Navenda Nûçeyan
2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di 30-31’ê tîrmeha 2021’an de bi dirûşma, “Bi yekîtiya jinan, em ê şoreşa demokratîk pêk bînin” hat lidarxistin. Zêdetirê 100 jin li Beyrûdê tev li konferansê bûn. Ji herêma Kurdistanê jî 5 jin ên ji rêxisitn û aliyên siyasî tevlî konferansê bibûn.
Nûnera Tevgera Azadiyê Sara Reza jî ji wan kesan yek bû. Reza der barê konferansê de ji Rojnews re axivî. Reza di axavtina xwe de da zanîn ku di konferansêde ew zêdetir li ser ne hişyariya jinan û civakê rawestiyane û ev tişt anî ziman: “Ne hişyarî jî derencama sîstema desthilatdariyê ya ku aqilê jinan dagirkiriye. Herwiha li ser nebûna aboriyek serbixwe ya jinan hat axaftin. Di vê demê de konferanseke bi vî awayî gelek girîng bû, ji ber ku pêwîstiya me bi felsefeya Jineolojiyê heye. Ne tenê jinên kurd divê jinên welatên din jî bala xwe bidin ser vê felsefeyê.”
Reza di dewama axaftina xwe de got ku divê jin ji bo çareserkirina pirsgirêka rojhilata navîn hemaheng bin û wiha got: “Ji ber ku çareserî tenê di fikrê jinan deye, ev hêz û fikir jî tenê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan ku îro Jineolojî derxist holê, di xizmeta jinan deye.”
Nûnera Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û wiha axivî: “Di Rojhilata Navîn de jin heman pirsgirêkan jiyan dikin. Ji ber ku hişmendiya li Rojhilata Navîn yek e. Ji bo konferansa jinan xwedî wateyek mezin e û ji bo pirsgirêkên jinan dê bibe xetek çareseriyê. Em li ser bingeha Jinelojî ji bo wek jin xwe binasin, hewldanên zêdetir didin. Ji bo ku jinên welatên din jî xwe binasin, pêwîstî bi têkoşîn û hêzek firkî ya kûr heye.”
Li gorî biryara konferansê, wê di nava 6 mehan de komîteyek hevbeş ya jinan ku ji hemû welatan tevlî bibin pêkbê. Wê ev komîte ji bo hişyarkirina jinan û hemahengiya ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan kar bikin.