Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peyama dawî ya Şehîd Sîrwan: Xwedî li Ocalan derkevin

Hinek mirov bi fedakirina canê xwe, wateyek nû didin jiyanê. Dibin qehremanên bê dawî û heya dawiyê jî peyama wan dimîne. Sîrwan Rauf jî yek ji wan nemiran bû ku li dijî Komploya 15’ê Sibatê agir berda bedena xwe û şehîd bû. Sîrwan herî dawî gotibû; “Li Ocalan xwedî derkevin.”

Sîrwan Rauf ku li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 17’ê Sibata 1999’an de agir berda bedena xwe û şehîd bû, bang li gelê başûrê Kurdistanê kiribû û gotibû: “Ez weke hunermendek wênekêş xwedî hestek neteweyî me. Bi dîlgirtina Rêberek Kurd gelek diêşim. Ji bo vê ez dixwazim hemû kurd bi taybet xelkê başûrê Kurdistanê li hemberî zilm û zordariya li ser kurdên bakur bêdeng nemînin. Dijî komploya navnetewî ya li dijî Abdulah Ocalan xwedî helwest bin. Ez bi çalakiya xwe gelek kêfxweş im, ev karê min ê herî kêm e ku min ji bo gelê xwe kiriye.”

Dema ku di 15’ê Sibata sala 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî radestî dewleta tirk a dagirker hat kirin, li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê kurd û dostên wan rabûn ser piyan. Gelek çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Bi dehan ciwanên kurd li dijî komployê agir berdan bedena xwe. Yek ji wan jî Sîrwan Rauf ê ji başûrê Kurdistanê bû.

Sîrwan Rauf di 17’ê Sibata sala 1999’an de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Baxê Giştî ya Silêmaniyê agir berda bedena xwe û şehîd bû.

Sîrwan Rauf

Sîrwan Rauf ciwanek pêşmerge û di heman demê de hunermendekî ji bajarê Silêmaniyê bû. Di sala 1963’yan de li Taxa Çiwarbax di malbatek welatparêz û hejar de tê dinê. Hîn temenê xwe yê biçûk de, fikra azadiyê nas dike. Heya sala 1982’yan peywendiyê bi Hizba Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê re çêdike û dibe pêşmerge. Di sala 1983’yan de ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve tê girtin û heta sala 1984’an di girtîgehê de dimîne. Piştî îşkenceyek zêde ji girtîgehê derdikeve û xebata xwe li nava bajar didomîne.

Tê girtin

Piştî ku Sîrwan ji çiya dadikeve nava bajêr, saziyên sîxuriyê yên rejîma baasê pêdihesin û wî digirin. Nêzî salekê aqûbeta Sîrwan nayê zanîn. Lê ew ji têkoşîna xwe qet gav paşve naavêje, lewre hertim dibe hedefa hêzên rejîmê. Di dema pêşmergetiyê de 3 caran tê girtin. Şopên îşkenceyê heya şehîdbûna wî jî li ser bedena wî dimînin. Di sala 1985’an de li bajarê Kerkûkê bi 4 hevalên xwe re rastî êrîşek çekdarî tê. Sîrwan ji vê êrîşê bi saxî xilas dibe, lê hevalên wî şehîd dikevin.

Wênekêş bû

Sîrwan Rauf ji bilî xebata siyasî û pêşmergetiyê, bi karê wênekêşiyê re jî mijûl dibe. Weke çavdêrek dilsoz, di dema têkoşîna xwe de, dîmenên cur bi cur ên jiyana xelkê başûrê Kurdistanê dikişîne. Piştî raperîna 1991’an jî 5 salan karê wênekêşiyê dike û 4 pêşangehan vedike.

Çalakiya şehîd Sîrwan

Sîrwan Rauf, li aliyekê jî eleqeyek mezin nîşanî têkoşîna azadiyê ku li bakurê Kurdistanê destpê kiriye û li tevahiya Kurdistanê belav bûye dide, di bin bandora wê de dimîne. Bi taybetî jî girêdanek wî ya mezin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hebû. Lewra dema ku agahiya komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 15’ê Sibata 1999’an de belav bû, weke tevahiya gelê kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, Sîrwan Rauf jî ev yek qebûl nekir.

Heta wê demê Sîrwan Rauf peywendiyek nêzîk bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çênekiribû, lê hezkirin û girêdana wî ya bi azadiyê re, gihand biryarek radîkal.

Sîrwan di 17’ê Sibata 1999’an de li ber Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê, li dijî komploya navneteweyî agir berda bedena xwe. Sîrwan ku rakirin nexweşxaneyê, piştî 10 rojan di nexweşxaneyê de şehîd dibe.

Gotinên dawî yên şehîd Sîrwan

Piştî ku Sîrwan agir berda bedena xwe, rakirin nexweşxaneyê, di dema li nexweşxaneyê de ji gelek rojname û televziyonan re diaxive. Rojnameya Welat jî di wê demê de hevpeyvînek bi Sîrwan Rauf re çêdike.

Sîrwan ji bo rojnameyê wiha behsa armanca çalakiya xwe kiribû: “Ez weke hunermendek wênekêş xwedî hestek neteweyî me. Ez bi dîlgirtina Rêberek Kurd gelek diêşim. Ji bo vê ez dixwazim hemû kurdek bi taybet xelkê başûrê Kurdistanê li hemberî zilm û zordariya li ser kurdên Bakur bêdeng nemînin. Her wiha bila li dijî komploya navnetewî ya li dijî Abdulah Ocalan xwedî helwest bin û şermezar bikin. Ez bi çalakiya xwe gelek kêfxweş im, ev karê min ê herî kêm e ku min ji bo gelê xwe kiriye. Çawa dibe rêberek kurd li ber çavê hemû cîhanê, ji aliyê Îsraîl, sîxuriya Amerîka û dewleta tirk ve bê girtin û hemû mafên wî bên binpêkirin.”

Hunermend Mîdya Hisên ku hevalê zarokatî yê şehîd Sîrwane, derbarê kesayeta şehîd de ji Rojnews re axivî. Hisên destnîşan kir ku Sîrwna ciwanek kurdperwerde bû, her tim dixwest tev li xebat û tevgera çekdarî bibe û wiha got: “Kesek zindî bû, ji huner û wênekêşiyê hez dikir. Sîrwan piştî dijî komploya ser Rêber Apo çalakî lidarxist, bû nîşanek. Şehîd Sîrwan tenê bi xwîna xwe got, belê ji bo Apo, na ji bo dijminên Apo û gelê me.” Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar