Çavdêrê siyasî ya başûrê Kurdistanê Lokman Hesen derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker ku îro ji aliyê Başûr ve dijî devera Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin û bêdengiya desthilata herêmê de axivî.
Lokman Hesen bi bîr xist ku dewleta tirk li Başûr bi avakirian baregehên leşkerî û bicihkirina leşkeran bi salane zemîna van êrîşan amade dike û bal kişand ku armanca dewleta tirk dagirkerina tevahiya başûrê Kurdistanê yei
Hesen bêdengiya aliyên siyasî û desthilata Başûr şermezar kir û wiha got: “Balkêş e ku ev êrîş li ber çavên parlamento, hikûmet û partiyên siyasî pêk tên û ev aliyên behsa mijarê bêdeng in.”
Lokman Hesen destnîşan kir ku divê dijî van êrîşan û dagirkeriyê tenê daxuyanî neyên dayîn û helwestek cidî were nîşandan.
Her wiha Hesen bang kir ku hêzên pêşmergeyan li rex gerîlayên HPG’ê şerê dagirkeran bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku armanca van êrîşan zindîkirina Mîsak-ı Millî ye. Eger helwestek cîdi nebe, wê dagirker heta Silêmanî, Germiyan û Xaneqîn jî biçin.” SILÊMANÎ