Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Peyama gelê Rojava: Ji dagirkeriyê re NA

Bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê yên ji Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê û Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya yên dewlet tirk û piştgiriya xwe ya bi berxwedana şervanên YPG, YPJ û HSD’ê re daketin qadan

Gelên rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê berxwedanake bêhempa nîşan didin. Dewleta tirk ku hewl dide bi topbarankirina qadên sivîlan ên li navend, navçe û gundan re welatiyan koçber bike, nagihije armanca xwe. Bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê diherikin ser sînor û li dijî dagirkeran helwesta xwe nîşan didin.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyên Girkê Legê û Dêrikê bi dirûşma ‘Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe goristana Erdogan û DAIŞ’ê’ meş li dar xist. Meşa li Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Şêniyan dirûşm berz kirin û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Her wiha welatiyan xweset ku qada hewayî ya rojavayê Kurdistanê ji firînê re bê qedexekirin.

DÊRIK

Bi heman boneyê li bajarê Dêrikê jî bi hezaran welatî ip Qada Azadî kom bûn û meşeke girseyî li dar xist. Welatiyên ku li kolanên bajar meşiyan, dirûşm berz kirin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku dewleta tirk sivîlan hedef digire. Şêniya da zanîn ku divê hemû kes li dora şervanên YPG, YPJ û HSD’ê kom bibe û li dijî dagirkeran têbikoşe.

Amûdê

Li Amûdê jî bi tevlêbûna bi sedan welatiyan bi sedan şêniyên navçeya Amûdê daketin qadan. Di meşê de berxwedana şervanên YPG, YPJ û HSD’ê hate silavkirin û êrîşên dewleta tirk jî hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de di heman demê de wêneyên kesên di êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne jî hatin vekirin. Di çalakiyê de welatiyan destnîşan kir ku dê xwedî li banga seferberiyê ya rêveberiya xweser derkevin.

Dirbêsiyê

Li dijî êrîşên dagirkeriya yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê jî bi erebe û motorsîkletan çalakiyek li dar xist. Çalakvan li kolanên serekê yên navçeyê meşîyan û alên YPG, YPJ û HSD’ê hilgirtin. Çalakvanan dîrûşmên ‘Bijî HSD, YPG û YPJ’ û ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re’ berz kirin. Çalakvan demek piştre jî ber bi gundên Qermanê , Til Eylûl û Kerbetiliyê ve çûn.

Kobanê

Gelê Kobanê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewlet tirk, bi karwaneke erebeyan berê xwe dan Girê Spî. Welatî dixwazin tev li çalakiya mertalên zindî bibin. Çalakî li gundê Silûkê tê lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar