Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 134 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê peyam şand. Guven da zanîn ku teqez dê bi ser bikevin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 134 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Guven bi boneya Cejna Newrozê ya Amedê, peyam şand.
Peyama Leyla Guven ji hêla parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersîm Dag ve hat xwendin. Dag, bang li sedhezaran kir û wiha got: “Me silavên Leyla ji were anîne. Me berxwedan ji were anî ye. Berxwedan teqez dê bi ser bikeve.”
Piştre jî Dag peyama Leyla Guven xwend. Peyama Guven wiha ye:
“Slav Amed!
Slav Paytexta Berxwedanê!
Slav dayikên canfeda, ciwanên leheng! Ez we hemûyan bi ruhê berxwedana zindanan hembêz dikim. Gele me yê hêja! Newroz destpêka biharê, vejîna azadiyê ye. Newroz li zindana qêrîna Mazlum, li bircên Amedê govenda Zekiye, li dervayî welat meşaleya Ronahî û Rahşana ye. Niha jî Newroz Mazlumê serdemê Zulkufê leheng e. Lewma navê Newroza 2019’an Zulkuf Gezen e… Hevalno, hevalê Zulkuf şehîdê pêngava berxwedanê ye û bi ruhê berxwedanê rêya me ronî kiriye. Ez bejna xwe li ber şehadeta wî ditewînim. Gelê me yê heja û leheng, ez dibêjim ku serkeftin pir nêze. Vayê bihar hat. Em ê di sala 2019’de tecrîdê bişikînin û gelê xwe azad bikin. Ez dibêjim bila tevahiya cîhanê bizane ku em jiyaneke di nav tecrîdê de napejirînin û em ê bi berxwedana xwe, sala 2019’an bikin sala kurd û Kurdistanê. Bi vî ruh û baweriyê slavên xwe dişînim û bi dil û can Newroza we pîroz dikim. Newroz pîroz be. Em ê teqez bi serkevin…” AMED