Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Peyama Ocalan nexşerêya gelan e’

Salîh Tekîn ku li avahiya HDP’ê dest bi gerva birçîbûnê kiribû û piştî bangawaziya Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir, destnîşan kir ku peyama Ocalan ji bo Rojhilata Navîn nexşerêşa gelan e

Salîh Tekîn ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe li avahiya HDP’a Amedê tevî Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû û paşê hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê hatibû girtin.

Salîh Tekîn, di 5’ê Nîsanê de jî hat berdan û piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê domand û li ser bangawaziya Ocalan di 26’ê gulanê de çalakiya xwe bi dawî kiribû. Tekîn, piştî tedawiya li nexweşxaneyeke taybet hat tabûrcîkirin.

Tekîn ji Ajansa Mezopotmyayê re axivî û anî ziman ku Ocalan 21 sal in di hucreyeke yekkesî de ye lê belê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tim pêşniyarên çareseriyê û projeyan berpêş dike û peyama Ocalan ji bo wan pir watedar e. Tekîn, got: “Perspektîfa Birêz Ocalan, eprskpektîfa konfederalîzma demokratîk e ku azadiyên kolektîf esas digire. Gotina Birêz Ocalan u got ‘ Bi taybetî diyar dikim ku ji niha û pê ve hûn bi vîneke xurt bi min re tev bigerin’, nîşaneya ku 21 sal in di hucreyekê de tevî hemû bêderfetiyan jî gelbûyînê dide der. Li Rojhilata Navîn kesên ji bo jiyaneke azad û demokratîk tev digerin, divê vê fikrê esas bigirin.”

Tekîn anî ziman ku li tevahiya Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê gel bi blokên faşîst re rû bi rû ne û ji ber vê bêhnê nastînin û li dijî vê têkoşîna civakiyî şert e. Tekîn, ji bo peyama Ocalan a ji bo Sûriyeyê jî destnîşan kir ku divê kesên bi nrixên demokratîk bawer in xwedî li vê peyamê derkevin û got: “Ev ji bo xitimandina siyasî ya Rojhilata Navîn û gelan bêhn e. Parastna aştiyê û nirxên demokratîk, di peywira her kesî ye. Divê peyam baş bên fêmkirin û her kes xwedî li wan derkeve. Parastina nirxên demokratîk û aştiyê peywira her kesî ye.”

Tekîn destnîşan kir ku Ocalan dixwaze di navbera gelan de pirên aştî û demokrasiyê ava bike û got: “Wê ji bo vê têkoşîna me mezin bibe û bidome. Îfadeyên birêz Ocalan ji bo gelê kurd û ji bo gelên herêmê rênîşander in. Ji bo nirxên demokratîk di jiyanêd e pêk bên em ê têbikoşin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar