Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PE’yê rexneyên giran li Enqereyê û Brukselê kir

Pêşnûmeya ku pêşniyar dike dawî li muzakereyên di navbeyna Tirkiye û YE’yê were, şevê din li rûniştina giştî ya PE’yê hat gotûbêjkirin û tê payin ku îro piştî nîvro were dengdan. Di nîqaşên PE’yê de grevên birçîbûnê hatin slavkirin

Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora ku raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî amade kiribû, nîqaş kir. Ji bo raporê heke pêşniyarnameya guherînê ya ku Partiya Demokrat a Xiristiyan (PPE) û komên din ên rastgir were qebûlkirin, dibe ku biryara ku muzakere werin bidawîkirin jî jê derkeve.

Beriya ku nûnerên Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîsyonê biaxivin Katî Pîrî binpêkirina mafê mirovan, gavên ne hiqûqî û dij demokratîk û 100 hezar girtî yên li Tirkiyeyê destnîşan kir û diyar kir ku li gel van binpêkirinên giran jî weke ku rewşeke pir xirab nebûne tevgera YE û Enqere nayê qebûlkirin.

Pîrî got ku li gel ku tu hewceyî pê nemaye ku bi serokkomarê otorîter ê Enqerê re muzakereyên endamtiya YE’yê were domandin jî YE tu tevdîreke cidî nestaniye û zexta hewce nehatiye kirin. Pîrî her wiha diyar kir ku Tirkiye biryar û pêşniyarên organên Konseya Ewropayê ji nedîtî ve tê.

Piştî Pîrî, Serokê Demê yê YE’yê, wezîra ji karûbarê YE’yê ya Romanyayê berpirs Melanîa Gabrîela Cîot jî wiha got: ”Rast e ku Tirkiye ji YE’yê dûr ketiye. Jixwe muzakere hatine ber rewşa rawestanê.”

Komîserê Komîsyona YE’yê ya ji Berfirehbûnê berpirs Johannes Hahn jî got ku li ser rewşa Tirkiyeyê fikarên wan ên kûr hene.

Li ser navê PPE’yê Reneta Sommer jî wiha got: ”Rejîma Erdogan dewleta hiqûqê, mafê mirovan û demokrasî binpê kiriye. Divê dawî li muzakereyên bi Tirkiyeyê re were.”

Yên ku li ser navê komên sosyalîst û lîberal jî axivîn, binpêkirina mafan a di raporê de anîne ziman û rexneyên tund kirin.

Valerîo: Dagirkirina Efrînê nayê jibîrkirin

Li ser navê Koma Keskan a PE’yê Bodel Valerîo jî ev tişt anî ziman: ”Dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin, ne meseleyeke wiha ku mirov çavê xwe lê bigire, ên ku bakur û rojhilatê bakur ê Sûriyeyê ji DAIŞ’ê, ji cîhadîstan paqijkirî kurd in û em divê berevaniyê li van kurdan bikin.”

Berxwederên greva birçîbûnê hatin slavkirin

Endama Koma Demokratên Sosyalîst Joly Word jî ev tişt got: ”Heke Leyla Guven û çalakgerê greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe ketibin greva birçîbûnê ev rewşê nîşan dide bê ka çendî kambax e û tu rêyeke din ya ku pê li mafan bigerin nemaye.”

Endama Koma  Yekîtiya Çepgir a PE’yê Elenora Forenza jî destnîşan kir ku demeke nêz ew çûye Tirkiye û Kurdistanê, xwestiye ku serdana du hevserokên HDP’ê yên berê yên girtî bike lê nehiştine. Forenza wiha got: ”Ez girîngiyê didim têkoşîna gelê kurd û piştî kêliyeke dî ez ê serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê bikim û li vir wan slav dikim.”

Endama Koma Keskan Ana Mîranda jî bi çefiya kesk û sor û zer ya ku li stûyê xwe pêçayî axivî. Mîranda greva birçîbûnê ya Guven û girtiyan bi bîr xist û wiha got: ”Tirkiye bi dîktator Erdogan ne sînordar e, divê em gelê kurd û kesên demokrat bi dest Erdogan ve nehêlin.” STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar