Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Pêvajoya piştî DAIŞ’ê û danûstandinên çareseriyê

Enwer Muslim da zanîn ku piştî tunekirina DAIŞ’ê dê li dijî fikra wê ya tundrew jî şerekî mezin bidin. Muslim da zanîn ku divê nûnerên rêveberiya xweser tev li danûstandinên çareseriyê bibin û rêya çareseriyê jî sîstema nenavendî ye. Senherîb Bersum jî da zanîn ku hêzên wan DAIŞ ku ji bo hemû cîhanê xetere bû ji holê rakir û divê cîhan di hêla siyasî de piştgiriyê bide rêveberiya xweser

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, operasyona dawî ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê didomîne. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku heta salek berê jî li qadekê berfireh desthilatdarî dikir, bi derbên şervanên HSD’ê li ber tunebûnê ye.Di vê çarçoveyê de bi hezaran çeteyên li gundê Baxozê teslîm bûn û gelek jê jî hatin girtin. Di demekê ku xîlafeta DAIŞ’ê bi destê şervanên YPJ, YPG û HSD’ê tê têkbirin, pirsgirêka çareseriya aloziya Sûriyeyê jî niha bêhtir xwe da der. Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Herêma Firatê Enwer Muslim û hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm der barê pêvajoya piştî DAIŞ’ê û rêyên çareseriyê ya ji bo aloziya Sûriyeyê bi ANHA’yê re axivîn.

Enwer Muslim da zanîn ku dê piştî tunekirina DAIŞ’ê, şerekê mezin li djiî fikra tunrew a DAIŞ’ê bimeşînin. Muslim got ku gelek sazî, ji malbat, dibistan, heta saziyên olî û yên çandî û zanistê dê vê erkê pêk bînin û wiha domand: “Em ê herêmên ku di dema şerê li dijî DAIŞ‘ê de hilweşiyane, ji nû ve ava bikin.”

Sedema têkçûna civînên çareseriyê

Muslim piştre jî bal kişand ser têkçûna civînên navdewletî yên weke Cenevre û Soçiyê û ev nirxandin kir: “Civaka navdewletî di hewldanên çareserkirina aloziyê de ne micid nînin. Girîngtirîn sedema têkçûna civînan ew e ku hin aliyan tev li dikin û hin aliyan jî tev lê nakin. Bêyî danûstandinên di nava hêzên Sûriyeyê de, xebateke çareseriyê nepêkan e. Divê hemû aliyên navxweyî li dora maseyekê kom bibin û çareseriyê peyda bikin.”

‘Nenavendîtî pêwîstiyek e’

Têkildarî sîstema destûra bingehîn a Sûriyeyê re jî Muslim wiha got: “Dema navendîbûnê derbas bû. Nenavendîbûn êdî pêwîstiyek e. Divê her kes vê rastiyê qebûl bike. Em beşek ji Sûriyeya yekbûyî ne. Nenavendîtî hêza welat e û nabe ku tekakesî di hikm de hebe an jî beşeke civakê were paşguhkirin.”

‘Dewleta tirk teşhîr bûye’

Di berdewamê de jî Muslim bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li Sûriyeyê û wiha domand: “Tirkiye ku bingeha fikrên xwe ji Osmaniyan digire, polîtîkayên têkbirina ewlehiyê dimeşîne da ku berhemên wê desteser bike. Lê êdî her kes vê siyasetê dizane û red dike. Ji ber vê jî dijminatiyê ji Sûriye û Misrê re dike. Her wiha têkiliya wê ya bi komên tundrew re teşhîr bûye.”

Projeya rêveberiya xweser

Senherîb Bersum jî diyar kir ku serkeftina hêzên wan a li dijî DAIŞ’ê, serkeftineke dîrokî ye û wiha domand: “DAIŞ ji bo hemû cîhanê xetere bû. Lewre jî cîhan ê van serkeftinan di ber çavan re derbas bike. Dê encamên erênî yên siyasî yên van serkeftinan hebin. Daxwaza me ya sereke jî guherîneke demokratîk a li Sûriyeyê ye. Bi tunebûna DAIŞ’ê re dê îspat bibe ku projeya me ya rêveberiya xweseriya demokratîk, projeyeke herî guncav e. Ji bo Sûriyeyê jî projeya çareseriyê ye.”

Danûstandin

Bersum anî ziman ku nabe nûnerên rêveberiya xweser ji diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyeyê bên dûrxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê nûnerên rêveberiya xweser jî tev li danûstandinên ku bi rêya NY‘yê tên kirin bibin. Ji ber ku xwedî projeyeke siyasî ye. Em keda koalîsyona navdewletî ya bi hêzên me re ya li dijî DAIŞ’ê ji bîr nakin. Lê divê ev destek di hêla siyasî de jî bê dayîn.  Dûrxistina me ya ji danûstandinan, dê rê li ber aloziyên kûr veke. Em jî ji hêzên koalîsyonê dixwzin ku giraniyê bide prosesa siyasî û bi rêya NY’yê hewldanan bike da ku me beşdarî mûzakereyan û xebatên amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar