Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Peyama 8’ê Adarê ya YPS-JIN

Koordînasyona YPS-JIN’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyameke nivîskî weşand û wiha got: “Em ê rêxistinbûna xweparastinêli hemû kolan, gund, navçe û bajarên Kurdistanê pêk bînin.”

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona YPS-JIN’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyameke nivîskî weşand.

Di peyama YPS-JIN’ê de ev tişt hat diyarkirin:

“Di serî de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, salvegera 5’emîn a YPS-JIN’ê, pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û berxwedana Garê li hemû jinên berxwedêr re pîroz dikin.

Bi têkoşîna nêzî 50 salan a Tevgera Azadiyê, kesên bi îradeya ku li hemberî dijwariyan li ber xwe dan heqîqeta serkeftinê ava kirine. Em têkoşîna îdîaya jiyana azad didin, bi qasî ku bê tereddut li ber xwe didin, em bi wêrekî li ber xwe didin û ew ê ev tişt serfiraziyê ji me re bînin.

Ji bo pûçkirina êrîşên tacîz, tecawiz û qirkirina li ser jinan a feraseta faşîst û mêrserwer a AKP û MHP’ê em bi baweriya serfiraziyê di nav têkoşîna şoreşê de cih digirin û li ser xeta xweparastinê peywirên xwe yên milîtaniyê bi biryardarî û îddîayeke mezin, em ê li ser xeta şehîdan bimeşin û serkeftina mezin ava bikin.

Bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Jinan re hatiye îspatkirin ku jin di warê fikrî, rêxistinî û xebatên leşkerî dikare pêşengiyê bike. Bi mîrateya azadî û berxwedanê ya ku me ji Sakîne Cansiz, Zîlan û Bêrîtanan wergirtiye, di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de rêhevalên me yên jin meşaleya azadiyê wergirtin. Li hemberî feraseta ku nahêle civak xwe biparêze, hêza YPS-JIN’ê di pêvajoya xwerêveberiyê de avabûna xwe îlan kiribû. Ev îlan di 8’ê Adarê de hatibû kirin û ev jî girêdana wê ya bi gerdûnî îfade dike. Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex, Warto, Chîcago, Filistin û Arjantîn li ber xwe didin.

Salvegera 5’emîn a avabûna YPS-JIN’ê jin di serî de em li hemû gelê xwe pîroz dikin. Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya KJK’ê de berxwedana li Kurdistanê li Garê derketiye asta jor û derbên giran li faşîzma AKP û MHP’ê hatiye xistin. Em şervanên YPS-JIN’ê diyar dikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were û hebûna gelê me were mîsogerkirin em ê li hemû bajarên Kurdistanê û li metrepolên Tirkiyeyê hevkarên AKP û MHP’ê, sîxuran, bazirganên fihûş û tiryakê ceza bikin û rêxistinbûna xweparastinê li hemû kolan, gund, bajarên Kurdistanê geş bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.

Di şexsê fermandarên pêşeng ên YPS-JIN’ê Ekîn, Asya, Nûcan, Berfîn, Pakîze, Zeryan, Sêvê, Axîn, Yildiz, Rozerîn û şehîdên berxwedana Garê em hemû rêhevalên xwe yên şehîd bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi îdîaya serfiraziyê xwedî li bîranîna wan derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar