Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Peyama girtiyan zelal e: Em ê heta dawiyê têbikoşîn û bi ser bikevin

Berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Girtiyan da zanîn ku encam çi dibe bila bibe heta ku tecrîdê neşikînin dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Malbatên girtiyan jî xwestin ku beriya darbest ji girtîgehan derkevin dewlet gav biavêje

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya koma yekemîn a li girtîgehan kete roja 152’yan. Bi heman boneyê di 30’ê nîsanê de koma yekemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ji 15 kesan pêk tê, dest bi rojiya mirinê kir. Koma duyemîn a rojiya mirinê ku ew jî ji 15 girtiyan pêk tê, di 10’ê gulanê de dest bi rojiya mirinê kir. Ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Selamettîn Yilmaz e. Yilmaz li Girtîgeha Tîpa T-3 ya Şakranê dimîne û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 77 roj in di greva birçîbûnê de ye. Yilmaz têkildarî rewşa xwe û girtiyên din agahî dan. Yilmaz da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta ‘li bayiyan rojnameya Yenî Yaşamê nîne’, ji 1’ê adarê ve rojnameyê nadin wan. Yilmaz destnîşan kir ku nikarin kanalên tv’yan ên ku dixwazin temaşe bikin û nameyên wan jî nayên dayîn. Yilmaz got ku cil û bergên ku malbatên wan dişînin nadin girtiyan.

Rewşa girtiyan gelek xerab bûye

Di berdewamê de jî Yilmaz bi lêv kir ku vîtamîn û vexwarina pêwîst nadin wan û wiha domand: “Wêneyên ku em bi malbatên xwe re dikişînin, nadin. Malbatên me bi wesayîta rîngê tînin girtîgehê. Em gelek zeîf bûne. Rewşa hevalên me yên li qawîşa li rex me ji ya me xerabtir e. Em bi zorê li ser pêyan radiwestin. Ez 15 kîloyan zeîf bûme. Serê me gêj dibe û em bêhal in. Lê çi dibe bila bibe heta ku em tecrîdê dişikînin dê li ber xwe bidin. Serkeftin dê ya me be.”

Burhan Şik di rojiya mirinê de ye

Girtiyê bi navê Burhan Şik (31) jî bi heman boneyê di 1’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê dest bi greva birçîbûnê kir. Şik di 30’ê nîsanê de jî çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirinê. Şik, di sala 2008’an de dema li Zanîngeha Sêrtê dixwend bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û 5 meh piştre jî hate berdan. Di sala 2012’an de jî li Stenbolê bi hinceta ku di nava xebatên BDP’ê de ye, hate girtin û 20 mehan girtî ma. Şik, di sala 2012’an de jî li girtîgehê tev li çalakiya greva birçîbûnê bû. Herî dawî jî Şik di sala 2016’an de li ser rêya Wan-Agiriyê hate binçavkirin û 20 sal ceza lê hate birîn.

Di çalakiyê de bi israr in

Dayika Şik, Ferhan Şik di 8’ê gulanê de çû girtîgehê û di 14’ê gulanê de jî bi telefonê bi kurê xwe re axivî. Dayika Ferhan têkildarî rewşa Şik axivî û got ku kurê wê gelek zeîf bûye. Dayika Ferhan ev agahî dan: “Moralê wî pir baş bû. Ji min re got ‘dayê, di vê rêyê de min her tişt daye ber çavan û ez ê heta dawiyê têbikoşim. Em ji bo jiyan û jiyandinê hene. Loma min di nava vê têkoşînê de cih girt. Îşalla dê gel xwedî li vê têkoşîna me ya bi rûmet derkeve. Di 2’yê gulanê de bi birêz Ocalan re hevdîtin çê bûn lê ev nedomiyan. Bila kes xwe nexapîne. Heta ku malbat û parêzer hevdîtinên xwe bi rêk û pêk nekin, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.’”

‘Dê hemû cîhan vê têkoşînê vebêje’

Dayika herî dawî jî ev tişt gotin: “Zextên li ser girtiyan zêde bûne. Radyoyên wan desteserkirine û mafê wan ê pêwendîdayînê tê astengkirin. Ez ji her kesî rica dikim ku xwedî li vê têkoşîna birûmet derkevin. Ji bo têkoşîna zarokên me çi ji destê min bê ez amade me. Em naxwazin zarokên me bimirin. Hêvîdarim zarokên me bijîn. Ji hemû encamên neyînî Erdogan, wezîrê dadê û kesên bêdeng berpirsyar in. Divê dewlet li gorî zagonên xwe tevbigere. Ger tiştek bi serê zarokên me bê, dê dewlet birûxe. Dê hemû cîhan vê têkoşînê vebêje.” EDENE-AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar