Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Pêwîste li dijî şerê taybet xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût diyar kir ku polîtîkaya ku AKP dimeşîne bi temamî polîtîkaya dijminatiyê ye û wiha got:”Ji bo pêşî li vê yekê bigire em di nava karekî berfireh de ne û li dijî polîtîkayên şerê taybet divê em xeteke têkoşînê ya hevpar ava bikin."

Dewleta tirk a dagirker li aliyekî bi çekên NATO’yê yên qedekiriî êrîşê gelê kurd dike û li aliyê din jî polîtîkayên şerê taybet hewl dide gel ji çand, nasname, zimanê wan dûr bixe. Ji cihên ku herî zêde polîtîkaya şerê taybet lê tê meşandin yek jê Colemêrg e. Colemêrg ku li sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojhilat e, di hedefa polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de ye. Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de fûhûş, bikaranîna û firotina madeyên narkotîkê, mafya û çetebûyîn zêde bû. Kuştin, êşkence û kiryarên xerab bûne kiryarên rojane. Şêniyên bajêr dibin hedefa wesayitên zirxî û fîşkên polîsan.

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût li ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê axivî. Hevserok Humeyra Armût diyar kir ku bi taybetî piştî sala 2015’an polîtîkayên şerê taybet bi giranî hatin meşandin û wiha got: “Bi giranî li Colemêrg û Şirnexê ev polîtîka hate meşandin. Madeyên narkotîkê bi hêsanî dikevin nava bajêr û têne firotin. Di heman demê de fûhûş jî bi serbestî tê kirin. Ev yek bi giranî ji aliyê wezîfedarên dewletê ve tê kirin. Me dît ku di wesayita polîsan de narkotîk hebû. Mînakên vê yekê gelekî zêde ne.”

Hevserok Humeyra Armût ragihand ku dewlet ji sala 2015’an û vir ve li ser xelkê Colemêrgê polîtîkaya tepisandin û teslîmgirtinê dimeşîne û wih domand: “Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê bûyerên li Colemêrgê qewimîn divê bi berfirehî bêne lêkolîn. Di wê demê de polîtîkaya şerê taybet gihîştibû asta herî bilind. Dewletê giraniya hêza xwe da vê derê. Colemêrg bajarekî welê ye ku nifûsa xwe ya ciwanan zêde ye. Dewlet dixwaze ciwanan li qadeke teng asê bike. Hewl dide dizî, fûhûş û narkotîkê li vir normal bike. Ev tesadufî nîne, parçeyek ji pêvajoya asîmîlasyonê ye. Festîval û konserên têne lidarxistin jî bi vê armancê ne. Herî dawî li Çelê di festîvalekê de çawişekî pispor destdirêjî li keçeke 17 salî kir. Bûyerên bi vî rengî çalakiyên bi zanebûn e ku ji bo rizandina civakê ya bi rêya ciwan û jinan têne kirin.”

Humeyra Armût diyar kir ku salên dawî li Colemêrgê bûyerên xwekuştinê yên jin û ciwanan zêde bûn û wiha pêde çû: “Ciwan ji ber ku li vê derê qada jiyanê nabînin û bêçare dimînin neçar dimînin ku koçî metropolan bikin. Dixwazin ciwanan bi vî rengî ji warê wan qut bikin û bikin biyanî. Ber bi narkotîkê ve têne dehfdan. Armanc tinekirina bajêr, valakirina bajêr e, bi vî rengî dixwazin bajêr veguherînin qadeke leşkerî. Çelê êdî veguherî qadeke leşkerî û li her derê hêzên ewlekariyê hene. Li ser Colemêrgê polîtîkaya şerê taybet tê meşandin û dixwazin tirsê biafirînin. Ciwanên ku dixwazin mafê xwe yê şermezarkirinê bi kar bînin dibin hedefa fîşekan. Yên ku bi Kurdî distirên û govendê digerînin têne binçavkirin. Hunermendên herêmî ji ber stranên xwe yên bi kurdî têne binçavkirin û girtin.”

Humeyra Armût herî dawî got, “Di bingeha polîtîkayên şerê taybet de înkarkirina çand, ziman, huner û zimanê kurdan heye. Armanca wan afirandina kaosê ye. Desthilatdariya AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe dewam bike hewl dide bi siyaseta li dijî kurdan xwe rewa bike. Dawiya dawî kurdan û zimanê Kurdan qebûl nakin. Polîtîkaya ku AKP dimeşîne bi temamî polîtîkaya dijminatiyê ye. Ji bo pêşî li vê yekê bigire em di nava karekî berfireh de ne û li dijî polîtîkayên şerê taybet divê em xeteke têkoşînê ya hevpar ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar