Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Peyama rojnameger Oruç: Pêdiviya min bi piştevaniya we heye

Rojnameger Azîz Oruç ku ev 3 rojin li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê de di tecrîdê de ye. Oruç bi rêya parêzerê xwe peyamek şand. Oruç got; ‘Ez weke rojnamegerek, bi salane dixwazim bibim dengê gelan. Bi rojane di tecrîda girankirî ya Ermenistan, Îran û Tirkiyeyê de me. Niha herî zêde pêdiviya min bi piştevaniya we heye. Bi hêviya em di rojên azad de hev bibînin.’

Rojnameger Azîz Oruç di 11’ê kanûnê de li navçeya Bazîd a Agiriyê hat binçavkirin û ev 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê di bin çavan de ye. Ji ber doza ku di salên xwendekariyê de lê hatibû vekirin, Oruç du sal berê neçar ma ku biçe Herêma Federel a Kurdistanê. Oruç di 11’ê kanûnê de li gel hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bazîdê Abdullah Ekelek û endamê Meclisa Şaredariya Bazîdê yê berê Muhammet Îkram Muftuoglu ve hate binçavkirin. Oruç, ji aliyê medyaya îktîdarê ve weke ‘terorîst’ hat ragihandin. Ekelek û Muftuoglû duh ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya ‘Alîkariya rêxistinê kirine’ hatin girtin. Oruç hêj li emniyetê di binçavan de ye.

Têkildarî mijarê îro HDP’a Bazîdê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnameger Oruç li hêla Îranê bi îşkenceyê hatibû ber mirinê û bi vî awayî hatibû dersînorkirin. Piştî daxuyaniya HDP’a Bazîdê jî derket holê ku Oruç xwestiye bi ser Ermenistanê biçe Ewropayê lê hatiye girtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li ser sînorê Ermenistanê polîsan kontrola rê kiriye û Oruç negirtine Ermenistanê. Oruç tevî ku xwe dide nasîn jî bi saetan di odeyekê de tê girtin û li Oruç dixin. Piştre jî Oruç radestî hêzên rejîma Îranê dikin. Oruç li Îranê jî 2 rojan di hucreyekê de tê girtin û îşkenceyeke giran lê tê kirin. Rayedarên Îranê li şûna ku Oruç radestî dewleta tirk bikin, diavêjin ber sînorê di navbera Bakur û Rojhilat de. Oruç ji ber sermayê tê ber mirinê. Di wê navberê de jî bi rêya telefonê li xizmên xwe digere û hawarê dixwaze. Piştre jî hate binçavkirin.

Nayê dermankirin

Rojnameger Oruç ku ev 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê tê ragirtin, tevî îşkenceya lê hatiye kirin jî nayê dermankirin. Têkildarî mijarê hevjîna Oruç, Hulya Oruç li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî mijarê agahî dan. Oruç destnîşan kir ku hevjînê wê rojnamegere û bavê du zarokan e. Oruç da zanîn ku hevjînê wê herçiqas biribin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê jî, bijîşkên derman nekirine.

Peyama Hulya Oruç wiha ye:

“Ji #AzizOruc agahî heye. Hevjînê min duh û îro birine #yasareryilmazdevlethastanesine ku kontrola tenduristiya wî bê kirin. Lê bi hinceta nobed guheriye, bijîşkan derman nekiriye. Ez ji jiyana hevjînê xwe bi guman im.

Bijîşkên nexweşxaneya dewletê ya Bazîdê (#yasareryilmazdevlethastanesi) ji her tiştek were serê hevjînê min, berpirsiyar û sûcdar in. Dema hûn mezûn dibin li ser kîjan hêza siyasî sond dixwin?”

Peyama rojnameger Oruç

Piştî 3 rojan, parêzerên Oruç bi muwekîlê xwe re hevdîtin kirin. Oruç bi rêya parêzeran bi raya giştî re peyamek şand.

Peyama Oruç wiha ye: “Ez weke rojnamegerek, bi salane dixwazim bibim dengê gelan. Bi rojane di tecrîda girankirî ya Ermenistan, Îran û Tirkiyeyê de me. Niha herî zêde pêdiviya min bi piştevaniya we heye. Bi hêviya em di rojên azad de hev bibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar