Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peyama dawî ya gerîla Celal Fedakar a ji tunelên berxwedanê

Celal Fedakar ê HPG'î ku di roja 72'an a berxwedana Werxelê de fikrê xwe yê li ser şer ji kamera re vegot, ev peyam da: "Dagirker nikarin têkevin tunelan, lewma jî gelekî gazê bi kar tînin."Em hevalên ji çar parçeyên Kurdistanê ji dil û can silav dikin

Li herêma Avaşînê komek ji gerîla ya li tunelên şer ên Werxelê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ku 23’ê nîsana 2021’ê dan destpêkirin, 5 mehan bi dirûşma ‘Li Zagrosan rê ji dagirkeriyê re nîne’ destana berxwedanê nivîsandin. Berxwedêrên li Werxelê ku artêşa tirk têk birin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.

Gerîlayan li dijî êrîşên leşkerên tirk ên dûrî ji pîvanên şer û exlaqê li ber xwe dan. Gerîlayan berxwedana xwe li rojnivîskên xwe nivîsandin, fikir û hestên xwe jî ji kamerayên xwe re vegotin.

Şehîd Adil Gabar û gerîlayê HPG’ê Celal Fedakar ji wan berxwedêrên Werxelê bûn, ku di nava şerê giran de jî çavdêriyên xwe qeyd kirin. Herdu gerîla di roja 72’an a berxwedanê de li tunelên şer ên Werxelê ji kamerayê re axivîn.

Celal Fedakar ê ji Hewlêrê çavdêriyên xwe yên li ser êrîşên leşkerên tirk û detayên berxwedanê nirxand û diyar kir ku li hemberî wan teknîk û gazên herî bi jehr tên bikaranîn, lê ew ê tu carî dest ji kampên xwe bernedin.

‘Hewl didin kuçikan bişînin hundir’

Celal Fedakar anî ziman ku wê tu carî rê nedin dagirkeran û got, “Em di pêvajoya operasyonê de ne. Demeke dirêj e li eyaleta Avaşînê operasyon heye. Meha destpêkê operasyon li aliyê Mamreşo û Şehîd Serdar bû, hêdî hêdî berfireh bû. Nêzî kampan û qadan bûn. Niha jî hewl didin êrîşî kampa me bikin, lê belê em ê dest ji kampa xwe bernedin. Tu ji hevalên me wê dest ji cihê xwe bernedin, bila her kes bi vê zanibe. Bila dijmin zanibe ku em ê cihê xwe tu carî neterikînin. Lewma dijmin niha bi vî rengî êrîş dike. Ji ber ku nikare têkeve nava tunelan gazê bi kar tîne. Gazê û teqemeniyan bi kar tîne, her wiha hewl dide ku kûçikan bişînin hundir. Bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe. Lê belê hevalên me li ber xwe didin.”

Celal Fedakar ragihand ku ew li hundirê tunelên berxwedanê yên li Werxelê ne û li ser çavdêriyê xwe jî got, “Tunel li jorê ye, dijmin li wir e lê nikare xwe nêzîk bike. Heval dem bi dem li wan didin û vedikişin. Niha rewş bi vî rengî ye, gelekî zehmetiyê dikişînin. Li aliyê jorê nikaribin bikin, li quntarê jî nikarin bikin. Lewma mayinan (teqemeniyan) dişînin nava tunelan. Heval li dijî gaz û mayinan tedbîrên xwe digirin.”

‘Me ji bor serketinê amadekariyên xwe kir’

Şehîd Celal Fedakar di qeyda dîmen de diyar kir ku ji bo serketinê divê di şer de amadekariyan hemûyan bikin û got, “Dema ku tedbîrên cebilxane, lojîstîk û yên din hebin, hingî temam e. Dema ku ev hebe dijmin nikare bê. Ji xwe newêre bikeve nava tunelan. Mînak li Mamreşo hevalan bi rojan li ber xwe dan û berxwedana wan li cîhanê deng veda. Dijmin ji ber ku nekarî bikeve nava tunelan jehra kîmyewî bi kar anî, hevalên me bi vî rengî şehîd bûn. Naxwe nikarin bikevin tunelan.”

Celal Fedakar anî ziman ku tevî êrîşên artêşa tirk jî windahiyên wan nîne û got, “Ev yek bi tena serê xwe serketineke. Em li ber xwe didin. Dijmin zehmetiyê dikişîne û wê neçar bimîne vekişe. Lê belê ji bo bi rûreşî venekişe, her cure teknîka di destê xwe de li dijî tunelan bi kar tîne.”

Peyamên dawî:Em hevalan silav dikin

Celal Fedakar diyar kir ku dewleta tirk her cure çek û teknîkê li hemberî wan bi kar tîne û got, “Hêzên hewayî, helîkopteran timî bi kar tînin. Tenê ji bo ji aliyê psîkolojîk ve bandorê li me bike ewqasî teknîkê bi kar tîne. Lê belê tu carî nikare bandorê li gerîla bike. Hemû hewldanên biçûk in, bi kêr nayên.”

Gerîlayê HPG’ê Celal Fedakar herî dawî ev peyam da: “Em silavên xwe ji hemû hevalan re dişînin ên ku em wan nas dikin an jî nas nakin. Hevalên ji çar parçeyên Kurdistanê ji dil û can silav dikin. Em bi ser dikevin, serketin ji xwe ya me ye. Em dijmin li vir dişikînin û têk dibin. Bila hevalên me zanibin ku em ê tu carî dest ji vir bernedin. Hindik maye ku em dijmin têk bibin.”

*Di encama bikaranîna çeka kîmyewî ya artêşa tirk de gerîlayê HPG’ê Celal Fedakar (Bestûn Bekir) 26’ê îlona 2021’ê de, Adil Gabar (Yakûp Kizilaslan) jî di 10’ê cotmeha 2021’ê de şehîd bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar