Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Peyama 1’ê Gulanê: Tecrîdê bi dawî bikin, pêşî li mirinan bigirin

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê bi tevlêbûna bi sedhezaran hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de herî zêde tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê derketin pêş. Beşdaran bang li hikûmetê kir ku tecrîdê bi dawî bike û pêşî li mirinan bigire

1’ê Gulan Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevlêbûna sedhezaran bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li qadên pîrozbahiyê ji krîza aborî heta krîza siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê, di gelek mijaran de peyam hatin dayîn. Lê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê mohra xwe li pîrozbahiyan da. Di pîrozbahiyan de bang li dewleta tirk hat kirin ku tecrîdê bi dawî bikin.

AMED

Li Amedê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemawerî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Odeya Bijîşkan a Amedê, bi dirûşma ‘Dê jiyaneke bextewar aj bide’ li Qada Îstasyona Amedê bi tevlêbûna hezaran, 1’ê Gulan hat pîrozkirin. Di dema daketina qada mîtîngê de polîsan bi hinceta biryara walîtiyê, hewl da ku pêşî li dayik û malbatên girtiyan ku xwestin bi laçikên spî dakevin qada pîrozbahiyê, bigirin. Lê dayikan guh neda qedexeyê û bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ daketin qadê. Di mîtîngê de ji bo balkişandina ser greva birçîbûnê û rojiyê mirinê, ‘zincîra mirovan’ hat çêkirin. Di mîtîngê de banga seferberiyê ya dayikên girtiyan hate dubarekirin.

WAN

Bi dirûşma ‘ ‘Em radestî paşverûtiyê, bêewlehiyê, betaliyê û xizaniyê nabin’, bi pêşengiya DÎSK, KESK û TMMOB’ê, li Parka Aştî ya Mûsa Anter a Wanê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de dayik û malbatên girtiyan jî bi laçikên xwe yên spî amade bûn. Di mîtîngê de berdevkê DÎSK’ê yê Herêmê Mehmet Şîrîn Gurbuz bal kişand ser krîza aborî û da zanîn ku ji ber krîzê, karker êdî nikarin bijîn. Di mîtîngê de hat destnîşankirin ku ji bo edalet û hiqûqê divê tu kes bêdeng nemîne. Axaftvanan bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê û diyar kirin ku berxwedêr bang li wijdana mirovahiyê dikin. Banga piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re li raya giştî hat kirin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê û navçeyên wê jî ev 4 sal in destûra pîrozbahiya 1’ê Gulanê nayê dayîn.  Qeymeqamê Cizîrê destûr neda pîrozbahiyê û li ser vê yekê jî Platforma Şaxên KESK’ê ya Şirnexê li ber avahiya xwe ya Cizîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de biryara qeymeqam hat şermezarkirin û binpêkirina mafên karker û kedkaran hatin destnîşankirin. Di heman demê de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bang li hikûmetê hat kirin û wiha hat gotin: “Dê îktîdara AKP’ê ya di tecrîdê de israr dike, weke sûcdarê mirinê derbasî dîrokê bibe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”

MÊRDÎN

Bi wesîlaya roja 1’ê Gulanê, li Mêrdînê jî karker, kedkar û jin daketin qadan. Ji ber ku walîtiyê destûr neda ku pîrozbahî li navenda bajêr bê pîrozkirin, pîrozbahî 8 kîlometre dûrî bajêr hat lidarxistin. Kedkar bi kortejê heta cihê pîrozbahiyê meşiyan. Di kortejê de Dayikên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî amade bûn. Di dema derbasbûnê de dayikan laçikên spî xistin stûyê leşkeran. Di pîrozbahiyê de bang li tevahiya raya giştî hat kirin ku beriya encamên nebaş çêbibin, deng bidin qîrîna berxwedêrên di greva birçîbûnê de. Dayikan anî ziman ku bila tecrîd rabe, zarokên wan bijîn.

DÊRSIM

Hêzên ked û demokrasiyê yên Dêrsimê jî li Qada Seyît Riza pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xist. Girseyê dirûşm berz kirin û pankart vekirin. Piştî rêzgirtinê serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Gurbuz Solmaz axivî û bal kişand ser krîza aborî û karesatên aboriyê. Solmaz got ku ew şer naxwazin û demildest aştiyê dixwazin.

SÊRT

Li Sêrtê jî karker û kedkaran li qada Sêrtê pîrozbahiya 1’ê Gulan pîroz kir. Karker û kedkaran li ber def û zirneyê govend gerand. Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik jî beşdarî pîrozbahiyê bû. Serokê Şaxa Belediye-Îşê Halît Akinay xwest daxwaza karker û kedkaran bicih bên.

QERS

1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê îsal li Qersê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk, serokê Şaredariya Cilawûz ê CHP’ê Orhan Yantemûr û gelek kes amade bûn. Di mîtîngê de Ayhan Bîlgen axivî û bal kişand ser bêmafiyên li dijî karker, xebatkar û kedkaran. Bîlgen got ku ger azadî tune be, ked jî tuneye. Piştî axaftina Bîlgen hunermend Servet Kocakaya derket ser dikê. Mîtîng piştî stranên Kocakaya bi dawî bû.

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li ber Navenda Kar a Bahçivanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xistin. Gelek kedkar û karker, parêzvanên mafên mirovan û hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û gelek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Rihayê Adîle Oncel axivî û cejna karker û kedkaran pîroz kir û wiha got: “Bêyî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin, bila tecrîd rabe û daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.”

DÎLOK

KESK, DÎSK, TMMOB, Turk-Îş û TTB’ê li Dîlokê pîrozbahiya 1’ê Gulanê li dar xistin. Pîrozbahî li Parka Kirkayak pêk hat û rêveberên HDP, EMEP, DBP, SYKP, TÎP, KKP, Partiya Çep a Kesk, TKP, ODP, CHP û parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî mitîngê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin. Piştî axaftina nûnerên saziyên kedê, peyama dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ye hat xwendin. Dayikan di peyama xwe de got divê hikûmet daxwaza bi hezaran girtiyan bibîne û hêj ku darbest derneketin jî divê gav biavêje.

GURGUM

Li navçeya Nûrhaq a Gurgumê jî 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Rêveberên HDP, CHP, ESP û KESK’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Karker û kedkaran li ber def û zirnê govend gerandin.

STENBOL

Li Stenbolê bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, Odeya Bijîşkan 1’ê Gulanê Cejn a Karker û Kedkarên Cîhanê bi beşdariya sed hezaran karker, kedkar û welatî mîtîng hat lidarxistin. Mîtînga bi dirûşma ‘Ji bo kar, edalet û azadiyê em biçin 1’ê Gulanê’ pêk hat. Koma Vardiya ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê devên xwe bi maskeyan girtin û derketin ser dikê û pişt re stranên xwe gotin. Komê slavên xwe ji Leyla Guven û girtiyan re şandin û li qadê bi sedhezaran kêliyek dirêj li çepikan dan.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî bi laçikên spî tev li pîrozbahiyê bûn. Di axaftinên mîtîngê de hat destnîşankirin ku Tirkiye gav bi gav ber bi aloziyên nebaş ve diçe. Axaftvanan diyar kir ku dê karker û kedkar şertên di nava jiyanek aştiyane û azad de ku bijîn biafirînin. Herî dawî jî berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê metna hevpar a bi kurmancî xwend û wiha got: “Yên ku îradeya gel didizin, dizek in. Em li dijî bêdengiya grevên birçîbûnê, li qada 1’ê Gulanê bang dikin. Tenê kesek jî jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyar hikûmeta AKP’ê ye. Em ne mirinê, jiyanê dixwazin. Hemû hêzên demokrasiyê, li cem Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û girtiyan cih digirin.”

Piştî axaftinan mitîng li ber stranên hunermendan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar