Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Pêwîste kurd jî li hemberî dijmin bibin yek’

Êndamê rêveberiya YNK’ê Westa Resul got ku dijminê gelê hurd li hemberî kurdan yekin, ji bo wê pêwîste kurd jî li hemberî dijmin yekbin. Berpirsa Xebatên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî komkujî şermezar kir û nerazîbûn nîşana hikûmeta herêmê û ya Iraqê da. Şanaz Îbrahîm da zanîn ku divê li dijî êrîşên dewleta tirk çalakî pêk werin

Ji ber bêhelwestiya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û piştgirîdayîna malbata Berzanî û PDK’ê rojana ji aliyê dewleta tirk komkujiyên nû pêk tên. Bi taybetî jî ji 27’ê gulana 2019’an ve ye bi awayekî aşkera tê dîtin ku PDK’ê û Barazanî gelek deverên xaka Başûr radestî artêşa tirk kir. Artêşa tirk jî hem ji bejayî û hem jî hewayî operasyona dagikeriyê dimîşîne û li qadên ku sivîl lê ne komkujiyan dikin. Balafirên şer ên artêşa tirk piştî 8 salan carek din Kortek bombe kir û komkumî kir.

Balafirên artêşa tirk şevê din wesayitên sivîlên li gundê Berd Kuran ê li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê bombebaran kirin. Di ecanam êrîşê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn. Di vê êrîşê de Abdula Alî Mîne, Kurdistan Abdulla û Heryad Abdulla şehîd bûn. Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula, Melîke Mihemed Ebdulla û Rabî Mihemed (Dayîka kesên bûne qurbanî) jî birînda bûn.

Bertek û nerazîbûnên li dijî vê komkujiyê her ku diçe zêde dibin. Parlamenterên fraksiyona Komeleya Îslamî ya Kurdistan û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, endamê rêveberiya YNK’ê û berpirsê malbenda Ranya ya YNK’ê Westa Resul û berpirsa Xebatên Derveyî Herêmê ya YNK Şanaz Îbrahîm Ehmed ji Rojnewsê re axivîn û komkujiya dewleta tirk ya li Kortekê pêkanî şermezar kirin. Ehmed û Resul diyar kiririn ku bêdengiya hikûmeta herêmê û hikûmeta federal a Iraqê dibe sedem Tirkiye êrîş bike.

Endamê rêveberiya YNK’ê û berpirsê malbenda Ranya ya YNK’ê Westa Resul li ser komkujiya Kortekê axivî wiha got: “Ev karesatek li dijî mirovahî û Kurdane. Şehîdbûna van mirovane tenê ji ber ku kurd bûn. Ti sedemek din nebû. Ji ber ku ti sûcek yê van şehîdane nebû. Dema ku me xebat kir, armanca me ew bû ku em Kurdistanek azad, bê çek, bê gule û bê şer hilbijêrin. Lê dagirker ji gelek aliyan ve dixwazin ev parçe û azadiya me xirab bikin. Ev jî çi bi balafiran, topbaran yan jî awayek din be. Ev tişt hemû ji bo îspatkirina dijminahiya xwe dikin.”

Westa Resul di dewamê êrîşa balafiran ya ser sivîlan şermezar kir û wiha got: “Li gorî me kurd li kuderê be bila bibe, dijmin dijbertiya wan dike. Ji bo vê ev yek belge û sedemê herî başe ku kurd rêzên xwe bikin yek û êdî aliyên siyasî li ser wezîfeyan pirsgirêkan dernexin. Em bi hevre bin daku em bikarin bersiva dijminan bidin. Ez vê yekê ji were dibêjim, dijminê me li hemberî me yekrêzin. Ji ber ku em li hemberî dijminê xwe ne yekin, ev karesatane çêdibin. Em bêdeng namînin, em ê bêdengiya her aliyek siyasî ya hemberî vê karesatê bi xirabî binav bikin.”

Divê li dijî êrîşên dewleta tirk çalakî pêk werin

Berpirsa Xebatên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed komkujiya dewleta tirk a li Kortekê û Xakûrkê şermerzar kir û ji êrîş û komkujiyên dewleta tirk hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê berpirsyar girt.  Şanaz zêdebûna êrîş û komkujiyan spart têkçûna AKP-MHP’ê ya cara duyemîn di hilbijarta Stenbolê de û wiha got: “AKP-MHP cara duyemîn di hilbijartinên Stenbolê de windakirin. Ji bo li ser vê têkçûna xwe bigirin, êrîşê xakeke cûda dikin. Jixwe ev demeke dirêje bi tundî êrîşê xaka başûrê Kurdistanê dike. Niha jî di heman çarçoveyê de êrîşa hewayî pêk anî. Balafirên şer careke din êrîşê çiyayê Kortek yê Binarê Qendîlê kir û welatiyên sivîl kir hedef. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim û şifayê jî ji birîndaran re dixwazim. Ez daxwaz dikim ku çi bi rêya zextên navxweyî dibe çi jî bi rêya çalakiyên cûda dibin divê rê li ber van êrîşên dijminane bê girtin. Rejîma tirk ji bo windakirina xwe bide ji bîrkirin êrîşî gelê başûrê Kurdistanê dike û xelkê sivîl dike armanc.”

Bêdengî metirsîdar e

Şanaz Îbrahîm di dirêjahiya daxuyaniya xwede nerazîbûn nîşana hikûmeta herêmê û ya Iraqê dide û wiha pêde diçe:“Bêdengiya Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê li beramber van êrîşan cihê gumanêye û metirsîdar e. Li şûna ku hikûmeta Iraqê êrîşên hewayî û dagirkeriya tirk li Bexdayê bikin rojev û parastina sînorên xwe bikin, bêdengiyê hildibijêrin. Ev jî dide nîşan ku li pişt van êrîşan lihevkirineke pêşwext heye.”

‘Em ê li dijî bombebaranê bêdeng nemînin”

Nerazîbunên hemberî êrîşa artêşa tirk a dagirker her ku diçe zêde dibe. Parlamenterên fraksiyona Komeleya Îslamî ya Kurdistan û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî  bertek nîşanî vê komkujiyê da. Parlamenterê herêma Kurdistan ya li ser fraksiyona Yekgirtû Îsmaîl Elî Teha jî ev nerazîbûn nîşan da: “Me gelek caran got ku divê ev pirsgirêk were çareser kirin û divê Iraq û herêm civînên cidî li ser vê mijarê bikin. Nabe êdî Hikumeta Iraqê li hemberî bombebaranê bêdeng bimîne. Ew pirsgirêkên siyasî yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de heyî, divê nemîne. Em bêdeng nebûne û em ê li hemberî bombebaranê jî bêdeng nemînin. Lê ti kesê guhdarî me nekir û hemû axaftinên me bê sûd û encam man.”

Herdu hikumet jî guh nadin welatiyan

Parlamenterê Herêma Kurdistan û serokê fraksiyona Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd jî wiha got: “Me hertim van êrîşên Tirkiye hemberî PKK û yên Îranê hemberî Komele şermezar kiriye. Divê hikumeta Iraqê hemberî van sûcên hemberî welatiyên sivîl tê kirin dengê xwer derbixe. Ji ber ku hertim bi xwe banga serweriya xakê dikin û dibêje nabe serweriya Iraqê bê binpêkirin. Lê niha Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengin. Lihevkirina dinavbera Iraq û Tirkiyeyê ya li dijî muxalefetê ne hêceta têkdana herêmê û şehîdxistina xelkê bê sûce. Bi vê re jî Hikumeta Herêma Kurdistanê divê rê nede ev yek dûbare bibe. Mixabin xelkê Herêma Kurdistanê bê xwedî ne û kes guh nade wan. Her du hikumet jî guh nade welatiyan, ji ber ku ti welatî qebûl nakin êrîş bi ser xak û xelkê sivîl were kirin.”

Her wiha Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan jî bi daxuyaniyekê êrîşê dewleta tirk yê li ser xelkê sivîl şermezar kir û bang li hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê jî kirin ku li hember van sûcên tên kirin bi qanûn helwesta xwe nişan bidin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku di 21’ê Tebaxa sala 2011’an de balafirên dewleta dagirker, li ser rêya Kortek a Binarê Qendîlê wesayitek gundiyan bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de 4 zarok û jinek ducanî jî hebû.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar