Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Peyama gelê Botanê: Em li vir in û li ser pêya ne

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr da zanîn ku gelê Botan bi Newroza îsal re peyama ‘Em li vir in û li ser pêya ne’ daye dewleta tirk. Îmîr diyar kir ku gelê Botanê Newroza îsal diyarî  Zulkuf Gezen û çalakvanên greva birçîbûnê kiriye

Newroza îsal a li Cizîr, Qileban, Hezex, Silopiya û Şirnexê yên herêma Botanê, bi coş û tevlêbûna xwe Cejna Newrozê yên salên 90’î bi bîr xist. Tevî dorpêça mezin a polîs û leşkeran jî bi dehhezaran kes herikîn qadan. Cizîriyan Newroza îsal jî diyarî Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji des dayî, kir. Her wiha beşdaran berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê silav kir. Tevlêbûna gelê Cizîrê ya pîrozbahiya Newrozê, di heman demê de ji bo qeyûman jî bersiveke xurt bû.

Der barê mijarê de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr ji MA’yê bi Bêrîvan Altan re axivî. Îmîr diyar kir ku Cejna Newrozê ya îsal li herêma Botanê li 5 qadan hate pîrozkirin û wiha domand: “Bi dehhezaran kes bi cil û bergên xwe yên gelerî, bi tililî û coşa xwe tev li pîrozbahiyan bûn. Ji 7 salî heta 70 saliyan, gelê Botanê careke din dîrok nivîsand. Gelê Cizîrê îsal li dijî tecrîdê daket qadan. Tevî hemû qewimînên li Cizîrê jî, gel bi israr peyama ‘Vaye em li vir in’ da. Hêrs û kîna gel mezin e. Gelê Botanê dîlana azadiyê gerand.”

‘Siwar hatin pêya çûn’

Îmîr bal kişand ser atmosfera Newroza Cizîrê û ev nirxandin kir: “Biwêjeka kal û pîrên me heye. Dibêjin; ‘Siwar hatin, pêya çûn.’ Polîs û leşker ji bo ablukaya Newrozê û çavtirsandina gel bi hêzêke mezin hatin. Lê bi ruhekê têkçûyî vegeriyan. Di nava xwe de diaxivînû di gotin ‘70-80 hezar mirov hatine. Ev lêgerîn vale ne. Ev cihên kontrolê valene.’”

‘Em ê bi ruhê berxwedanê tecrîd bişikînin’

Herî dawî jî Îmîr ev tişt gotin: “Gelê Botanê di Newroza îsal de ev peyam da; ‘Em kurdin, em li virin û dê kes nekare bi vîna me bilîze. Em xwedî vîna xwe û xwe derdikevin. Em ê bi berxwedana xwe tecrîdê bişikînin.’ Gelê Cizîrê Newroza xwe diyarî Zulkuf Gezen kir. Bi ruhê Newrozê gel ji niha de bersivek xurt da 31’ê adarê. Botan di Newrozê de bû dengê çalakgerên di grevên birçîbûnê de. Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê coşa Newrozê bû pêngava destpêkê.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar