Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Peyamên Ocalan hesabên Erdogan têk birin’

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Gedo anî ziman ku Ocalan bi daxuyaniyên xwe hesabên Erdogan û partiya wî têk birine. Gedo bi lêv kir ku Ocalan bi peyamên xwe yên dawî bala hemû cîhanê kişandiye û wiha dom kir: “Fikrên Ocalan xizmetê ji hemû gelan re dike. Dewleta tirk bi tecrîdkirina Ocalan re dixwaze vîna gelê kurd bişikîne.”

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî didome. Her çiqas piştî çalakiyên greva birçîbûnê dewleta tirk neçar mabe ku destûra hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bide jî, ji 12’ê tebaxê ve destûrê nade ku ev hevdîtin pêk bên. Têkildarî mijarê Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Gedo ji ANHA’yê bi Ehmed Semîr û Mehmet Ekîncî re axivî.

Salih Gedo anî ziman ku hesabên Erdogan û partiya wî yên li hemberî Ocalan têk çûn. Gedo bi lêv kir ku Erdogan û partiya xwe armanc dikir ku bi tecrîdkirina Ocalan re derbê li têkoşîna gelê kurd bixin û wiha dom kir: “Lê hesabên wan hev negirtin û têk çûn. Rêber Ocalan ji bo çareserkirina doza kurdî li Rojava û tevahiya Kurdistanê nêrînên xwe pêşkeş kirin û di vê mijarê de rolekî girîng lîst.”

Peyamên Ocalan

Di berdewamê de jî Gedo bal kişand ku peyamên Ocalan ên dawî û wiha pê de çû: “Van peyaman bandorekî mezin li se raya giştî kir. Rêber Ocalan ji hevsengiyên herêmî û navdewletî agahdar e. Ji bo çareserkirina doza gelê kurd a li Rojava û bakurê Kurdistanê û aloziya Sûriyeyê pêşniyarên xwe dike. Rêyên çareseriyê yên Rêber Ocalan hesabên Tirkiyeyê têk birin û xistin nava krîzekî mezin. Daxuyaniyên dawî yên Ocalan bala hemû cîhanê kişand. Bi taybet jî ev daxuyanî ji hêla Ewropa û Amerîkayê bi erênî hatin nirxandin. Bi vê sedemê ye ku dewleta tirk êdî destûra hevdîtinan neda.”

‘Ocalan di xizmeta hemû gelan de ye’

Salih Gedo herî dawî jî ev tişt destnîşan kir: “Tirkiye bi tecrîdkirina Ocalan re dixwaze îradeya gelê kurd lawaz bike û bişikîne. Lê hesabên wan li bin guhê hev ketin. Ji ber ku gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dizane ku Rêber Ocalan doza gelê xwe û mafên hemû mirovahiyê difikire. Siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî Ocalan tevlihev dibe. Dema tecrîdê radike Ocalan bi daxuyaniyên xwe wan vala derdixîne û dema tecrîdê didomîne jî bi têkoşîna gelê kurd re rû bi rû dimîne. Ocalan rêberekî kurd û Kurdistanê ye lê fikrên wî xizmetê ji hemû gelên herêmê re dike. Ger ku dewleta tirk bi aqilane tevgerîbûya, dê nêrînên Rêber Ocalan esas bigirta.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar