Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Pêwîste her Kurdek ji bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşe’

Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya herêma başûrê Kurdistanê anîn ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo herkesî pêwîste û wiha gotin: “Pêwîste her kesekê kurd li Kurdistan û cihanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo têbikoşe û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bike.”

Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Hîkmet Hebîp têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya ji aliyê dewleta tirk ya faşîst û hikûmeta AKP’ê ve li ser wî tê ferzkirin ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Ev 24 salin Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bêyî sedem hatiye girtin. Herwiha ev 29 mehin tecrîdeke girankirî û sîstematîk li ser Rêbertiya me tê ferzkirin. Tevî ku Rêber Ocalan ji bo gelê kurd gelek girîng, bibandor û pêwîste jî, lê di derbarê tenduristî û jiyana wî de em tu agahiyan nagirîn.”

29 mehin ji Rêberê Apo di bin tecrîdeke girankirî ya dewleta tirk ya dagirker de ye. Dewleta tirk bi tu awayî nahêle malbat û parêzerên wî pêre hevdîtinê bikin. Weke berteka li dijî van kiryarên dermirovî û li dijî hiqûqa navnetewî ya mafê mirovan û mafên girtiyan ya dewleta faşîst ya tirk, ji aliyê gelê kurd û dostên wê ve ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Apo bi sedan kampanya û bi hezaran çalakiyên cûr bi cûr hatine lidarxistin.

Herwiha Hîkmet Hebîb da zanîn ku dewleta tirk ya dagirker ji bo tunekirina gelê kurd binpêkirina maf û azadiyên gelê kurd, li girtîgehê tecrîdeke giran û bi awayek sîstematîk li ser Rêber Ocalan ferz dike û got: “Herwiha nahêle malbat û parêzerên Rêber Apo hevdîtinên xwe yên asayî û yasayî pêre bikin.”

Hevserokê Nûnertiya herêma başûrê Kurdistanê Hîkmet Hebîb banga rakirina lezgîn ya tecrîda li ser Rêber Ocalan kir û daxwaz kir ku divê bi awayek demildest hevdîtinên malbat û parêzerên wî pêre bên kirin û got: “Divê rêkxistinên navnetewî û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Ji ber ku ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan yekane kese ku ji gelê kurd re pêwîste.”

Herwiha Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya herêma başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş di derbarê heman mijarê de nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Şoreş û têkoşîna Rêber Apo ji bo gelê kurd û gelên bindeste. Ji ber vê sedemê 24 salin ji aliyê dewleta tirk ya dagirker ve di girtîgehê de tê girtin û mafên wî yên mirovî û girtî bi awayek dermirovî tên binpêkirin.”

Ermîş diyar kir ku rêkxistinên mafên mirovan û rêkxistinên navnewî li beramberî kiryarên dewleta tirk yên li dijî Rêber Ocalan bêdeng û bêhelwestin. Di dawiyê de wiha got; “Tevî ku çendîn salin Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de tê girtin lê fikir û ramanan wî yên azad di bîr û mejiyê her kesê de ne. Ji bo vê jî pêwîste her kesekê kurd li Kurdistan û cihanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo têbikoşe û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar