Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Çarşamba - 25 Aralık 2024

Pêwîstiya gelê Kurd bi yekitî û yekrêziya Kurdî ye

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Karkerên Kurdistanê Mihemed Şêxî diyar kir ku guhertina li Sûriyeyê tenê bi hilweşandina rejîmê têrê nake, lê belê pêwistî bi guhertina teşe û makanîzma rejîmê heye û got pêwîst bi yekrêziya Kurdî heye. Şêwirmendê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed El Qadirî jî anî ziman ku divê berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bin û got "Bi fedakariyan em gihaştine vê qonaxê. Em ê nehêlin ev fedakarî pûç bibin.”

Li bajarê Qamişloyê ji 22’yê Kanûnê ve civîna berfireh a Komîteya Diyalogê ya ya Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) tên lidarxistin. Sekreterê Giştî yê Yekitiya Karkerên Kurdistanê Mihemed Şêxî diyar kir ku li pêşiya partiyên siyasî yên Kurdî zehmetî û astengî hene, lê belê gel xwedî yek helwst e û hevgirtî ye û got: “Em bi hemû derfetên xwe ji bo yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî ketine xebatê da ku em nûnertiyeke xwedî projeya siyasî ava bikin, piştre jî şande were avakirin.”

Şêxî diyar kir ku di demeke nêzîk de dê li ser asta Rojavayê Kurdistanê, ji bo lihevkirina li ser projeya siyasî û avakirina şandeyekê, kongreyek were. Şêxî hêvî kir ku hewldanên yekrêziya Kurdî bi ser bikeve û rola gelê Kurd di avakirina Sûriyeya pêşerojê de ya sereke be.

Şêwirmendê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed El Qadirî têkildarî mijarê de axivî. Şêx Mihemed El Qadirî banga yekitiyê li hêzên Kurdan kir û xwest biryaran li gorî berjewendiyên gelê Kurd bidin. Şêx Mihemed El Qadirî got: “Herêma me di pêvajoyeke pir hestiyar re derbas dibe. Ji bo astengî û kêşe bêne derbaskirin ked û hewldanên mezin tên xwestin. Bi ked û fedakariyên şehîdan ev gihiştine vê pêvajoyê. Em ê nehêlin ev fedakarî vala biçin. Eger tifaqeke kurdî û nêrîneke yekbûyî ya hêz û partiyên siyasî dernekeve wê ne ji berjewendiyên Kurdan bin, wê Kurd di rewşeke zehmetir re derbas bibin.”

Şêx Mihemed El Qadirî di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Bila berjewendiyên gelê armancên me yên pêşîn bin. Divê Kurdên li parçeyên Kurdistanê hevgirtî bin û nêzî hev bin. Civîn tên lidarxistin, lê divê biryarên durist û pêşketî ber bi yekitiyê ve bên dayîn. Divê em berjewendiyên xwe yên teng bidin aliyekî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar