Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Pêwîstiya zarokan bi piştgiriya psîkolojîk heye’

Sekretera Şaxa Egtîm Sen a Dîlokê Elîf Soyleyici diyar kir ku ji bo derûniya xwendekar û mamosteyên erdhejzede bê başkirin beriya her tiştî divê şert û mercên wan bên başkirin.

Di erdhejên ku li Mereşê pêk hatin de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Li gel ku hîna gelek kes di bin kavilan de ne, yên ku sax mane jî di sermayê de ne û pirsgirêka wan a stargehê heye. Hikûmeta AKP-MHP’ê piştî erdhejê bi ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) hin “biryar” girtin, bi biryarên ku girtin hem erdhejzede û hem jî xwendekar mexdûr kirin. Lijneya Xwendina Bilind (YOK) daxuyand ku mexdûrên erdhejê dê li hemû wargehên ku girêdayî Saziya Krediyê û Wargehan (KYK) bên bicihkirin û ji ber vê yekê zanîngeh dê derbasî pergala perwerdehiya onlînê bibin. Piştî biryarê xwendekarên li hemû wargehan bi lez û bez ji cihê wan hatin derxistin.

Sekretera Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Dîlokê Elîf Soyleyici, derbarê şert û mercên guhertina perwerdê de nirxandinan kir.

Elîf Soyleyici anî ziman ku piştî erdhejê fikarên zarokan zêde bûne û got: “Em wekî Egîtîmsen û şaxên KESK’ê ditirsin ku careke din heman tiştan bijîn. Me dît ku zarok di warê germkirinê de ne di hawêrek gelekî rehet de ne. Di vî warî de leza malbatan heye, hawirdora têkoşîna jiyanê ya berdewam heye, her wiha paşxistina hewcedariyên wan bandoreke neyînî dike. Ji bo şert û mercên malbatan bi taybetî jî di warê pêdiviyên zarokên wan de bên pêkanîn divê pergaleke bi rêk û pêk bê avakirin.”

‘Pêwîstiya zarokan bi piştgiriya psîkolojîk heye’

Soyleyici anî ziman ku divê di demeke herî kurt de xwendekar vegerin pergala xwe ya perwerdê ya berê û got ku li herêmên erdhejê dibistanên wêranbûyî jî hebin divê bi lezgîn dibistanên prefabrîk bên avakirin û ev tişt got: “Afirandina şert û mercên koordînasyonê, bi taybetî mamosteyên rêberiyê, dabînkirina hewcedariyên ji zarokan divê bên pêkanîn. Li cihên ku dibistan hilneweşiyane, lêkolînek bi baldar tê kirin da ku were dîtin dibistan dikarin bên bikaranîn an na.  Niha pêwîstiya zarokan bi piştgiriya psîkolojîk jî heye”

‘Divê perwerde neyên paşxistin’

Elîf anî ziman ku mamosteyên dildar dikarin bibin piştgirên herî mezin ên xwendekaran di vê pêvajoyê de û got ku hejmara mamosteyên dildar ên herêmên erdhejê jî zêde ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo şopa erdhejê pêwîstiya hevalên me yên mamoste jî bi desteka psîkolojîk heye. Gelek hevalên me neçar man ku li parêzgehê li cem xizmên xwe bi cih bibin. Divê şert û mercên wan jî bi heman awayî bên afirandin û vegerin nava gel. Bi xwendekarên xwe re jî heman hawîrdor bê amadekirin. Divê teqez dibistan neyên paşxistin, wezaret ji bo destpêkirina perwerdeyê seferber bibe. Ev ne tiştekî tenê ye ku Saziyên Sivîl an jî yekîneyên ku wan ava kirine bikin. Divê piştî mufredatê ev yek bê kirin. Zarokên me bi çêkirina derdorên dibistanê dîsa ji wê psîkolojiyê tên derxistin û beşa desteka psîkolojîk jî tê temamkirin, yan jî tiştekî dest pê bike. Berî her tiştî divê zarok ji wê psîkolojiyê bên derxistin.”

‘Divê dibistanên prefabrik werin çêkirin’

Elîf Soyleyici anî ziman ku di dema erdhêjê de herî zêde jin û zarok bi bandor bûne û wiha dewam kir; “Di vî warî de îtirazek jî heye, mîna ku ew luksekî mezin e, bi taybetî di xala dabînkirina hewcedariyên wan ên taybet de. Me lêkolînên ji bo zarok û jinan pêk anîn, alîkariya xwarinê hat kirin, lê pênûs pirtûkên rengîn ên zarokan? Fikarên zarokan? Divê hûn tirs û fikarên wan bibînin. Divê di zûtirîn demê de zemîn were avakirin da ku perwerde û hîndekariya zarokên me ji nû ve dest pê bike. Dibistanên kon nebin, eger dibistanên wan saxlem bin divê şert û mercên ku zarokên xwe bişînin dibistanên wan an jî heke dibistanên me xera bibin divê dibistanên prefabrîk werin çêkirin. Divê di zûtirîn demê de desteka psîkolojîk bê destpêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar