Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Pexşan Ezîzî li şopa Şirîn Elemhulî li ber xwe dide

Rojnameger Rohio Butan bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn da û got: “Dema ku hûn nameya Pexşan Ezîzî bixwînin, hûn ê şopa Şirîn Elemhulî ya li dijî rejîma Îranê serî netewand bibînin.”

Serhildana Jin Jiyan Azadî tirseke mezin xiste dilê rejîma Îranê. Rejîma Îranê bi vê tirsê cezayê darvekirinê di serî de li jinan û serhildêran dibire. Piştî cezayê darvekirinê li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Muhammedî hat birîn, weke wan endamên Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî, Nasim Gholamî Simiarî û gelek jinên din bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Rojnameger Rohio Butan a ku cezayê darvekirinê yê li aktivîstên jin hatiye birîn şermezar kir wiha got: “Jinên azadîxwaz û têkoşer li her derê rastî êrişan tên. Ji ber ku azadîxwazî li dijî otorîteriyê ye û alternatîfa jiyana nû ye, pergal û rêveberiyên otorîter ji ber ku ji vê ramanê ditirsin, her diçe êrişên xwe yên li dijî jinan zêdetir dikin.”

Rohio Butan bal kişand ser berxwedana jinên girtî yên li Girtîgeha Evînê û wiha domand: “Hêz û moral didin civakê. Jin bi hêz dibin û di girtîgehan de bin jî daxwazên xwe tînin ziman, mafên xwe diparêzin. Nameya Pexşan Ezîzî divê bibe mînak. Tevî êşkenceyên ku lê hatine kirin jî sekna serbilind nîşan dide. Dema ku em nameya wê dixwînin em şopa lingên Şirîn Elehmhulî ya ku li dijî rejîma Îranê serî netewan, ji darvekirinê netirsiya û di riya heqîqetê de meşiya dibînin. Jinên li Girtîgeha Evînê, bi evîna azadiyê li dijî her cure îşkenceyê berxwedana xwe didomînin. Xuya ye ku bi vê evîna azdiyê dê zêdetir li ber xwe bidin û tu carî serî netewînin.”

Rohio Butan, behsa nameya Werişe Muradî jî kir û wiha domand: “Di çarçoveya doza ku lê hatiye vekirin de, beşdarî danişînê nebû, bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî hatiye birîn da. Bi vê sekna radîkal yekitiya jinan nîşan da. Îradeya jinan a ku li Girtîgeha Evînê li dijî êşkenceyan tê raberkirin, bêguman azadî û cesareta wan nîşan dide. Di vê rewşê de weke jinên rojnameger peywira me girantir dibe. Ji bo ku jin careke din neyên darvekirin bi sendîkaya xwe, bi xebata xwe, bi xebatên xwe divê em bibin dengê van jinan.”

Rohio Butan bal kişand ku zextên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê di şexsê jinan de çêdibin, li dijî hemû beşên civakê ne û wiha bi dawî kir: “Rojek berê em ji nûçeyan hîn bûn ku 33 kes hatine bidarvekirin. Weke rojnamegerên azad divê em biryarên bêmaf û derexlaqî yên li dijî jinên rojnameger tên girtin nepejirînin. Li aliyê din ji ber rojnamegeriyê em rastî gelek êrişan tên. Li Bakurê Kurdistanê rojnameger hema bibêje her roj tên binçavkirin, li başûrê Kurdistanê jî tên qetilkirin. 6 meh in ji rojnamegerê endamê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed agahî nayê girtin. Li Rojhilat û Rojava jî rojnameger rastî êrîşan tên. Ji ber vê divê em rojnameger bêdeng nemînin û rastiyan derxin holê, bibin dengê rastiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar