Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Pêwîstiya gelê başûrê Kurdistanê bi guhertinê heye

Ji hilbijartinê re tenê 4 roj man. Hunermendên kurd li ser hilbijartinên başûrê Kurdistanê ev bang li gelê Başûr kirin: “Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi guhertinekê heye. Divê gelê me yê li Başûr di hilbijartinan de bersivê bide êrîşên dagirkeriyê û xeta xiyanetê.”

Li Herêma Kurdistanê biryare di 20’ê mehê de hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê bên lidarxistin. Li gor biryara Dadgeha Federal çar herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê, Herêma Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce ne. Hejmara kursiyên herêman wiha ye; Silêmanî 38 kursî, Hewlêr 34 kursî, Duhok 25 kursî û Helebce 3 kursî. Bi giştî hezar û 191 namzet dê ji bo 100 kursiyan bikevin pêşbirkê û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzet. Li gorî Komîsyona Hilbijartinê, di hilbijartinan de mafê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesan ya dengdanê heye.

Înisiyatîfa Hunera Azad bi beşdariya gelek hunermendên kurd li bajarê Kolnê yê Almanyayê li ser hilbijartinên li başûrê Kurdistanê daxuyanî da çapemeniyê. Ji hunermendan Nebez Ebdila, Sheyda Ghavamî û Hozan Diyar axivîn.

Nebez Ebdila diyar kir ku PDK her tim mafê hilbijartinê desteser dike û wiha got: “Hilbijartinên sexte pêk dianî. 20’ê Cotmehê dîrokeke nû ye. Mîna berê wê nikaribe di hilbijartinê de dengan bidize. Ji ber vê jî bila her kes biçe dengdanê û dengê xwe bi kar bîne. Di nava PDK’ê de mirovên welatparêz û durust hene. Ez nabêjim, alîgirên PDK’ê hemû di rêya şaş de ne. Bang li wan welatparêzên durist dikim. Her dengekî ku hûn bidin wê bandorê li çar parçeyên Kurdistanê bike. Ji ber vê jî bi taybetî destnîşan dikim: biçin dengê xwe bi kar bînin û dawî li vê şaşitiyê bînin. Dibêjin Partî Demokrat a Kurdistanê. Lê belê vê rêxistinê weke partiyekê nabînim. Demokrat jî nabînim. Rêxistineke demokrat nikare rojnamevanan şehîd bixîne. Hikumdariya malbatekê bi kêrî kesî nayê. Destûrê nedin ku başûrê Kurdistanê careke din bikeve bin desthilatdariya malbatekê.”

Sheyda Ghavamî jî anî ziman ku ew weke jineke kurd Kurdistanê yekpare dibîne û wiha axivî: “Lê belê başûrê Kurdistanê ku 33 sal in serbixwe ye, nekarî xwe bigihîne vê astê. Dixwazim bi taybetî bang li jinan bikim. Ji hêza xw ebawer bikin. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkoşîna YPJ’ê ev yek ji bo me ispat kirin. Girîng e ku em ji xwe bawer bin û hêza xwe bixin destê xwe. Di vê hilbijartinê de ji jinan dixwazim ku dengê xwe bidin mirovên welatparêz. Partiya ku bibe desthilatdar jî divê têkiliyên xwe yên bi Îran û Tirkiyeyê re ji nû ve bi rêk û pêk bike. Ji ber ku her roj êrîşî gelê me dikin. Her wiha jin ji aliyê xizmên xwe ve têne kuştin. Ji bo me û gelê me ev yek şermeke mezin e. Ez Sheyda diqîrim û dibêjim em êdî bibin yek. Em rê nedin dijminên xwe. Em rewşa li Bakur, Rojhilat û Rojava bînin pêş çavên xwe. Jin xwedî roleke diyarker in. Em dixwazin tevgera jinê ya li başûrê Kurdistanê jî bi vî rengî xurt be.”

Diyar jî bi bîr xist ku li başûrê Kurdistanê demeke dirêj e desthilatdariyeke monarşîk heye û ev tişt anî ziman: “Piştî ku artêşa mêtinger a Sedam ji Kurdistanê hat qewirandin me hêvî dikir ku Kurdistan wê azad bibe. Em difikirîn ku wê jin azad bibin, ji aliyê aborî ve wê pêşketin çêbibe. Lê belê em niha dibînin ku başûrê Kurdistanê bi rengekî de-facto veguheriye eyaleteke dewleta tirk. Her roj hîn bêhtir dagir dike. Welê lê hatiye ku hejmara qereqolên tirk ên li başûrê Kurdistanê ji hejmara qereqolên li bakurê Kurdistanê zêdetir e. Ev metirsiyeke mezin e.

Hilbijartin argûmaneke girîng a demokrasiyê ye. Mirov bi rêya hilbijartinê dikarin îradeya xwe nîşan bidin. Mînak di van hilbijartinan de gelê me dikare nîşan bide ku ew dagirkeriyê qebûl nake. Dewlet tirk sivîlan dikuje, gundan vala dike. Her wiha xetek heye ku alîkariyê bi vê dagirkerên tirk re dike. Ji ber vê jî divê gelê me yê li Başûr di hilbijartinan de bersivê bide êrîşên dagirkeriyê û xeta xiyanetê.

Bi rastî jî pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi guhertinekê heye. Ev potansiyel, dînamîk û xeta welatparêziyê li başûrê Kurdistanê xurt e. Gelekî welê ye ku bi sed hezaran şehîdên xwe hene. Gelê me yê welatparêz xwedî xeteke xurt e. Bersiveke mezin dikare bide xiyanet û dagirkeriyê.

Bi dewlemendiyên ser û binê erdê re yên li başûrê Kurdistanê gelê me dikare bi hêsanî debara xwe bike. Em xwedî dewlemendiyeke welê ne ku ne tenê nifûsa li wê derê têra deh qatî ji nifûsa li wir dike. Lê belê desthilatdariya li wê derê heman polîtîkaya AKP û Erdogan dimeşîne. Yanî mirovan birçî dihêle û bi vî rengî hewcedarî xwe dike. Ev yek me hunermendên Kurd diêşîne. Jiyaneke baş mafê gelê me ye. Lê belê ya ku dibe bi vî rengî ye: Li Başûr hin malbat, hin siyasetmedar, hin mirov di nava dewlemendiyeke mezin de ne. Gelê me yê welatparêz jî hewcedarî pariyek nan hatiye hiştin. Ji ber vê jî hilbijartin ji bo guherînê dikare bibe firsendek. Bila her kes tevlî dengdanê bibin û dengê xwe bi kar bînin. Demokrasî heqê gelê me ye ne dagirkerî. Em li benda mizgîniya we ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar