Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Kes bi kurdê bêhêz re diyalogê nake!

Bi salan e gelê kurd di nava têkoşîna civakî, siyasî û çekdarî de ye da mafê xwe bi dest bixe û serî ji tu...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Kes bi kurdê bêhêz re diyalogê nake!

Bi salan e gelê kurd di nava têkoşîna civakî, siyasî û çekdarî de ye da mafê xwe bi dest bixe û serî ji tu...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Kes bi kurdê bêhêz re diyalogê nake!

Bi salan e gelê kurd di nava têkoşîna civakî, siyasî û çekdarî de ye da mafê xwe bi dest bixe û serî ji tu...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her kes bahsa “pêvajoyek nû ya çeraseriya pirsgirêka kurd” dike ev mitîng girîng û bi wate bûn. Di van mitîngan de gelê kurd bi awayekî aşkere ji hemû aliyan re got muhatabê mijarê kî ye û divê çi bê kirin.

Ji meha îlonê û vir ve li Tirkiyeyê bi taybet şirîkê biçûk ê desthilata faşît û qiker Devlet Bahçelî bi hin gotinan mijara doza kurd dîsa xist rojevê. Di pêşî de gelek aliyên cûda li dijî van nirxandinan derketin lê, bi demê re herkesî li gorî perspektîfa xwe ya îdeolojîk nêzî meseleyê bûn û hewldan ku mijarê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Yek ji van kesan jî Mehmet Uçum bû. Ev kesê ku niha weke serşêwirmendê Erdogan tê zanîn derket û weke her car bi zimanekî pir kirêt gef li tevgera azadiyê û kesên ku bahsa pêvajoyê dikin xwar. Bêgûman ev gef û nirxandin jî ji perspektîfa deshilata AKP-MHP’ê ne cûdatir bû. Heman kes piştî demekê derket û weke qet yên wî ev gotin negotine dest bi pesindayina Bahçelî kir. Ev jî diyar dike ku van gotinan AKP bi Bahçelî dide gotin. Lê ya girîng ne eve.

Bi demê re gelek kesan li ser mijarê tiştên cûda nivîsandin, herkesî ji xwe re senaryoyek cûda çêkir. Tiştên ne bûyî jî weke bûyî dan nîşandan ku bikaribin xwe mafdar derbixin. Raste îro li Tirkiyeyê li ser melelaya kurd hin kes diaxivin bêgûman mirov nikare van axaftinan ji nedîtinê ve were. Lê ya girîng ev axaftin xizmeta çi dikin e. Bi rastî armanca van kesên ku diaxivin li gorî pîvanên navneteweyî û deskeftiyên ku hatine bi destxistin çareseriya doza kurd e an na?

Weke me li jor jî got li ser vê mijarê gelek kes diaxaftin û gelek tişt tên nivîsandin. Li cihê ku ewqas dezenformasyon zêdebûn ku êdî kî çi dibêje tu wateya wê nema. Di nava vê tevliheviya heyî de 23’yê cotmehê ji malbatê Omer Ocalan li girava îmraliyê serdana Rêber Apo kir. Rêber Apo di peyama xwe de bi awayekî eşkere got; “li holê tiştek nîne, tecrîd dewam dike, divê têkoşîn were mezinkirin.” peyam zelal û vekiriye. Li gorî min vê peyamê hemû nirxandin û analîzên li ser mijarê dihatin kirin pûç kir.

Lê tevî vê rewşa zalal jî hin kesan xwe baş îknakiribûn ku di bin navê çareseriyê de hin tişt diqewimin. Tam di vê pêvajoyê de deshilata rantxurt ya AKP-MHP’ê bi dagirkirina şaredariyên DEM Partî yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî dîsa rûyê xwe yê reş nîşanî herkesî da. Li gel vê hemû qelemşorên vê deshilata xwînxwar bi yek dengî nîvîsandin wê şarederiyên din jî werin dagirkirin. Yanî vekirî dibêjin “dengê xwe nekin li cihê xwe rûnên ger hûn rûnenên wê tişta di destê we de maye jî ji we bê girtin.”

Li himberî vê siyaseta ku xwe li ser înkara îradeya gelan dide avakirin li bakurê Kurdistanê ji 4’ê mijdarê ve gel li qada ye. Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve û vê siyata dagirkeriyê weke înkara îradeya xwe dibîne. Bi taybet jin û ciwan bi çalakiyên xwe mohra xwe li van çalakiyan dan. Lê li gorî min ji bo mirov bikaribe bi vê deshilata faşîst û qirker gavê paş ve bide avêdin pêwîstî bi çalakiyên hîn radîkaltir heye.

Di dawiya hefteyê de ango 16’ê mijdarê li bajarê Kolnê yê Almanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji  pirsgirêka kurd re çareserî” meş û mitîngek bi heybet hat lidarxistin. Di vê pêvajoya ku herkes li ser doza kurd û çareseriya wê ji xwe re senaryoyek cûda pêşkeş dike gelê Kurd bi vê mitîngê helwesta xwe bi awayekî eşkere anî ziman. Di vê mitîngê de gelek mijarê ku mirov binirxîne hene. Lê ya herî girîng ewe ku peyama ji vê mitîngê derketiye. Li gorî ev mitîng bi awayekî eşkere gelê kurd got; “kî çi dibêje ne girîng e, ya girîng azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.” Divê ev mitîng û peyama ku jê derketiye ji hemû milan ve rast were xwedin. Kesên ku êdî doza kurd ji bo xwe kirine mijara rantê jî divê bibînin ku gelê kurd di mijara azadiya Rêber Apo de cidiye û ji bo wê jî roj bi roj asta têkoşîna xwe bilind dike. Ev mitîng ji hemû gote gotên li Tirkiyeyê û wan tirşikçiyên kurdên nijadperest re bû bersiva herî xurt. Muxatap diyare, ger hun samîmîne fermo deriyê îmraliyê vekin bila Rêber Apo biaxive…

Bi heman girîngiyê di 17’ê mijdarê jî mitîngek bi wate li bajarê Êlihê hat lidarxistin. Di vê mitîngê de jî gelê kurd û hemû aliyên azadîxwaz û hêzên  demokrasiyê bi yekdengî siyaseta ku bi qeyûman li ser îradeya gelan tê ferzkirin şermazar kirin. Ji şermezarkirinê wêdetir helwesta xwedî derketina li îradeya xwe girîng bû.

Divê em bizanibin ku deshilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê mîna her carê bi rêyên ne demokratîk wê hewl bide ku xwe li ser îradeya gelen ferz bike. Di vir de ya girîng helwest civakî ya gel e. Ger li himberî van dagirkeriyê helwestek yekgirtî derkeve holê wê ev deshilata ku êdî demên xwe yên dawî jiyan dike cesaret neke ku serî li van rêyên wisa qirêj bide. Yanî li himberî vê dagirkeriyê li ser îradeya gel wê asta têkoşînê pêşveçûna pêvajoyê diyar bike. Ji vî aliyî ve mitînga li Êlihê hatî lidarxistin girîng bû.

Li Koln û Êlihê gelê kurd, azadîxwaz û hêzên demokrasiyê helwesta xwe eşkere kirin. Bi yek dengî gotin çareserî li Îmraliyê Rêber Apo ye. Ger dewleta tirk bi hemû pêkhateyên xwe ve di vê pêvajoya ku Rohilata Navîn dikele de li gorî vê perspektîfa ku ji van mitînga derketiye tevnetere wê mezin winda bike. Ji bo ev wendahî çênebe jî divê demildest deriyê Îmraliyê were vekirin û rê li ber Rêber Apo bê vekirin da ku gelê kurd dengî wî bibihîse.

Nûçeyên Têkildar