Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Pêwîst e di navbera kurd û ereban de hevfamkirinek baş hebe’

Beşdarvanên Kongreya ‘Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb’ diyar kirin divê di navbera kurd û ereban de ji hev famkirinek baş hebe û gotin ku pêwîstiya kurdan bi otonomiyek kurdî heye

Vê sibehê Kongreya ‘Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb’ li paytexda Urdun Emmanê, bi tevlibûna siyasetmedarên ereb û kurdan ên ji Iraq, Sûriye, Urdun û Lubnanê destpê kir.

Di kongreyê de Cîgirê Berê yê Serokwezîrê Urdunê yê ji bo karûbarên aborî Cewad Enanî axivî û wiha got: “Erdnîgariya kurdan bi dirêjahiya dîrokê heye û tê zanîn di navbera Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê de hatiye parçekirin. Ez şaş dimînim çima ji bo beluc, ermeniyan û yên din dewlet heye, çima dewletek kurdan nebe? Li beramberî dîrokê ev pirsyareke rewa ya kurdan e.”

Di dewamê de Enanî da zanîn projeya ji bo gihiştina otonomiyek kurd pêngavek girîng û baş e û got ku ew girîngiyê bi hebûna otonomiyek kurdî didin û ev yek jî wê bi rêya daxwazkirina kurdan a ji bo nasname û çanda kurdî pêk were.

Rêveberê Navenda Kuluda a ji bo lêkolînan a Iraqê Besêl Hisên jî di kongreyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Dîrokê ziyanek giran bi peywendiyên navbera kurd û ereban gihandiye. Niha jî dibînin ku di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de li ser wan lihevkirinên hatin kirin nakokî hene.”

Besêl da zanîn divê ji hev famkirin di navbera kurd û ereban de hebe, da ku hemû pêkhate bikarin mafên xwe bi dest bixin. EMMAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar