PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Peyama  çalakiya girtiyên siyasî

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê roja salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja 5’emîn de didome. Çalakiya dorveger dê heya 15’ê sibata 2024’an bidome. Girtî bi vê çalakiyê armanc dikin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.

Heta niha girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê gelek caran çalakiyên greva birçîbûnê pêk anîne. Dema bi rêya daxwaznameyan hewl didin daxwazên wan pêk bên û encam nagirin, vê carê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê dikin. Heta niha çi cara ketine girevê encam girtine û di aliyê daxwazan de bi ser ketine.

Dîroka sedsalî ya Komara Tirkiyeyê bi komkujî, koçberkirina bi darê zorê xitimiye. Di dîroka sed salên borî de girtin, kuştin û sirgûn her ji para kurdan bûye. Niha jî bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Li Kurdistanê bi hezaran gund, bajar hatin wêrankirin. Navê cih û gundên Kurdistanê kirin tirkî; ziman, çand û libasê kurdewarî bi rêzeqanûnan qedexe kirine. Ji wê divê nirxandin, lêkolîn ên der barê rabirdûya komarê de baş bên kirin ku ji feraseta nijadperest hesab bê xwestin! Divê gelê kurd vê dîroka sed salan baş lêkolîn bike û dersên rast jê derxe. Heta ku kurd dersên rast ji vê dîrokê dernexe dê bertekên rast û helwestên di cih de nîşan nede.

Gelê kurd jenosîda Dêrsimê, Geliyê Zîlan, Agiriyê, Zindana Amedê, Rihayê, Çewlikê, Kobanê, Dêrka Hemko, Roboskê, Sûrê, Nisêbînê û li Cizîra Botanê bi sedan kes bi fermana serkêşên komara otokrat, di jêrzemînên avahiyan de şewitandina mirovan ji bîra nekirine. Divê tu carî ji bîr jî nekin. Eger ji bîr bikin dê di siberojê de dîsa bi komkujî û qirkirinên nû re rû bi rû bimînin.

Ji destpêka avakirina komarê heta îro, kurd koçberên gund, bajar, cih û warên xwe ne. Kurd bênav û bênasname hatine hiştin. Navê Kurdistanê sûc hatiye dîtin. Dema kurd dibêje ez ‘kurd im û navê welatê min Kurdistan e!’ ceza lê tên birîn. Kurd û Kurdistan her tim hatiye înkarkirin.

Dema em li vê dîroka komara Tirkiyeyê dinerin, her tim li ser esasê qedexe, înkar û tecrîdê pêş ketiye. Îro jî ziman, çand û hemû nirxên kurdan tên înkarkirin. Nûner û siyasetmedarên kurd ên doza mafê kurdan dikin tên girtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêşengiya Neteweya Demokratîk dike û çareseriyê ji bo hemû gelê cîhanê nîşan dide, îro di tecrîda giran de tê girtin. Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Ev çalakiyên pêngavê îro li hemû cihanê belav dibin. Herî dawî girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê jî tev li vê pêngavê bûn.

Girtî bi vê çalakiyê du peyaman didin. Hem peyam didin dewletê û hem peyam didin qada siyasî û civakî. Girtî di peyama dewletê de destnîşan dikin ku muxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Destnîşan dikin ku yê gelê kurd kiriye xwedî vîn û nasname û her tim ji bo mirovahiyê û gelan, her tim ji bo aştî, demokrasî û mafên mirvan têkoşiya ye Abdullah Ocalan e. Girtî bibîr dixin ku heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe Tirkiye demokratîk nabe. Li Tirkiyeye mafên mirovan pêş nakeve. Li Tirkiyeyê qaosa aborî, siyasî û civakî bi dawî nabe. Girtî destnîşan dikin ku aramiya di nava gelan, çareseriya qeyrana aborî, siyasî, hiqûq û demokrasiyê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ji dewlet û rayedarên dewletê dixwazin ku demildest Ocalan serbest berdin.

Girtiyên siyasî dîsa bi vê çalakiyê peyamê didin qada siyasî û civakî. Peyamê didin nûnerên rêxistinên sivîl û civakî. Di vê peyamê de dixwazin ku her sazî, rêxistin û partiyên siyasî ku li ser navê demokrasî, mafên mirovan, edalet, wekhevî û heqîqetê tev digerin rol û rista xwe baş bilîzin.

Eger îro partiyên siyasî û rêxistinên civakî ku vê peyama girtiyên siyasî rast nexwînin û erka xwe pêk nînin, wê demê li Tirkiyeyê demokrasî, mafên mirovan û siyaseta demokratik pêş nakeve. Wê demê dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikaribe serbest rol û rista xwe bilîze. Wê demê dê binpêkirina mafan, binçavkirin, girtin, kuştin, şer û qeyrana aborî dê bidome. Ji ber vê yekê divê partiyên siyasî û saziyên civakî rol û rista xwe rast bilîzin û pêşengiya civakê bikin. Êdî dereng e, lê ne zû ye.

 

 

Nûçeyên Têkildar