend salên dawî re têkildar e. Eger kurd hinekî din li ber xwe bidin û derbê li faşîzmê bixin, wê ew çend nêzî serketinê bibin. Dibe ku di nava şerê sêyemîn ê cîhanê de kurd bedelên giran bidin û rojên giran jî derbas bikin, lê divê em li fînala wê bifikirin. Eger di dawiya vî şerî de serketin hebe, wê demê divê em jî ji rojên giran re amade bin.