Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Peyama Amedê pir zelal e: Yek ji me biçe dê hezar kes bên cihê wan

Welatiyên Amedê anîn ziman ku siyaseta kurd ji HEP’ê heta niha tevî hemû cureyên zextan û girtinan jî tu carî gav paş de neavêtiye û wiha gotin: “Em soz didin ku dê xwedî li dengên xwe derkevin. Yek ji me diçe lê bi hezaran tên şûna wan. Em ê bêjin ‘Êdî  bes e’ ji zilm û zordariyê re.” 

Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê êdî ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê rojan dijmêrin. Beriya hilbijartinê me li navçeya Sûrê ya Amedê nêrînên gel jê pirs kir. Amediyan gotin ku li dijî krîza aborî, bêkarî û polîtîkayên şer dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

‘Em ê yek deqeyê li ser sindoqan neçin’ 

Ji welatiyan Mûrat Demîr bal kişand ser doza girtinê ya derheqê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û û got ku dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Demîr, axaftina xwe wiha domand: “Me heta niha dengê xwe dida HDP’ê. Dê heta dawiyê jî wisa be. Ji bo ewlehiya sindoqan fikarên me hene. Lê em soz didin ku dê xwedî li dengên xwe derkevin. Em ê yek deqeyê li ser sindoqan neçin. Em ê heta dawiyê li wir bin. Divê em xwedî li sindoqan derkevin û gel jî di vê mijarê de hişyar bikin.”

Kiymet Çoban jî diyar kir ku ji ber krîza aboriyê nikare debara xwe bike û ev tişt anî ziman: “Hêviya min ew e ku Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de bi ser keve. Hevjînê min Ahmet Çoban, serokê sendîkayê bû û karmendê darayiyê bû. AKP’ê ew ji kar derxist. Ew jî gelek li ber ket û bi penceşêrê ket û jiyana xwe ji dest da. 4 neviyên min hene. Ez bi mûçeyê teqawidiyê yê hevjînê xwe li neviyên xwe dinêrim. Niha kirêyên malan bûne 10 hezar TL. Ez heqê xwe li wî helal nakim. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Di hilbijartina serokkomariyê de jî em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”

‘Ev der Amed e!’ 

Welatiyê bi navê Mehmet Polat jî destnîşan kir ku ji HEP’ê heta Partiya Çepên Kesk, di tevgera siyasî ya kurd de cihê wan diyare û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Namzetê me yê serokkomariyê Kiliçdaroglû ye. Partiya me jî Partiya Çepên Kesk e. Ev der Amed e. Bêguman em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Ma AKP’ê bo me çi kiriye. Tevek jî dizin. Em ê ewlehiya sindoqan biparêzin. Heta dengê me jî didizin. Qala ‘xizmetê’ dikin, lê kanî kolan, cade, kanî şaredartiya gel? Ew tenê li qesrên xwe keyfa xwe dikin. Em peywirdar in. Dê dengên xwe biparêzin û heta dawiyê xwedî li sindoqan derkevin.”

Ji welatiyan Nûrûllah ku nexwest paşnavê xwe bide jî bi lêv kir ku têkildarî ewlehiya hilbijartinê fikarên wî hene û wiha pê de çû: “Ez ê cara ewil dengê xwe bidim. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Di hişê min de tenê Partiya Çepên Kesk heye û dê bidim wê. Li Tirkiyeyê her tim derew, dizî û nelirêtî hene. Lewma di mijara ewlehiya sindoqan de em ditirs in. Em ê li ser sindoqan bisekinin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin.”

‘Em ê bibêjin ‘êdî bes e’

Menfiye Boz jî anî ziman ku heke Partiya Çepên Kesk bi ser keve dê dawî li zilm û zextan bê û wiha derbirî: “Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê bi ser kevin û piştre bêhnekî bistînin. Em ê ji zilm û zexta li kolanan xelas bibin. Dê HDP were girtin, ma çi sûcê wan çêbû? Em beriya Partiya Çepên Kesk jî hebûn û dê her hebin. HDP çû û niha Partiya Çepên Kesk hat. Heke em li hev xwedî derkevin dê her tim mezin bibin. Yek ji me biçe dê hezar kes bên cihê wan. Li Amedê ji bilî Partiya Çepên Kesk navê tu partiyên din derbas nabe. Vî bajarî ewqas êş kişandine, ewqas mirovên wê hatine qetilkirin. Tu miletan bi qasî kurdan zehmetî, zilm û zext nedîtine. Kezeba dayika hatiye şewitandin, gund hatin şewitandin, xelkê me hate sirgûnkirin. Ewqas êş hene ku mirov bibêje.  Her tişt girêdayî îradeya me ye. Divê em bêtirs û bi kelecaneke mezin biçin ser sindoqan. Em ê bibêjin ‘êdî bes e.’ Di sindoqan de em ê xwe biparêzin. Baweriya me ew e ku vêcarê dê bi dawî bibe.”

‘Em dixwazin welatekî ku bikarin tê de bijîn ava bikin’

Ji welatiyan Zulfu Demîr jî anî ziman ku ji berê heta niha her tim tevgera kurd parastiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji HEP’ê heta niha her çend ku nav hatibin guherandin jî me her tim dengê xwe da partiyên xwe. Em ê heta dawiyê jî bidin wan. Em ê poşman nebin. Me bi olê dixapînin. Em ê dengê xwe ji bo demokrasî û wekheviyê bidin û sindoqan biparêzin. Ji bo cihêkariya di navbera ol, bawerî, nîjad û mezheban de bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin. Em dixwazin welatekî ku bikarin tê de bijîn ava bikin. Hêvî li kolanan e. Hemû ciwanên vî welatî bêkar in, bêpere ne. Ji bo guherîn û veguherînê em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Namzetê me yê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ye. Em ê xwedî li sindoq û vîna xwe derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar