Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Pêwîstiya Tirkiyeyê bi fikrên Ocalan heye’ 

Bayindir anî ziman ku kodên xitimandina siyaseta Tirkiyeyê di tecrîda Îmraliyê de veşartiye û got: “Fikrên birêz Ocalan ku ji bo çareseriyê pêşkeş dike dikare civakek dubendî ji holê rake. Divê rêyên diyalogê bên vekirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir ji Ajansa Mezopotamya re axivî û bal kişand ser taktîka hilbijartinê, kêmasiyên di stratejiye de çêbûn, siyaseta Rêya Sêyemîn ku nakeve meriyetê û siyaseta heyama nû.

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku pêvajoyek hilbijartinê ya di her warî de bi rêbazên antîdemokratîk, zext, desteserkirinê û hemû derfetên dewletê ku hat bikaranîn û xebatên wan hatin astengkirin derbas kirin û got: “Tevî hemû zextan jî kurdan ji şerê AKP’ê re got na.”

‘AKP-MHP’ê ji bo me tu rewatiya xwe nîne’

Bayindir bal kişand ser encamên hilbijartinan û wiha got: “Piştî ku encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin, diyar e ku em weke DBP’ê nekaribûn li Kurdistanê encamên ku me dixwestin bi dest bixin. Li ser sedem û encamên van hin nîqaş hene. Helbet em wek gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin, destkeftî, serkeftin û têkçûna têkoşîna xwe li ser bingeha encamên hilbijartinê analîz nakin. Encamên hilbijartina ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve bi hemû derfetên dewletê hatiye kirin, lewma jî divê ev yek baş were dîtin. Encamên AKP-MHP’ê ji bo me tu rewatiya xwe nîne. Ji ber ku pêvajoyeke hilbijartinê hat meşandin ku xebatên me ku bi hemû aliyên rêbazên antîdemokratîk ên zext û zordariyê û bikaranîna hemû derfetên dewletê hatin astengkirin.

‘Wê siyasetek ku civak navend be bê meşandin’

Em weke DBP’ê bi aşkereyî diyar dikin ku em ji van encaman ne razî ne, hêviyên gelê me pêk naynin û bi encamên tê xwestin re rû bi rû ne. Ji bo kêmasî û xeletiyên ku ji ber siyaseta me ya pratîkî, awayê meşandina siyasetê û xwe bi xwe re çêdibin û di vî warî de kêm bikin, lêkolînên ku em dikin hene. Piştî hilbijartinê xebatên ku em bi lijneyên xwe yên li ser van prensîbên bingehîn dimeşînin berdewam dikin. Di gotûbêjan de me behsa gelek mijarên ku me bi têrkerî nekiriye, bi taybetî jî hinek kêmasî û kêmasiyên ku me dîtine û di têkoşîna siyasî ya pêşiya me de em ê hewl bidin van kêmasiyan ji holê rakin. Planên me yên girîng hatin aşkerekirin. Me civînên ku em ê li hemû bajaran û navçeyan bi saziyên xwe re li dar bixin, derxistine holê. Qonaxa duyemîn a vê yekê dê gelek têr û tije derbas bibe. Em ê pêvajoya nîqaş, rexne û xwerexnekirinê bi gelê xwe re bimeşînin. Me plansaziyeke xebatê ya li ser encamgirtinê derxistiye pêş, ku civak di navendê de be û têkoşîna demokrasî û azadiyê bi awayekî bi bandortir bimeşîne.”

 ‘Gelê kurd ji AKP-MHP’ê re got na’

Bayindir li ser planên siberojê yên AKP-MHP’ê sekinî û wiha axivî: “Em pêşbînî dikin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi encamên hilbijartinê re careke din desthilatdariya xwe bidomîne û polîtîkayên şerê taybet ên li dijî gelê kurd bidomîne. Dibe ku êrîş, zext û tundî hin dijwartir bibe jî. Li gel hemû operasyonên rizgarkirinê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya 21 sal in ji sedî 50’î yê civakê bi taybet gelê kurd destûr negirt. Gelê kurd ji AKP’ê re negot erê. Îradeyeke xurt ku gelê kurd rejîma AKP-MHP’ê red kir û qebûl nekir derket holê. Helbet ji bo xurtkirina vê îradeyê û bi taybetî jî têkoşîna maf û azadiyê bigihînin astên xurtir dê bi gel re nîqaş û plansaziyên pir berfireh bên kirin. Dibe ku ev yek ji xalên herî girîng be ku divê em di dema pêş de xwe rexne bikin.”

‘Em ê siyaseta Rêya Sêyemîn biafirînin’

Bayindir bal kişand ser xeta siyaseta Rêya Sêyemîn û wiha pêde çû: “Fikrên me yên wiha jî hene. Aliyek sîyaseta tirk baskê netewperest temsîl dike li aliyê din jî baskê kevneperest-neteweperest, tirkperest temsîl dike. Gelê Tirkiyeyê hema bêje ketiye nava mengeneyê û tê xwestin gelê Tirkiyeyê bixin nava vê xeletiya siyasî. Rêya Sêyemîn ji bo gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û hemû beşên bindest vebijarkeke nû ya jiyanê pêşkeş dike ye. HDP fikra wê ya siyasî ye. Lê belê em dikarin bi zelalî diyar bikin ku hem bi pêkhateyên xwe, hem bi tifaqên xwe û hem jî bi têkoşîna siyasî ya ku dida meşandin, nekarî Rêya Sêyemîn bi civakê re bîne cem hev. Li vir, di demekê de ku civak hema bêje bûye du beş û hewl dide di navbera du hêzan de biperçiqîne, heyamek li benda me ye ku em bi kesên demokrasî û azadiyê dixwazin re xeta Rêya Sêyemîn bigrin dest û belav bikin û têkoşîna xwe ya siyasî ji hemû gelên Tirkiyeyê xurtir bikin. Li ser milê me ye ku em karibin vê xeta siyasî bixin meriyete. Bi çalakiyên cihêreng xeta Rêya Sêyemîn, ramana siyasî bigihînin hemû aliyên Tirkiyeyê. Em ê di vê mijarê de kêmasiyên xwe bibînin, kêmasiyên wê yên di siyaseta pratîk de pir zû derbas bikin û em ê hewl bidin ku siyaseta Rêya Sêyemîn biafirînin.”

‘Pêwîstiya Tirkiyeyê bi fikrên Ocalan heye’ 

Keskîn Bayindir bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Birêz Ocalan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê, bi taybetî jî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd, pirsgirêkên gel, çand û baweriyan ên bindest, xwedî çareseriyên pir xurt û realîst in. Me ev yek di salên borî de bi hev re dît. Bersiva hikûmeta AKP-MHP’ê û dewletê hin zêdetir înkar, zext, tundî û kûrkirina pergala tecrîda Îmraliyê bû. Îro di şexsê birêz Ocalan de li Tirkiyeyê fikra çareseriya pirsgirêkên bingehîn di bin dorpêçê de ye û li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Polîtîkaya înkar û tundiyê ya ku tê xwestin bi vê yekê were meşandin heye. Desthilatdariyê bi tecrîda ku bi kêrî gelan nayê adeta Tirkiyeyê aniye ber têkbirinê. Çareserî hevdîtina bi aktoran pêkan e. Di roja me ya îro de cihekî ku ev siyaseta înkar, îmha, çewisandin û tundiyê ya hem hikûmet û hem jî ya dewletê ku wê civakê rizgar bike cih jê re nîne. Navnîşan, perspektîf û pêşniyazên ku birêz Ocalan ji bo çareseriyê dike, dikare Tirkiyeyê ji vê siyaseta astengî, xitimandin û neçareseriyê rizgar bike. Pêşniyazên çareseriyê yên ku dikare Tirkiyeyê ji tengaviyê, xitimandinê û siyaseta dubendiya civakê xelas bike, di bin perspektîfên çareseriyê, fikir û nirxandinên birêz Ocalan de veşartî ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar