KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Pêwîste ji bo azadiya Rêber Ocalan hîn zêdetir kar were kirin

Endamê Komîteya Azadî ya Rêber Ocalan Simko Sabîr û endama Rêxistina Jinên Azadî ya Kurdistanê (RJAK) Suham Mehmud bal kişandin ser tecrîdê û wiha gotin; “Pêwîste em têkoşîna xwe bînin wê astê ku tecrîdê bişkînin û azadiya Fîzîkî a Rêber Apo pêk bînin."

Endamê Komîteya Azadî ya Rêber Ocalan Simko Sabîr û endama Rêxistina Jinên Azadî ya Kurdistanê (RJAK) Suham Mehmud derbarê girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojbûna wî de ji Rojnews re axivîn.

Endamê Komîteya Azadî ya Rêber Ocalan Simko Sabîr diyarkir ku rojbûna Rêber Ocalan di dîrokê de xwedî girîngiye û got; “Ji bo ev roj di zihniyeta gelên cîhanê de bimîne girînge, bi taybet jî ji bo gelê kurd. Pêwîste ji bo azadiya Rêber Ocalan hîn zêdetir kar were kirin û bînîn bîra dinyayê ku Rêber Ocalan ji bo azadiya civak û mirovahiyê têkoşiyaye. Divê dijî tecrîdê xwedî helwest bin.”

Endama RJAK’ê Suham Mehmud jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Suham got; “Rojbûna Rêber Ocalan ji bo jin, ciwan û gelên Rojhilata Navîn girînge, ji bo gelê kurd xwedî wateyek taybete. Ger ne ji Rêber Apo ba, wê kurd ji holê rabûna, bi hewldan û fikrê Rêber Apo niha kurd li ser piyanin. Ji bo vê pêwîste her kes xwedî li Rêber Apo ku ji bo bidestxistina mafên gelê kurd têkoşiya û şoreş kir, derbikeve. Bi taybet divê ev tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were şikandin û bê azadkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar