Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Pêwîste hemû parêzer tevlî kampanyaya çûna Îmraliyê bibin

Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan derbarê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelan Abdullah tê meşandin de got ku divê rewşa ku Rêber Apo tê de ye neyê qebûlkirin û bang li hemû parêzeran kir ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re tevlî kampanyayê bibin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nêzî 26 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin û 0 meh in agahî jê najê girtin. Parêzerên li Kurdistan, Tirkiyeye û gelek welatên din ji bo biçin hevdîtina Rêber Apo serlêdan kirin. Yek ji van parêzerên ji bo hevdîtinê serlêdan kir, parêzera Ermen Zaruhî Hovhanîsyan e. Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan têkildarî tecrîda li ser Rêber APo û serlêdana ji bo hevdîtinê ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan diyar kir ku wek parêzerekê wê erkeke mirovî dît ku tevlî kampanya ku parêzer biçin Îmraliyê bibe û wiha axivî: “Ez bawer dikim ku kampanyaya ji bo azadiya Ocalan û hevdîtina bi parêzeran re bigihejê aramanca xwe. Ev kampanya wê bandora xwe di milê qanûnê de bike, tecrîd û êşkenceya li ser Ocalan rabe. Pêwîste hemû parêzer tevlî vê kampanyayê bibin û bihêlin ku parêzer hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin.”

Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî fikir û felsefeya azad e û got, “Îro fikr û felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cihanê belav bûyê. Abdullah Ocalan ne ku tenê parastina mafê mirovan dike, fikrên Ocalan ji bo hemû mirovahiyê pir girîng in. Her wiha fikr û felsefeya Ocalan ji bo civakeke wekhev û azadiya jinê bi bandorê û her kes vê rastiyê dizanê. Cihana ku îro em tê de dijîn pewîstiya me bi fikr û felsefeya Abdullah Ocalan heye. Ji ber fikir û bîrdoziya Ocalan ji bo cihanêk aram, bê şer e, hemû mirov di nava aştiyê de dikarin  bi hev re bijîn.”

Parêzer Zaruhî li ser tecrîda Îmraliyê jî ev tişt anî ziman: “Tecrîda ku îro li ser Ocalan û hevalên wî tên meşandin derveyî qanûnê navxweyî û navneteweyî ne û binpêkirina mafê mirovan e. Dema em dibêjin mafê mirovan; di milê qanûnê de mafê wan heye ku parêzerê wan biçin hevdîtinê bikin. Dewleta tirk bi tecrîdê qanûnên navneteweyî bin pê dike. Abdullah Ocalan di zîndanê de bin tecrîd û zexteke dijwar de digrin. Derbarê rewşa Abdullah Ocalan de min hinek lêkolîn kirin. Abdullah Ocalan bi salane di hûcreyekê de bi tena serê xwe tê girtin û ji hemû mafê xwe yên mirovî bê par tê hiştin. Pewîstê ku ev rewşa heyî ya li ser Abdullah Ocalan bi ti awayî neyê qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar