Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê û balkişandin tecrîda li ser Ocalan, HDP’a Amedê li ser twîtterê peyama Leyla Guven ‘Jiyana me dîrokeke ji agir e’ parve kir. Her wiha ji bo mîtînga sibê jî banga tevlêbûnê hat kirin
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 72’yan de didome.
Di çarçoveya balkişandina çalakiyên ku hatine destpêkirin de, HDP’a Amedê di roja 72’yemîn a çalakiya Guven de li ser twîtterê peyama Guven parve kir. HDP bi dirûşma #DengêWicdanêLeyla peyama Leyla Guven a ‘Jiyana me dîrokeke ji agir e. Hin ji me dê di vî agirî de bişewitin, lê tu carî winda nabin, ew her di dilê gelê xwe de ne’ parve kir.
Banga tevlêbûna mîtîngê
HDP’a Amedê jî bi armanca pirtgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê û bal bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan bi dirûşma ‘Demokrasî, Azadî û Edalet’ dê sibê mîtîngeke mezin pêk bîne. Heyeta Komîteya Amadekar ji bo mîtîngê serî li walîtiyê dabû. Piştî destûra mîtîngê derket, endam û rêveberên HDP’ê, parlamenter, li tax, gund û navçeyan digerin û banga tevlêbûnê dikin. Mîtînga HDP’ê ya Amedê dê di 19’ê çileyê de saet di navbera 12.00 û 16.00’an de pêk bê. HDP esnafan ziyaret dike û banga tevlêbûnê dike. Ziyaretên HDP’ê rastî eleqeyek mezin tê. Ne tenê ji Amedê, ji bajarên wek Sêrt, Êlih, Çewlik, Mêrdîn, Şirnex, Riha û gelek navçeyên derdorê jî bi hezaran welatî tev li mîtînga li Amedê bibe. Têkildarî mîtîngê serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Ramazan Kaval bang li her kesî kir û xwest li dijî tecrîdê deng bidin dengê girtiyên di çalakiyê de ne. AMED