Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

​​​​​​​Peyama hevpar a tevgerên Kurdan: Bila Newroz bibe tifaqa navxweyî

Bi dehan partî, sazî û dezgehên kurdî ji bo Newroza 2022'yan daxuyaniyeke hevpar da û got “Bila Newroza vê salê, ya sala 2022'yan, bibe çepera yekitî û tifaqa navxweyî. Dem dema serkeftinê ye.”

Bi dehan partiyên siyasî, sazî û dezgeh û rêxistinên civakî ji bo Newroza îsal daxuyaniyeke hevpar a nivîskî da.

Daxuyaniya hevpar wiha wiha ye:

“Di dîroka Kurdistanê de, berî 2634 sal berê bi serhildana Kawayê Hesinker, zordestî û zilma Dahakê tê bidawîkirin û li ser çiyayên Kurdıstanê agirê azadiyê tê hilkirin û geşkirin. Ji wê rojê heta îro di nav gelên Kurdistanê de Newroz wekî cejna azadî, rizgarî, berxwedan û serhildanê hatiye pênasekirin. Kurdistanî û bi taybetî gelê Kurd her sal roja 21’ê ̂ Adarê cejna Newrozê pîroz dikin û vê rojê agirê Newrozê berz dikin. Ji ber vê egerê li cem Kurdistaniyan, Newroz bûye roja berxedanê, roja serkevtina, roja rizgarî û azadiyê.

Newroz li ser bingehê têkoşîna li dijî bindestîyê pêk hatîye. Newroz li dijî zulmê, koletîyê, dagirkerîyê, kolonyalîzmê û bindestîyê bûye sembola rizgarî û azadîyê. Li dijî faşîzma dewleta Tirk Kawayê hemdem Mazlûm Doğan roja 21’ê Adara 1982’an de bi sê darikên Kifrîtê bejna xwe kir agirê azadî û berxwedanê. Ala Kawayê Hesinker, ala azadiyê li paytexta Kurdistanê, li birca Amedê daleqand û agir geştir kir. Ev agir li seranserê Kurdistanê li serê çiyayan, li zozanan, li gund û bajaran geş bû. Îro jî hemû Kurdistanî vî agirê azadiyê li seranserê Ewropa, li parzemînên Emerika, Esya û Ewistralyayê dane geşkirin û wê di vê Newroza sala 2022’an de jî ev agirê azadî, serhildan û berxwedanê ji alî partiyên siyasî, rexıstinên sivîl û pêkkhateyê gelê Kurd ve li heman parzemînan bê geşkirin.

Îro gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê Newroz kirine şahîyeke mezina gelêrî û roja azadî, rizgarî û berxwedanê. Gelê Kurd, dîsa Cejna Newrozê li seranserê Kurdistanê û li hemû parzemînên Cîhanê herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê bi coşeke mezin pîroz dikin. Gelê Kurd, bi têkoşîna xwe ya bê hempa, li serê çiyayan li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jîyanê Cejna Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.

Îro li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê gurtir û geştir e. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî di gel hemû astengiyên dagirkeran, bi wateya xwe ya dîrokî tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin û geşkirin.

Em îro bi vê Newrozê dest bi saleke nuh dikin. Sala berê di hemû qadan de ji me re bûbû saleke tekoşînê. Di nava van mercan de diyar dibe ku îsal jî wê bibe sala tekoşîna ji bo azadî û rizgariya Serok Ocalan, girtiyên di zîndanan de, gelê Kurd û Kurdistaniyan.

Di vê rewşa nûh, a cîhanê de, dijminên gelê Kurd, bi şêweyeke gelek tûnd bi hişmendiyeke nîjadperest êrîşên xwe berdewam dikin. Bi taybetî dewleta Tirk, a dagırker ji bo têkbirina hemû destkevtinên gelê Kurd, li Bakur, li Başûr û li Rojava êrîşên xwe yên dijwavr, bi tûnd û tûjî berdewam dike.

Dewleta Îranê jî bi hemû awayî gelê Kurd û canfedayên vî gelî ji xwe re kiriye hedef. Ji bo ku vîna gelê Rojhilatê Kurdistanê bişikîne, zordestiya xwe berdewam dike.

Her çiqas li Başûrê Kurdistanê statûyeke fermî hebe jî, li vî parçeyê Kurdistanê pirsgirêkên xeternak berdewam dikin û rewş roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe. Dijminên gelê Kurd ji bo vê statûyê lewaz bikin û têk bibin, plansaziyekê qirêj û dek û dolabên xwe didomînin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewam dikin. Ji aliyê din de rejîma Surî jî ji bo destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê têk bibe û derfetan bi dest bixe hewldanên xwe berdewam dike.

Ev rewş erk û peywirên me pêkhateyan diyar dike. Ji bo ku em di vê salê de serkeftinê bidest bixin, divê em hevkarî û yekîtiya xwe xurt bikin. Ji bo ku em van planên dagirkeran pûç bikin, divê em li hember dijmin tedbîrên resen bistînin. Divê em bi hevdû re hêza xwe ya parastinê bidin xurtkirin û êrîşên dijminan bidin rawestandin. Divê em destkeftiyên xwe yên heyî biparêzin û deskevtinên nûh lê zêde bikin. Ji bo ku em van peywirên xwe bi cih bînin, divê di sêrî de em yekrêzîya nav mala Kurdî û yekîtîya neteweyî bidin avakirin. Bi vê şêweyê em ê vê salê bikaribin bikin sala azadî, rizgarî û erkeftinê

Em îro Newrozê di nava rewşeke xeternak de pêşwazî dikin. Ji bo ku em ji nûh ve bi qirkirin û karesatên wek Heleb̧e, Qmişlo, Zindana Amedê û yên din nebînin, divê em vê Newrozê weke wateya wê ya dîrokî, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em ê bi hev re dakevin qada Newrozê û bi rihê serkevtina Garê cejna xwe pîroz bikin. Di vê qonaxa giring, a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê de, bila agirê Newrozê bibe ronahîyeke geş ya tifaq û yêkîtîya gel û neteweya Kurdistanê.

Em hemû partiyên siyasî, rêkxiraw û dezgehên Kurdistanî, bi vê bîr û bawerîyê, Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

Bila Newroza vê salê, ya sala 2022’yan bibe çepera yêkîtî û tifaqa navxweyiyê. Dem dema serkeftinê ye.

Newroz pîroz be.”

Rêxistinên ku daxuyaniya hevpar daye, ev in:

YNK (Yekitiya Niştimanî Kurdistan)

Tevgera GORAN

KCDK-E (Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropa)

TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya ŞÛÎ Kurdistan Başûr

Kongra Star (Rêxistna Jin Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûryê) Ewropayê

Partiya Zahmetkêşan – Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)

P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdên ya Sûriyê)

Partiya Çep a Kurd li Sûrî

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrya

PÇDKS (Partiya Çepgir a Demokrat a Kurdên Sûriyê)

Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê (El Partî)

Partiya Çepgir a Demokrat li Sûriyê

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyê

Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriyê

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriyê

Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriyê

PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)

KKP (Partiya Kominist a Kurdistanê)

Tevgera Kawa

PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistan)

Yekitiya Şorşgerî Kurdistan

KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistanê)

KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistanê)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Dimokrati Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Tev-Çand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA (Federesyona Elewîyên Kurdistan)

NAV YÊK (Navenda Mal û Komelê Êzdiyan)

Kurdische Zentrum Berlin

CÎK (Civaka Îslamiya Kurdistan)

Enstituta Kurdî – Almanaya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD (Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)

YMK (Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)

Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V.

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamya

Partiya Azadiyê ya Mezopotamya

Kurdistan human rights Association

Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar