Li bajaroka Qesrikê ya girêdayî navenda Şirnexê, peykerê fîgûrê mirovekî yê li ser hespê ku 6 hezar sal berê hatiye çêkirin û li herêmê weke navê Berê Bûk û Zava tê zanîn, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hate rûxandin. Nehat zanîn ku bê ka peykerê li herêma ‘Rêbuhêrka Qralan’ a di navbera çiyayên Gabar û Cûdî de ji hêla kê ve hatiye rûxandin. Tê gotin ku ev peykerê siwarê bi zirx berê hatibû şikandin û ji hêla defînegeran ve hatiye rûxandin.
Hat zanîn ku peyker ji ewil hatiye kolandin û van kesan hewl daye peyker ji cihê wî rakin. Peykerê Berê Bûk û Zava di qada Sît de ye û li wê herêmê cerdevan dijîn.
Dîroka peykerê Berê Bûk û Zava
Geliyê bajaroka Qesrikê ku di navbera Çiyayê Gabar û Cûdî de ye, ji ber peykerê navborî weke Geliyê Rêbuhêrka Qralan tê binavkirin. Peykerê navborî bûye mijara gelek çîrokan. Di serdemên berê de qralên Asur, Pers û Romayê li Geliyê Qesrikê bi cih bûne û demekî dirêj li herêmê serdestî kirine. Van qraltiyan li pey xwe gelek bermahiyên dîrokî jî hiştine. Geliyê Qesrikê hem çiyayên Cûdî û Gabarê û hem jî başûr û bakurê Mezopotamyayê bi hev ve girê dide. Hêmû rêyên di navbera başûr û bakurê Kurdistanê de li ser vî geliyî derbas dibin. Her wiha li Geliyê Qesrikê qesrên karwanan hebûn û dema ku qral derbas dibûn jî li vir bêhn vedidan. Tê zanîn ku dema Ksenofon û Îskenderê Mezin çemê Dîcleyê derbas kir, li Qesrikê ku çiya û deştê ji hev cuda dike bûne mêvan. Li Qesrikê di zinarên bilind de kun hatine vekirin û qlubeyên nobetê hatine çêkirin. Ji van diyar dibe ku gelek qral di vir de derbas bûne. Ji Qesra Mîr jî tenê çend dîwarên xerabe li ser pêyan mane.
Peykerê ku li eniya rojava yê bi ser milê Başûr ê Geliyê Rîsorê hatiye çêkirin, yek ji berhemên dîrokî yên herî girîng e. Peykerê ku li pala rêya di navbera Qesrik û Cizîrê de hatiye çêkirin, 3 metre li jora rê hatiye çikilandin. Peykerê ku dişibe siwarê şervanê ser pişta hespê, xuya dibe ku bi zirxan hatiye pêçan. Lê li hêla din yekem car di sala 1909’an de gerokê bi navê Gertrude Bell wêneyê vî peykerî kişand û Bell dibêje ku ev peyker yê Rolyefê Partan e. Heta ku Bell dibêje ku divê peyker ne weke berhemeke asuran, ji berhemên Partan bê qebûlkirin.
Hin dîrokzanên Cizîrê jî destnîşan dikin ku ev peyker 6 hezar sal berê di serdema Gutîyan de hatiye çêkirin. Her wiha hinek dîrokzan jî destnîşan dikin ku peyker dişibe mîrateyên qralê Sasanî Erdeşêr Babekan û Şahpur, Taqê Bustan û peykerên Nakşê Rûstem û Husrevî Pervîz ên xerabeyên Persepolisê.
Çavkanî: Mujdat Can / ŞIRNEX-MA