Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Peyamên Ocalan ji bo hemû kurdan in’

Aloziya li herêma Zînî Wertê ya di navbera hêzên kurd de didome. Her çiqas hikûmeta başûrê Kurdistanê sedema çûna Zînî Wertê weke ‘têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê’ destnîşan kiribe jî, bi gotinên berpirsê gişti yê Fermandariya Pêşmergeyên Helgurt ên KDP’ê Berhem Arif Yasin ku di got; ‘Em 450 pêşmerge hatine vir û li dijî PKK’ê li vir in’, armanca esasî baş da xuyakirin. Di dema vê aloziyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di 27’ê nîsanê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û qala aloziyên heyî kir. Ocalan girîngiya yekitiya kurdan bi bîr xist û bal kişand ser Protokola 1982’yan a di navbera wî û Idrîs Barzanî de hatibû îmzekirin. Ocalan aloziya heyî weke ‘Polîtîkaya kurdan bi kurdan bidin şerkirin û kuştin’ nirxand û destnîşan kir ku tu feydeyekê kurdan di vê polîtîkayê de nîne. Ocalan bang li PDK, YNK û PKK’ê kir ku aloziyê bi diyalogê çareser bikin û yekitiya xwe xurt bikin. Têkildarî mijarê rojnameger Huseyin Kalkan û nivîskar Ahmet Pelda ji MA’yê bi Îdrîs Sayilgan re axivîn.

Ahmet Pelda ji ewil bal kişand ser peyama Ocalan û wiha got: “Ev bang ji bo hemû hemû tevgerên kurd û gelê kurd e. Ocalan banga pêkvejiyanê li gelên herêmê dike. Mînak; navberekê ji bo yekitiyê gavên baş hatin avêtin. Heke wê demê kongre pêk bihata, dikaribûn dîplomasiyeke hevpar pêş bixistina. Dikaribûn temînat bidana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê. Heke pêk bihata, rewşa Kerkûkê wiha nedibû, dê rê li ber DAIŞ’ê bihata girtin û dê Rojhilata Navîn zûtir demokratîk bûbûya. Her wiha diyaloga di nava kurdan dê bihêztir bibûya û rewşa niha dê rûnedabûya.”

‘Feraseta Başûr hêza hemû parçeyan xelas dike’

Pelda diyar kir ku siyaseta Başûr a ‘serxwebûnê’, hêz û enerjiya parçeyên din xelas dike û ev nirxandin kir: “Ji ber vê nikarin vir jî biparêzin. Ji ber vê ferasetê Kerkûk û gelek herêm ji dest çûn. Ger modêla Ocalan esas bigirtina, dê em li Başûr û hem jî li Mûsilê bibûna mînak. Dê hem li Kerkûkê û hem jî li Bexdeyê bûbûna hêz. Feraseta wan dê wan bi ser nexe. Ez dixwazim Mesûd Barzanî, Cemîl Bayik, rêveberên HDP’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman wêneyî de bibînim. Heke wiha bibe, dê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye neçar bimînin ku vî wêneyî bibînin. Wê demê dê tu kes nekare kurdan bi hev bide şikandin. Yekitî dê hemû gelên bibe serkeftinê, dê rêya demokrasî û muzakereyan veke.”

‘Divê kurd rûdanên heyî baş bixwînin’

Rojnameger Huseyîn Kalkan jî peyama Ocalan weke ‘Xwendina herêm û cîhanê’ nirxand û wiha derbirî: “Ocalan ne tenê ji bo partiyek û herêmekê, ji bo hemû kurdan û parçeyan hemû pêşniyaran dike. Heke kurd rûdanên li herêm û cîhanê rast nexwînin û siyaseteke pêş nexin, dê nekarin bibin yek. Heke yekitî jî nebe, dê bên tepisandin. Ocalan vê rastiyê dibîne û banga pêşxistina yekitiyê dike. Hewl didin kurdan parçe bikin û bi hev bidin şerkirin. Ev polîtîka her tim hatiye meşandin. Lewma peyamên Ocalan girîn gin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar