PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Peyama xwendekarên jin a ji bo 25’ê Mijdarê

Li gorî jinên xwendekarên zanîngehê sedema zêdebûna tundiya li ser jinan politikaya ‘bêcezatiyê’ ye û xwestin dawî li vê polîtîkayê bê

Dê îro li her derê cîhanê jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinan dakevin qadan. Li Erziromê jî xwendekarên zanîngehê yên jin, derbarê rewşa jinna a li cîhanê û Tirkiyeyê fikrên xwe anîn ziman.

Ayten Altan (23) anî ziman ku li cîhanê herî zêde tundî, tecawiz û taciz li Tirkiyeyê heye û got ku jinên serdestiya ‘zilam’ qebûl nakin jî wekî kesên ‘xirab’ tên wesifandin. Altan destnîşan kir ku bi vê ferasetê tê xwestin tundiya li ser jinan wekî tiştekî asayî bê nîşandan û diyar kir ku ji bo jin li hemberî vê tundiyê têbikoşe pêşî divê ji fikrên qalipbûyî yên civakê û malbatê empozeyî wan kiriye qebûl nekin.

Her wiha Altan da zanîn ku çi sivik çi giran tundî tundî ye û wiha got: “Tundî ne tene bi awayekî fîzîkî ye. Tundiya derûnî û hestiyarî biqasî ya fîzîkî xirabe e. Tundî bi her awayî xirab e.”

Polîtîkayên bêcezatiyê

Selamet Yogûran (21) anî ziman ku li Tirkiyeyê civaka baviksalarî tundiyê xurt diek, ji bo pêşîlêgirtina vê yekê berpirsiyariyên mezin ewilî dikeve ser milê malbatê û wiha domand: “Perwerdekirina zarokan pir girîng e. Helbet guherandina mêjiyê mirovên niha hinekî zehmet e lê ji bo nifşên nû divê zarok baş bên perwerdekirin. Divê bîbiriya derbarê jinê bê guherandin.”

Hazal Aşut (20) jî bal kişand ser cinayetên jinan û got ku ji bo pêşî li ber cinayetên jinan bê girtin divê polîtîkaya ‘bêcezatiyê’ ji holê bê rakirin.

Her wiha Kubra Demîr a 21 salî jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan bûye tiştekî polîtîk û cezayên tên birîn jî ne texilker in û ev tişt anî ziman: “Tundiya li ser jinê tiştekî giştî ye. Çimkî jinên xwenda jî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Ev tenê ne tundiyeke fizîkî ye, bi awayekî derûnî jî pêk tê. Tim ji jinê re dibêjin ‘tu nikarî bikî, tu nikarî biçî vir.’ Yanî tundî tenê ne fizîkî ye û jin bi tundiya bira, bav û kesên din ên nêzî xwe re rû bi rû dimînin. Ji bo jin karibin li hemberî tundiyê têbikoşin divê hinekî din jî xurt bin. Divê em destekê bidin hev du.”ERZIROM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar